Portal:Jînenîgarî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Portala Jînenîgariyê
Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên Jînenîgariyê yekî din nîşan bide
- Image 1Huseyîn Înan (bi tirkî: Hüseyin İnan, 1949-1972) şoreşgerekî kurd bû.
Di sala 1949an de li gundê Bozhûyûk ya navçeya Sivas ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Gürünê û lîseyê jî li Qeyseriyê xwend. Di 1966an de xwe di Beşa Zanistiyên Îdarî ya ODTÜyê qeyda xwe çê kir. Înan, piştî demekê bû endamê Qulûba Ramana Sosyalîst SFK û Dev-Gencê ku ew jî girêdayî vê Qulûbê bû. Di vê navbêrê de tevlî nav Partiya Karekerên Tirkiyeyê TİPê bû û di nava çalakiyên vê partiyê de cîh girt. Di heman demê de çi li Stembolê û çi jî li Îzmîr û herêmên din tevlî nav çalakiyên dijî-Emerperyalîst bû; beşdarî mîtîng û çalakiya li diijî Fîloya 6emîn ya Emerîkayê bû.
Dîsa beşdarî çalakiyên li herêmên bejayî û yên weke dagirkirina axê bû. Di sala 1966-67 ya hîndekariyê de ji bo boykoteke a amadekirinê ya ODTÜyê re serokatî kir. Hûseyîn Înan, di 1968an de komeke biçûk û veşartî saz kir. Di çarçoveya fikrên rêxistinê yên teng de li herêmên bejayî dest bi amadekariyên gerîllatiyê kir. Armanca wî ew bû ku bi rêya van gerîllayan, ramanê têkoşîna li dijî Emperyalîzmê pêşbixîne. Koma ku bi taybetî ji endamên ODTÜyê pêk dihat, wê paşê kadroyên navendî yên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê THKOyê sazkiribaya. Hûseyîn Înana di heman salê de ji Faqûlteya Zanistiyên Îdarî hatiye derxistin û di van salan de jî li yurdên ODTÜyê de ma. Di 14 çiriya pêşîn a 1969an de tevî beşeke girîng ê komê di ser Suriyê re derbasî kampên El Fetîhê yên Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê bûn. Li vê derê li cem Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê li dijî Îsraîlê şer kirin. Hûseyîn Înan, di nava êrîşên qereqolên li di dijî Îsraîlê de cîhê xwe girt. (Gotarê bixwîne...) - Image 2Nezîr Silo (jdb. 1972, Dêrika Hemko) nivîskarekî kurd e.
Silo li Rojavaya Kurdistanê li gundekî girêdayî Dêrika Hemko, di sala 1972 an hatiye dine. di sala 1998an de bi komek rewşenbîr re kovara Rojda dan weşandin.
Di rojnameya Azadiya Welat de u gelek kovaren di ên bi zimanê kurdî diweşin de dinivîse, her weha bi zimanê erebî jî di gelek malperan de gotaran dinivise. (Gotarê bixwîne...) - Image 3Rolav, hunermendeke kurd e ku li bajarê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê di sala 1992an de ji dayik bûye û li Helebê (Sûrî) mezin bûye. (Gotarê bixwîne...)
- Image 4Yakub Kolas, navê berê: Kanstantîn Mîxaîlawîç Mîskevîç (jdb. 3ê çiriya paşîn a 1882an li Akînsî ya Rayon Ştoubzî, Oblast Mînsk; m. 13ê tebaxa 1956an li Mînsk) helbestvan û nivîskarekî navdar ê belarûsî bû.
Wekî klasîkvanekî belarûsî tê zanîn. Bi tevî Yanka Kupala pêşengiya tevgera ji nû ve bûyînê (Адраджэнне) dikin. Di wêjeyê de neteweperweriya belarûsî destpê dike. (Gotarê bixwîne...) - Image 5Hêrodotos, Hêrodot an jî Hêrodotê Halîkarnasosî (bi yewnaniya kevn: Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς, lat. Herodotos Halikarnāsseús "Hêrodotosê Halîkarnasosî"; bi latînî: Herodotus), (rawejî 484 b.z.), m. (425 b.z.) dîroknas û nivîskarek yewnanî bû. Qasî ku tê zanîn Hêrodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye "Bavê Dîrokê". Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Hêrodot tê naskirin. (Gotarê bixwîne...)
- Image 6Goran Haco helbestvanekî kurd e.
Di sala 1958'an de li gundê Dirbêspiyê ya Qamişloyê ji dayik bû ye. Heta sala 1974'an ango heta ku xwendina xwe ya lîseyê qedand, li Qamişloyê bû. Piştre ji bo xwendina xwe ya bilind çû Helebê û li wir Fakulteya Endezyariya Elektrîkê xwend. Piştî çûyîna leşkeriyê, bi qasî du salan li Dirbêspiyê di Daîreya Elektrîkê de xebitîm. Di dawiya sala 1985'an de jî derbasî Ewropa welatê Norwecê bû.
Ji gelek helbestên wî ji aliyê pismamê wî hunermend Ciwan Haco ve stran hatiye çêkirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 7Eliyê Ebdilrehman nivîskarekî kurd e.
Eliyê Ebdilrehman di sala 1920î de li Kurdistana Tirkiyeyê hatiye dinyayê, û di sala 1994an de wefat kiriye. Hê di şeşsaliya xwe de digel malbata xwe ji ber zilma tirkan koçî Kafkasyayê dike.
Eliyê Ebdilrehmanê xwendinhez tavilê dest bi xwendinê dike, ji bilî zanistgeha Yêrêvanê ew herweha li Bakûyê enstîtuya pedagojiyê jî xelas dike. (Gotarê bixwîne...) - Image 8Thomas Aquinas an Saint Thomas Aquinas an jî Thomasê Aquinî, (zayîn, nêzî 1225, mirin 7'ê adarê 1274) keşe, fîlozof û teologekî îtalî bû.
Ew keşekî dêra katolîka Xirîstiyanî bû û yek ji 33 mamosteyên dêra katolîk e. Ew navbera katolîkan de wek êlîmekî mezin tê naskirin û wê sewê hin cara wextê ko tê qal kirin bi unvana saînt tê nav kirin. Wî bi fikrên xwe bandoraka mezin li ser dêra katolîka çaxa navîn kiribû. (Gotarê bixwîne...) - Image 9Nacî Sebrî Akreyî (15'ê berfanbarê 1945 Akrê - 2'e pûşperê 2008 Almer/Hollanda) nivîskar û rojnamevanekî kurd bû. (Gotarê bixwîne...)
- Image 10
- Image 11
Kemer, qarîş, pişt, gurtan, kimber, qayîşa piştê bo girêdana navê piştê ye, pirranî bo pantol neşeqitin, nekevin tê bikaranîn. Ji çerm, lajwerdê yan bestirê tê çêkirin. Wekî aksesûarekê jî tê dîtin. Dîsa wekî pêdiviyekê di gelek warên jiyanê de kemer tên bikaranîn. (Gotarê bixwîne...) - Image 12
Îhsan Nûrî Paşa (jdb. 1893 Bidlîs - m. 25'ê adarê 1976 Tehran) general û rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û ji endamên damezrînerên Xoybûnê bû. Li paş şkestina şoreşê, ew li Îranê bû penaber û heta dûmahiya jiyê xwe li Tehrana paytexta Îranê ma.
Ew bi rûdaneka erebeyê (tirombêlê) çû ber dilovaniya Xwedê. Ihsan Nûrî di sala 1892 an 1893 de li Bedlîsê ji dayik bûye. Malbata wî di nav eşîra Celalî de cîhekî bilind girt. Koka wî enablehsan Nûrî kir ku li Împeratoriya Osmanî pîşeyek leşkerî bimeşîne. Wî dibistana artêşê li Erzincan û paşê jî akademiya leşkerî li Stenbolê xwend. Wî di 1910 de, li Albanya, ji 1911 heya 1913, li Yemen, û dûv re jî li Gurcistane wek aliyek kar kir. Ew li eniya Qefqasya dijî Rûsa birîndar bû. (Gotarê bixwîne...) - Image 13Mîrza Elmas Xan, anku Elmas Xanî Kenoleyî (1763 - ? ), helbestvanekî kurd yê bi zaravaya hewramî bû. (Gotarê bixwîne...)
- Image 14Jessica Phyllis Lange (jdb. 20ê nîsana 1949an li Cloquet, Minnesota) lîstikvaneke amerîkan e. Ji sala 1976ê û vir ve di fîlmên televîzyon serkefitinek mezin bi destve îne ne û ew yek ji lîstikvan ên herî baş ku gelek xelatên giranbeha bi destve îne ne, weka xelata Oscar dû cara û pênc cara jî Xelata Kûreya Zêrîn wergirtiye, û sê caran jî Xelata Tony wergirtî ye. (Gotarê bixwîne...)
Wêneyên gotarên jînenîgariyê
- Image 1
- Image 2
- Image 3
- Image 4
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1099 – Di Sefera xaçperestan a yekem de artêşa xaçperestan Qudsê bi dest xistin.
- 1410 – Bi yekîtiya Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya û Keyîtiya Polonya li hemberî Şovalyeyên Tîtonî li gundê Grunwaldê şer qewimî.
- 1799 – Eskerek fransî di sefera Misrê yê Napolyonê de gava ku kelek çêdikirin bi tesadufî, Kevira Rosetteyê yê ku bi sê zimanê hatiye nivîsin dît. Bi xêra vê kevirê nivîsa Hiyeroglîf were famkirin.
- 1840 – Di navbera İmperatoriya Osmanî, Keyaniya Yekbûyî, Prûsya, Împeratoriya Awistirya-Macaristanê û Împeratoriya Rûsî de Peymana Londonê hate îmzekirin.
- 1870 – Georgia, piştî Şerê Navxweyî Yê Amerîkî bû wîlayeta Konfedere yê dawîn yê ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re cardin hate qebûlkirin. Ev şer di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Dewletên Kondere yên Amerîkayê de derketibû.
- 1910 – Emil Kraepelin di kitêba we ya bi navê Psîkîyariya Klînîkî (Clinical Psychiatry) de ji nexweşîna Alzheimerê re navek dide, berî we hevpîşeya wî Alois Alzheimer jî navek li vê nexweşînê dabû.
- 1955 – Hejde alimên ku Xelata Nobelê hildabûn, li dijî çekên nukleerî deklarasyonek (Deklarasyona Mainauyê) weşandin. Paşê 34 alimên din jî beşdarê vê deklarasyonê bûn.
- 1997 – Slobodan Milošević, bû serokê komara Yûgoslavyayê.
- 2006 – Twitter dan destpêkirin, û di cîhanê de bû yek ji mezintirîn platformên medyaya civakî.
- 2016 – Do êvarê li Tirkiyeyê teşebbûsek derbeya eskerî hate kirin.
Jidayîkbûn
- 1904 – Rudolf Arnheim, psîkolog û nivîskarê alman-amerîkî
- 1918 – Bertram Brockhouse, fîzîknasê kenadayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1922 – Leon M. Lederman, fîzîknas, matematîkzanê amerîkî
- 1939 – Aníbal Cavaco Silva, aborîzan û siyasetmedarê portûgalî, serokdewletê Portûgalê yê 19em
Mirin
- 1904 – Anton Çexov, bijîşk, şanonivîs û çîroknivîsê rûs
- 1940 – Eugen Bleuler, psîkiyatrîstê swîsreyî
- 1951 – Celadet Bedirxan, siyasetmend, nivîskar, rojnamevan û zimanzanê kurd
- 1970 – Eric Berne, bijîşk û psîkiyatrîstekî amerîkî