Firat
From Wikipedia, the free encyclopedia
Firat yan jî Çemê Firatê, li gel Çemê Dîcleyê û Çemê Miradê yek ji çemê mezinê Bakurê Kurdistanê ye ku çema herî dirêj a Asyaya Rojava ye. Çemê Firatê bi Dîcleyê re yek ji du çemên diyarkarên axa Mezopotamyayê ne ku erdê di navbera her du çeman de wekî axa Mezopotamyayê hatiye pejirandin. Çemê Firatê ku ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û di nav axa Rojavayê Kurdistanê, Suriyê û Iraqê re diherike li Iraqê bi Çemê Dîcleyê re dibe yek û diherike Kendava Farsê.
Çemê Firatê | |
Cih | |
Herêm | Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê |
---|---|
Parêzgeh | Xarpêt, Meletî, Dîlok, Riha |
Bajar | Xarpêt, Meletî, Dîlok, Riha |
Taybetî | |
Dirêjayî | 2.800 km |
Robar | |
Cihderk | Çemê Avareş, Çemê Miradê li Bakurê Kurdistanê |
- Bilindayî | 3.290 m |
Nexşe | |
Nexşeya Çemên Firat û Dîcleyê. | |
biguhêre |
Du pêkhateyên Çemê Firatê hene: Çemê Avareş a Xinûsê ye ku ji çiyayên Xinûsê dertê û Çemê Miradê ye ku ji çiyayên bakurê Gola Wanê dertê. Her du çem li nêzîkî navçe ya Keban a bi ser parêzgeha Xarpêtê dibin yek û çemê Firatê derdikeve holê. Ferat, di gelî û navrastên Elezîz û Meletî de ber jêr dadikeve û navbera sinorên Amed, Semsûr û Riha de li aliyê milê rast ve berê xwe diguherîne û dikeve deşta Dîlokê. Firat di navbera deşta Tilbişar û berîye Harranê de dikeve Rojavayê Kurdistanê. Çemê Firatê, çemê herî dirêj û gûrrê Kurdistanê ye ku bi dirêjahiya giştî ya 2.800 kîlomêtreyan 1.100 kîlomêtre di nav axa Kurdistanê de derbaz dibe. Firat li Îraqê bi Çemê Dîcleyê re dibin yek û ji wir heya ku digihîje Kendava Farsê wekî Yekava Ereb (Şatul Ereb) hatiye binavkirin.