Serokê Komara Tirkiyeyê From Wikipedia, the free encyclopedia
Recep Tayyip Erdoğan (jdb. 26ê sibata 1954an, Kasımpaşa, Stembol), siyasetmedarekî tirk (AKP) e û ji 28ê tebaxa 2014an ve donzdehemîn serokkomarê Tirkiyê ye. Damezrênerê AKP (Adalet ve Kalkınma Partisi - Partiya dadmendî û bipêşketinê) ye. Wî bi salan serokatiya şaredariya Stembolê kiriye. Di nava partiyên Necmettin Erbakan de dest bi polîtîkayê kiriye. Ango siyaseta tirk-îslamê dike.[çavkanî hewce ye]
Recep Tayyip Erdoğan | |
---|---|
12em Serokkomarê Tirkiyeyê | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 28ê tebaxa 2014an | |
Serokwezîr | Ahmet Davutoğlu (2014-2016) Binali Yıldırım (2016-2018) |
Cîgirserok | Fuat Oktay (2018-2023) Cevdet Yılmaz (2023-heta îro) |
Berê | Abdullah Gül |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
Wezîfedarî 14ê nîsana 2003an – 28ê tebaxa 2014an | |
Serokdewlet | Ahmet Necdet Sezer Abdullah Gül |
Cîgirên serokwezîrê | Kabineya I (2003–2007)
Kabineya II (2007–2011)
Kabineya III (2011–2014)
|
Berê | Abdullah Gül |
Paşê | Ahmet Davutoğlu |
Serokê Partiya Dadwerî û Werarê | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 21ê gulana 2017an | |
Berê | Binali Yıldırım |
Wezîfedarî 14ê tebaxa 2001ê – 27ê tebaxa 2014an | |
Berê | Meqam hat sazkirin |
Paşê | Ahmet Davutoğlu |
Parlementerê Meclîsa Mezin ya Neteweyî | |
Wezîfedarî 9ê nîsana 2003an – 28ê tebaxa 2014an | |
Herêma hilbijartinê | Sêrt (2003) Stembol (2007, 2011) |
Şaredarê Stembolê | |
Wezîfedarî 27ê adara 1994an – 6ê çiriya paşîn a 1998an | |
Berê | Nurettin Sözen |
Paşê | Ali Müfit Gürtuna |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 26ê sibata 1954an Kasımpaşa, Stenbol, Tirkiye |
Partiya siyasî | Partiya Dadwerî û Werarê (2001–2014; 2017–heta îro) |
Partiyên siyasî yên din |
|
Hevjîn | Emine Gülbaran (z. 1978) |
Zarok |
|
Cîwar | Seraya Serokkomariyê, Ankara |
Perwerde | Zanîngeha Marmarayê[çavkanî hewce ye] |
Malper | Malpera hikûmetê |
Şanenav | |
biguhêre |
Li Rizeyê zarokatiya xwe boriye. Bingeha malbata wî ne tirk e. Dibistana amadeyî di dibistana nîv-olî de diqedîne. Piştre Zanîngeha Marmarayê de beşa zanînên aborî û bazirganiyê diqedîne. Di yaneyên amatorî de 16 salî futbolê dileyîze.[çavkanî hewce ye]
Ji ber axaftinek xwe tê darizandin û bi qasî 5 mangî di zîndanê de dimîne. Hêdî hêdî riya wî ji Erbakan diqete û di nava tradîsyona partiyên tirk-îslamê de riyeke nû vedike. Ew dixwaze îdeolojiya tirk-îslamê bi lîberalîzmê ve girê bide. Ev siyaset wî û partiya wî a nû bipêşdixe.
Di hilbijartinên 3ê çiriya paşîn a 2002an de bi ser dikeve û bi dengdaneke mezin tê ser desthilatdariyê. Serî de dixwaze hin gavan bavêje, lê pirsgirêka Kurdistanê zû rengê wî jî nîşandide. Herçendî di axaftineke xwe ya li Amedê bo çareseriya pirsgirêka kurd hin sozan dide jî, liser pêkutiyên artêşê ji mêj şûn ve gavan davêje. Heta bigire ji artêşê bêhtir gotinên li dijî Kurdan bilêvdike.
Siyaseta wî ya nû ji aliyê YE û DYAyê ve tê pesindan. Ev yeka han dibe sedem ku li dijî artêşê hinde qîmeta wî bilind be. Artêş li dijî Erdoğan nerazîbûnên xwe tîne zimên. Çepgîr û rastgîrên tirkan li dijî wî û partiya wî têdikoşin û wî wekî "kesê ku li dijî berjewendiyên dîrokî yên neteweyî" destnîşan dikin.
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Recep Tayyip Erdoğan de hene
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.