Îran
Welatekî Rojhilata Navîn / From Wikipedia, the free encyclopedia
Îran an jî Komara Îslamî ya Îranê (bi farisî: جمهوری اسلامی ایران, lat. Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān) welatekî Rojhilata Navîn e. Îran li bakur bi Ermenistanê, Azerbaycanê û Tirkmenistanê re, li rojava bi Tirkiye û Îraqê re, li rojhilat bi Efxanistan û Pakistanê re û li başûr bi Kendava Farisî û Kendava Omanê re û li aliyê din ê wan herduyan re bi Kuweyt, Erebistana Siûdî, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Omanê re hevsî ye.
Komara Îslamî ya Îranê جمهوری اسلامی ايران Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: استقلال. آزادی. جمهوری اسلامی (farisî) Esteqlāl, Āzādi, Jomhuri-ye Eslāmi ("Serbixwebûn, Azadî, Komara Îslamî") |
||||||
Sirûd: "سرود ملی جمهوری اسلامی ایران" (farisî) Sorud-e Melli-ye Jomhuri-ye Eslāmi-ye Irān |
||||||
Paytext û bajarê mezin | Tehran 35°41′Bk 51°25′Ra | |||||
Zimanên fermî | Farisî | |||||
Komên etnîkî (2015) | ||||||
Rêveberî | Komara îslamî | |||||
• | Serokê dînî | Elî Xaminêyî (سید علی خامنهای) | ||||
• | Serkomar | Ebrahim Raisi (سیدابراهیم رئیسی) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Sazkirina Komara Îslamî | 1ê nîsana 1979an | ||||
Rûerd | ||||||
• | Giştî | 1.873.959 km2 | ||||
• | Av (%) | 0,7 | ||||
Gelhe | ||||||
• | 2017 Texmînkirin | 79.966.230 | ||||
• | Tîrbûn | 48/km2} | ||||
Dirav | Riyal | |||||
Koda telefonê | 0098 | |||||
Înternet TLD | .ir |
Bi 1.648.195 km2 mezinahiya xwe ve di dinyayê de dewleta 18em e.
Mezhebê fermî yê Îranê şîî û zimanê fermî jî farisî ye.
Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewrasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC) ye.