Portal:Dîrok
From Wikipedia, the free encyclopedia
Portala Dîrokê
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê yekî din nîşan bide
- Image 1
Keyaniya Baekjeyê an jî Qiraltiya Baekjeyê (bi korêyî: 백제, 18 B. Z. - 660 P. Z.) qiraltiyek bû ku li başûrrojavaya Korêyê hate damezirandin. Ev qiraltî bi Goguryeo û Sillayê ve yek ji sê qiraltiyên Korêyê bû. Ev qiraltî mêvandariya Budîzm, Konfusiyanîzm û Şamanîzma Korêyê kir.
Li gorî Samguk Sagiyê Baekje li 18 B. Z. di tejaneyekî navbera Goguryeo û Çemê Hanê ji hêla komek merivên di bin rêhberiya Qiral Onjoyê ve hatiye damezirandin. Li gorî San Guo Zhiyê ku tomarên Çînê ne, di heyna Samhanê da Baekje di nav Konfederasyona Mahanê da gihîştiye mefkiya herî bilind. Samguk Sagi der heqê damezirênerê Baekjeyê de zanînên hûrgilî dide. Jumong jibo ku bikare qiraltiya Goguryeoyê damezirêne lawikê xwa Yuri li Buyeoyê hiştibû. Dema ku Jumong bû Qiral Dongmyeongseong dwudu lawikên wî ji Soseonoyê hebûn. Dema ku Yuri hat Goguryeoyê Jumong demildest wî wek prensê welîaht ê xwa îlankir. Piştî ku hat famkirin Yuri dikê dû Jumongê qiral bibe, Soseono bi lawikên xwa Onjo û Biryu digel xelkê xwe ji dehe tebaayan çû başûr jibo ku qiraltiya xwe ava bikin. Soseono di damezirandina Goguryeo û Baekjeyê de wek fîgûrek bibandor tê bi nav kirin. Onjo li Wiryeseongê (Bajarrê Hanamê hiroyîn) bi cih bû û welatê xwa ra got Sipje ku tê maneya "Dehe Tebaa". Biryu jî li Michuholê (Bajarrê Incheona hiroyîn) bi cih bû. Li hêlekî xalkê Wiryeseongê di refahê de dijiya, lê li hêla di avê têrxway ya Michuholê û qadên çiravê yên wî bicihbûna li wir dijwar kiribû. Ji ber vê sedemê Onjo çû hindê birayê xwa û textê Sipjeyê jê xwast. Ji ber ku Onjo vê yekê red kir Biryu jê ra şer îlan kir lê di wî şerî da têk çû. Biryu ji fediya xwa kuşt û xelkê wî jî koçî Wiryeseongê kirin. Qiral Onjo wana bi xwaşbînî pêşwazî kir û navê welatê xwa wek Baekje guhart. Vergeriya qewmê xwa, merivên li Wiryeseongê wî pêşwazî kirin û ew jî navê Baekjeyê (Sed Tebaa) li welatê xwa kir. (Gotarê bixwîne...) - Image 2Komara Gurcîstanê Sovyet ên Sosyalîst ji 1922an de heta 1991an yek ji komarên YKSS bû. Ew heta ko di 5'ê berfanbarê 1936an de belav bûbû yek ji parçeyên Komarên Federatîfê Transqafqasya yên Sovyet ên Sosyalîst bû. Di 1991an de Gurcistanê serbixweyiya xwe da zanîn û ew dawî bû. (Gotarê bixwîne...)
- Image 3Dadgehên Ewlekariya Dewletê (bi tirkî: Devlet Güvenlik Mahkemeleri, DGM) cureyekî taybet yên dadgehên Komara Tirkiyeyê ne, ku ji aliyê leşkeriyê ve tên rêvebirin. Di binçavkirin û cezakirina bi hezaran kurdan de Dadgehên Ewlekariya Dewletê roleke berbiçav û neyînî lîstin.
Di 7'ê gulana 2004'ê de Dadgehên Ewlekariya Dewletê di encama guhertinên di makeqanûna Tirkiyeyê de hatin rakirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 4
Nexşeya Rojavaya Kurdistanê
Rojavaya Kurdistanê, weke herêmek taybet ku xwediyê dîrokek pirr kevn a. Vê herêmê ji dema sumeriyan û berî wê jî destpê dike. Weke herêmek taybet û li ber Firatê, pêşîn niştecihîtî li vir bûya. Mirovan li vir, mal avakirina, cot kirina û şivanî kirina. Li herêmê, dîroka wê ya taybet, bandûra wê li dîroka cihanê a hemdem bûya. Herêm, demên wê ên şariştaniyê, em dikarin ji demên Sumeriyan bidina destpêkirin, û werina ta demên gûtî, hûrî û mîtaniyan. Demên hûrî û mîtaniyan, weke demna taybet ên demên dîroka hemdem a şariştanî na jî. Bo vê yekê, divê ku mirov bi teybetî bibêje ku ev dem, wê piştre jî, bandûra wan zêdetir xwe bide diyar kirin.
Pêşketinên ku î ro, zêde em dikarin bahse wan bikin, pêşketinên dema hûrî û mîtaniyan in. Di demên hûrî û mîtaniyan, weke demna şariştaniyê ên taybet û pêşketî û kifşkar in. Dema ku dîroka herêmê bahse wê tê kirin, ev dem bi teybetî bahse wan tê kirin. Heta roja me jî, li herêmên Afrîn, Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê û hwd, mirov rastî bermehiyên ji demên hûrî û mîtaniyan tê. (Gotarê bixwîne...) - Image 5Mîrneşîniya Biradost, Xanedana vê mîrneşîniyê Neviyên Hesnewî ne. Li dawiya kuştina
Mîr Hilalê Kurê Nasir El-Dewle Bedir de Kurên Hilal ji bona nava Biradostê hatine bibarkirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 6Ûştinî navê mîrgeheke kurdan li herêma Şemzînan, a ku Şerefnameyê de derbas dibe ye. Ev mîrgeheka ku ji aliye ezbeta Nehrî ve hatiye avakirin, li Ûştinê (îroyî Stûnê?) bi navendbûye û heta destpêka sedsala 17'mîn hebûna xwe parastiye. (Gotarê bixwîne...)
- Image 7
"Bolşevîk" (1920), Boris Kustodiev
Şoreşa Cotmehê (Rûsî: Октябрьская революция, Oktyabrskaya revolyutsiya) an jî Şoreşa Cotmehê Mezinê Sosyalîstan, Rêvolyûsya Oktîabrê Sosîalîstîê Mezin (Великая Октябрьская социалистическая революция, Velikaya Oktyabr'skaya sotsialisticheskaya revolyutsiya) an jî Şoreşa Bolşevîkan, şoreşeka ko di sala 1917an de li Rûsyayê pê Şoreşa Şibatê re hatibû holê. Bi wê şoreşê re şûna Çariya Rûsyayê di Şoreşa Şibatê de hildiwaşiyabû û kargerîyekê ko bi gelemperî ji Bolşewîkan pêktê tê saz kirin û riya bo saz kirina YKSS bo Bolşewîkan tê vekirin. Ji pê Şera Hindira Rûsyayê yê navbera salên (1917–1922) re di 1922an de YKSS tê saz kirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 8
Era Istrefi 2018
Era Istrefi (jdb. 4 tîrmeh 1994), stranbêj û strannivîseke kosovayî ye. Cara yekem di 19e salî ya xwe de di sala 20013an de strana bi navê "Mani Per Money" navdar bû.
Era Istrefi, di navbêna "Shume Pis", "Redrum", "Nuk E Di" û "Live It Up" de xebatên hem bi Almanî û hem Îngilîzî pêk tîne. Wê gelek xelat û namzedan wergirtine, di nav de Xelata Ewropayê Border Breakers û Music Award. Di sala 2018 de, wê performansa strana fermî ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya 2018, tevî Nicky Jam û Will Smith, li merasîma bidawîbûna fînalê ya mezin li Moskowê. (Gotarê bixwîne...) - Image 9
Medreseya Sor a Cizîra Botan
Medreseya Sor, cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e.
Medreseya Sor ji aliyê Mîr Şerefdîn Duyem ve hatiye avakirin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredînê kurê Emîr Şerefê Yekem ê kurê Emîr Alî Begê kurê Mecdedîn e. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredîn bi alîkariya gelê Botan 1508'an de dîsa Cizîr vegirtiye.
Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekiriye. Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê navkirin. Medreseya Sor, li roj avayê Cizîrê li ser sûrhê hatiye avakirin. Ji ber ko bi pirnî bi toxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo ketina malde li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 derincên bi kevir hatiye çêkirin. Medrese ji aliyê rojhilat ve 18,95 m ji erdê bilind e, bes binetara wê jî 1,10 m ji erdê bilindtir hatiye danîn. Aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye. (Gotarê bixwîne...) - Image 10
Wilayeta Mûsilê di sala 1914an de
Pirsa Mûsilê (bi tirkî: Musul Sorunu, bi inglîzî: Mosul Question) herêmeke xwedî gengeşê ye di sedsala 20ê de, di navbera Tirkiye û Keyaniya Yekbûyî de. Mûsil parêzgeheke kurdnişîn ya osmaniyan bû. Îro navenda Mûsilê dikeve nav sinorê Başûrê Kurdistanê û Iraqê de. Hêj nehatiye kifşkirin ku ev herêm dê di nav sinorên Iraqê da be an jî Başurê Kurdistanê de be. (Gotarê bixwîne...) - Image 11
Dagirkirina Hispaniayê ji layê Romê ve ji sala 220 b.z. heta sala 19 b.z.
Hispania (bixwîne Hîspaniya) navê antîk ê latînî yê Nîvgirava Îberî ye. Ew dema Împeratoriya Romê de navçeyeke împeratoriyê bû. (Gotarê bixwîne...) - Image 12
Koşka Seedabadê
Peymana Seedabadê an jî Pakta Seedabadê, pakta ku li rojhilat weke peymaneke ku piştî muhrkirina Peymana Lozanê de hatiye bestandin. Bi taybetî, di vê paktê de li ser pirsgirêka sînoran hate sekinin. Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî hatibû muhrkirin. Welatên din yên herêmê jî, tê gotin ku tevlê bûne. Lê bi teybetî van welatan qatkirina Kurdistanê di paktê de kiriye mijar û li ser sekinî ne. Berî paktê jî û piştî paktê jî serhildanên kurdan berdewam kirine.
Pakte Seedabadê, di 8 temuzê sala 1937'an de hate muhrkirin. Bi taybetî, di paktê de di çerçova pirsgirêka kurdan de bi hev re gav avêtin têkirin li bin muhrê de. Li gor paktê, wê welatan, li ber kurdan û serhildanên wan yên piştre ku bibin jî, wê bi hev re tevbigerihin. Bi vê yekê re, welatên endamê wê paktê, weke Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî li ser peymane Lozanê re rewşa ku ji wan re welatê ku afiriya bi "herêkirina serbixwebûna welatîtiya hevdû" re li hevdû herê dikin. Bi vê yekê re, weke pakte denezendina ji hevdû re serbixwebûna xwe ya jî. Ji ber "ku kurd, di serhildanê de hena, êdî di wê paktê de hatiye kifşkirin ku wê hertimî li ber kurdan û serhildanên wan, wê bi hev re gav biavêjin û tevbihgerihin". (Gotarê bixwîne...) - Image 13
Siltan Ebdulhemîdê Yekem (1725-1789), yek ji siltanên osmanî ye. Ew ji xurttirîn siltanên dîroka osmaniyan e.[çavkanî hewce ye]
Wî gelek guhartin di dozena (sîstema) rêvebirina osmanî da çêkirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 14
Panzerên sovyet (17 Pûşper 1953)
Serhildana Almanyaya Rojhilat di sala 1953'an de li Komara Demokratîk a Almanyayê pêk hat û di heman salê de ji aliyê Sovyetan ve hate sikandin.
Bi mirina Stalîn Yekbûna Sovyet bi mijarê xelefa Stalîne mijûl e. Lê endamên partya komunîst li hemberî rîskan di heman fikirê de ne ku pêwîst e sîstem were lîberalîze kirin. Ji ber vê yekê jî, terora dîkta ya dewletê diqede û guhertinên sîstemê ji aliyê gel ve tên qebûl kirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 15Ptolemaîos I Sotêr, Ptolemaîosê Yekem (bi yewnaniya kevn: Πτολεμαῖος Σωτήρ, lat. Ptolemaîos Sōtḗr; bi latînî: Ptolemaeus) padîşah de Keyaniya ptolemeyî bû navbera salên 305/304 û 282 b.z.. Ew fîrewnê yekem ê Misirê yê serdema helenîstîk bû. Ptolemaîos hevalê Îskenderê Mezin bû.
Ew di dema dagirkirina Împeratoriya Hexamenişî ji hêla Îskender ve di arteşa Makedonî de fermandar bû. Îskender hate kirin Fîrewn. Piştî ku Îskender mir, Ptolemaîos Misir kontrol kir. Keyaniya wî erdên Misir, Kyrenaike, Kîpros, û giravên Kîklades digirt nav xwe. Ptolemaîos hate kirin fîrewn. Ptolemaîos Îskenderiye kir paytexta Misirê. (Paytexta Misirê ya kevn Memfîs bû.) Nifşên wî xanedana ptolemeyî bûn. (Gotarê bixwîne...)
Wêneyên bijartî
- Image 1Wênenîgariyeke Pirtûkxaneya Îskenderiyê
- Image 2Îhsan Nûrî Paşa û jina wî Yaşar Xanim
- Dîmenekê çandinî ya xelkê Misirê.
- Image 4Şerê cîhanî yê yekem
Di dîrokê de îro
Bûyer
- BZ 390 – Herba Roma û Galyayê: Galya di Şerê Alliayê de Romayê mexlûb kir.
- 656 – Hezretî Elî bû xelîfe.
- 1925 – Adolf Hitler, manîfestoya xwe ya şexsî yê ku tê de fikrên xwe yê nasyonalsosyalîzmê eşkere dikir, bi navê Mein Kampf'ê (Têkoşîna Min) weşand.
- 1932 – Li seranserê Tirkiyeyê azanê bi erebî xwendin bi awayekî fermî hate qedexekirin.
- 1944 – 1944 - Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Serokwezîrê Japonyaê Hideki Tōjō ji ber ku di hewldana şerê de gelek caran bi ser neket îstîfa kir.
- 1968 – Fîrmeya Intelê hate damezrandin
Jidayîkbûn
- 1853 – Hendrik Lorentz, fîlozof, matematîker û fîzîknasekî holendî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1928 – Franca Rame, aktrîsa tiyatroyê, şanonivîs û çalakvana siyasî ya îtalî
- 1928 - Nelson Mandela, yekemîn serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr
- 1978 – Nevzat Aslan, şoreşgerê kurd
Mirin
- 1965 – Refik Halit Karay, romannivîs, nivîskarê çîrokan û rojnamevanê tirk
- 1991 – Ebubekir Pamukçu, alîgirê MHP'ê û sîxûrê dewleta tirk
- 2009 – Elî Latîf, wênesaz û werzîşkarê kurd