Spanya
Welatekî Ewropayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Spanya an jî Qiraliyeta Spanyayê (fermî bi spanî: Reino de España; bi ketelanî: Regne d'Espanya; bi baskî: Espainiako Erresuma), welatek li başûrê rojavayê Ewropayê ye. Spanyaya îro %85 ji erdê Nîvgirava Îberî pêk tê.[1] Spanya welatê herî mezin ê Ewropaya Başûr e û çarem welatê herî qerebalix ê Yekîtiya Ewropayê ye. Rûerd axa welat li seranserê piraniya nîvgirava Îberî, giravên Kenariyê yên li Okyanûsa Atlantîkê, giravên Balear ên li Deryaya Navîn û bajarên xweser ên Sebta (Ceuta) û Melilla yên li Afrîkayê vedihewîne. Nîvgirava Spanya ji aliyê bakur ve bi Fransa, Andorra û delava Bîskayayê ve sinor e; li rojhilat û başûr bi Deryaya Navîn û Tengava Gibraltarê re û li aliyê rojava jî bi Portûgal û Okyanûsa Atlantîkê re sinor e. Paytexta Spanyayê û bajarê herî mezin Madrîd e û deverên din ên mezin ên bajarî Barselona, Valensya, Zaragoza, Sevilla, Málaga, Murcia, Palma de Mallorca, Las Palmas de Gran Canaria û Bilbao ne
Reino de España |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: #spainindetail | ||||||
Sirûd: Sirûda neteweyî ya Spanyayê, Hymn of Riego, Sirûda neteweyî ya Spanyayê, Hymn of Riego, Sirûda neteweyî ya Spanyayê |
||||||
Spanya li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 40°12'Bk, 3°30'Ra | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | monarşiya parlamenter | |||||
• | Serokdewlet | Felîp VI (Keyê Spanyayê, Juan Carlos I, 2014–) | ||||
• | Serokwezîr | Pedro Sánchez (nirxa herî nû, Mariano Rajoy, 2018–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 1715 (before 1715, Spanish House of Bourbon, Nueva Planta decrees, Treaty of Baden), 19 adar 1812 (Spanish Constitution of 1812, Liberal state (Spain), –1814), 9 kanûna pêşîn 1931 (Spanish Constitution of 1931, komar, Second Spanish Republic, –1939), 29 kanûna pêşîn 1978 (Constitution of Spain, Spanish transition to democracy), 1479 (keyîtî, Catholic Monarchs, dynastic union of Aragon and Castile) | ||||
• | Rûerd | 505.990 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 47.415.750 (2021) | ||||
Dirav | ||||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +34 | |||||
Malper https://administracion.gob.es/ |
Di destpêka antîk de, li nîvgirava Îberî eşîrên îberî û keltî, tevî gelên din ên pêşroman ên herêmî li nîvgiravê dijiyan. Bi dagirkirina Romayê ya li nîvgirava Îberî, parêzgeha Hispania hate damezrandin. Piştî romankirin û xiristiyanikirina Hispaniayê, hilweşîna Împeratoriya Romê ya Rojava dibe sedema koçberiya hundirîn a qebîleyên ji Ewropaya Navendî yên ku di nav de vîzîgotên ku qiraliyeta vîzîgotî a ku navenda qiraliyetê bajarê Toledo bû ava kirin. Di destpêka sedsala heştan de, piraniya nîvgiravê ji hêla xelîfetiya emewiyan ve hate dagirkirin û di dema destpêka desthilatdariya îslamî de, Endelus dibe hêzek nîvgiravê ya serdest ku navenda wan li bajarê Kordobayê bû. Çend qiraliyetên xiristiyan li Îberiya Bakur derdikevin holê ku di nav wan de serek Asturias, León, Kastilya, Aragon, Navarra û Portûgal hebûn bi berfirehbûnek leşkerî ya berbi başûr ve ku bi navê Reconquista tê zanîn dane despêkirin û desthilatdariya îslamî ya li Îberyayê paşve vegerandin ku bi desteserkirina xiristiyanan a padîşahiya nasrid a Granada di sala 1492an de bi dawî dibe. Yekîtiya xanedaniya taca Kastîlyayê û taca Aragonê di sala 1479an de ku pir caran wekê damezrandina Spanyayê hatiye dîtin, bi desteserkirin Navarra û Yekîtiya Îberî ya bi Portûgalê re berdewam dike. Qiraliyeta Spanyayê, bi riya engîzîsyona spanî, hindikahiyên cihû û misilman neçar dike ku baweriyên xwe bi guheztina katolîkê yan jî dersînorkirina derveyê welêt hilbijêrin. Piştre jî piraniya kesên ku dînên xwe guhertibûn (cihû û misilmanên ku dinê xwe guhertibûn) bi biryarnameyên cihêreng ên padîşah ji welat hatin derxistin.
Welatê pêşeng ê serdema keşfê digel Portûgal, Spanyayê herêmên li seranserê cîhanê zeft kirin û yek ji mezintirîn împeratoriyên dîrokê ava dikin ku seferên spanî yên vê serdemê di 1492an de destpêka kolonîzasyonê li Amerîkayê û di sala 1522an de gera yekem a cîhanê vedihewîne. Pêdiviya împeratoriyê ji bo fînanse û bazirganiya transatlantîk di binyada bilindbûna pergalek bazirganiya gerdûnî ya ku di serî de ji hêla metalên giranbiha ve tê piştgirîkirin û Reformên Bourbon ku di sedsala 18an de Spanyayê navendî dike hebû.[2] Di sedsala 19an de, tevî serketina di Şerê Nîvgiravê de, dabeşên siyasî yên jêrîn di navbera lîberal û absolutîstan de di dawiyê de dibe sedema serxwebûna piraniya koloniyên amerîkî.
Bêîstîqrara siyasî ya di sedsala 20an de bi Şerê navxweyî yê Spanyayê re gihîşt asta herî bilind ku dibe sedema dîktatoriya frankoîstê ku heya sala 1975an dewam dike. Bi vegerandina demokrasiya di bin Destûra Bingehîn a Spanyayê û beşdarê ya Yekîtiya Ewropayê de, welat bi geşbûnek aborî re rû bi rû dimîne ku Spanyayê ji hêla civakî û siyasî ve bi awayekî kûr diguherîne. Ji Siglo de Oro vir ve, huner, mîmarî, muzîk, helbest, wêne, wêje û pêjgehê spanî li seranserê cîhanê, nemaze li Ewropaya Rojava û Amerîkayê, bandor xwe daye nîşan. Jiber dewlemendiya xweya çandî ya mezin, Spanya yek ji welatên herî mezin ên cîhanê ye ku mîrateyên cîhanê vedihewîne. Welat duyem welatê herî serdankirî yê cîhanê ye ku ji bo xwendekarên Erasmus cîhê herî populer e.[3] Bandora Spanyayê ya çandî digihîje zêdetirî 600 milyon spanîaxiv ku zimanê spanî dike duyem zimanê zikmakî yê ku herî zêde tê axaftin û zimanê romanî ya ku herî zêde tê axaftin.
Spanya bi demokrasiyek parlemanî ya laîk û bi monarşiyek destûrî tê birêvebirin ku qiral Felipe VI wekî serokê dewletê ye. Welat aboriyek kapîtalîst a pêşketî ya mezin e ku bi aboriya herî mezin a şazdehem a cîhanê ye û çarem aboriya herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê ye. Spanya xwedan Endeksek Pêşketina Mirovî (HDI) bilind û xwedî kalîteya jiyanê ya pir bilind e ku di cîhanê de yek ji welatan e ku xwedî bendewariya jiyanê ya herî bilind e. Spanya endamê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Herêma Ewroyê, Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ye. Welat mêvanê daîmî yê G20 e û beşek ji gelek rêxistinên navneteweyî yên wekî Konseya Ewropayê (KE), Rêxistina Dewletên Îbero-Amerîkî (OEI), Yekîtiya ji bo Deryaya Navîn, Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD), Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) û Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO) ye.