Psîkiyatrîstekî kanadayî From Wikipedia, the free encyclopedia
Eric Berne, jidayîkbûnê Eric Lennard Bernstein, (jdb. 10ê gulanê 1910 li Montréal; (m. 15ê tîrmehê 1970) bijîşk û psîkiyatrîstekî navdar ê ji DYAyê ye. Kesê rêbaza transaksiyonanalîz bipêşxistiye ye. Ev rêbaz paşê di psîkoanalîzê de jî hatiye bikaranîn.
Eric Berne | |
---|---|
Jidayikbûn | 10 gulan 1910 |
Mirin | 15 tîrmeh 1970 Monterey |
Sedema mirinê | Mirina masûlkeyên dil (Sedemên sirûştî) |
Hevwelatî | Kanada (1910–1970), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (1939–1970) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Bandorbar | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Berne kurê bijîşk David û rojnamevan Sara Gordon Bernsteinê ye. Sala 1921 bavê wî dimire, bi xûşka xwe Graceê ve mezin dibin. Berne li Zanîngeha McGill a li Montréalê ye dixwîne û sala 1935 dîploma doktoriyê digire. Li Zanîngeha Yale li cem Dr. Paul Federn perwerdeya bilind a psîkoanalîzê digire û wê jî sala 1938ê bidawî dike. Sala 1939 dibe hevwelatiyê DYAyê û sala 1943 navê xwe diguherîne dike Eric Berne.
Berne sala 1942 heya 1945 bi Elinor McRae (du zarok), ji 1949 heya 1964 bi Dorothy DeMass Way (du zarok) û ji 1967 heya 1970 bi Torre Peterson re marî dimîne (zewicî).
Berne bi qasî deh salan bi babeta pejnê re bilî dibe. Ji ber ku li artêşê wekî psîkiyatrîst dixebitî, dikaribû li ser hezaran kesan çavnêriyan bike, angaştên xwe bixeribîne. Li vir pêşnûmaya xwe ya pejnê ava dike.
Wekî doktor Berne di zanistiya psîkiyatriyê de herwiha gavên girîng avêtiye. Wî metodên naskirin û nasan, êşnasiyê nûjen kiriye. Di vir de rola ceribandinan helek mezin e. Bi rêbaza transaksiyonanalîzê nasana nexweşan hêsantir kiriye.
Berne dibîne ku her mirovek xwedî ego imageyek e û ji zaroktiyê tê. Ew navê viya dike "ez-rewş" ango rewşa ezê. Dîsa vê vedîtina xwe kûr analîz dike, têkiliyên zarok û dê-bavê rohnîtir dike.
Di bin sernivîsa cureyên lîstikê û rêzikên evînê Berne têkiliyên mêr-jinê wekî têkiliyên zarok-zarokê raxistiye ber çavan, jê gelek sûdê werdigire û viya di terapîkirina nexweşiyên dijmirovane yên wekî zivir kirina zarokan de bikartîne.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.