Babîl an jî Babil (bi erebî: بابل, Bābil; akadî: Bābili(m); bi logograma sumerî: KÁ.DINGIR.RAKI; îbranî: בבל, Bābel; yewnanî: Βαβυλών, Babylōn) weke peytexta babîliyan yek ji girîngtirîn bajarên Serdema kevnare bû. Ew li qerexan çemê Feratê hatibû avakirin û 90 km li başûrê Bexdaya Iraqa îro bû Parêzgeha Babîlê. Xirbe û jibermayên bajêr di destpêka sedsala 20'an de di nav de Robert Koldewey ji aliyê arkeologên rojavayî ve hatin kolan.

Thumb
Babîl
Babîl
Bajarê Babîlê (Îraq)
Thumb
Dergehê Iştarê yê Babilê, di sala 1932'an de
Thumb
Dergehê Iştarê yê Babîlê, li mûzexaneya Pergamonê ya Berlînê
Thumb
Şêrek ji Dergehê Îştarê yê Babîlê, li mûzexaneya Pergamonê ya Berlînê
Thumb
Hûrbîniyek ji Dergehê Îştarê yê Babîlê, li mûzexaneya Pergamonê ya Berlînê

Bêjenasî

Navê Babîl ji gotina akadî Bab-ilim an Bab-ilu tê û wateya wê "Dergehê Xwedê" ye. Lê ev nav bi dibêtiyeke mezin ji aliyê akadî û babîliyan ve şaş hatiye fêmkirin û koka wê ne akadî ye (Babbillum).

Babîl di Peymana Kevin de

Di kitêba pêşî ya Tewratê de serhatiya Birca Babîlê tê gotin (Destpêkirin 11):

Piştî tofana Nûh, mirov ji zarokên Nuh dîsa li ser dinyayê zêde bûn. Di wê demê de zimanê hemû mirovên dinyayê yek bû û peyivîna wan jî yek bû. Çaxê ku wan ber bi Rojhilat ve koç kir, li herêma Şînarê deştek dîtin û li wir cîwar bûn. Wan ji hev re got: «Werin, em ji xwe re bajarekî û birceke ku serê wê bigihîje ezmên ava bikin, da ku em nav û dengê xwe derxin; nebe ku em li ser rûyê hemû erdê belav bibin. Werin, em kelpîçan çêkin û em wan baş biqelînin.»

Wan weha kir û dest bi avakirinê kirin. Di şûna keviran de kelpîçên wan û di şûna xercê de, zifta wan hebû.

Xwedê bi nêta wan dizanî û li wî bajarî û li wê birca ku mirovan çêdikirin, nêrî. Wî got: «Ew hemû yek nîjad in û zimanê wan hemûyan yek e. Wan dest bi vê yekê kiriye û êdî tu tiştê ku bixwazin bikin ji wan re namîne zehmet. Werin, em dakevin jêr û zimanê wan tevlihev bikin, da ku ew zimanê hev fêm nekin.»

Xwedê weha kir û ji ber ku mirovan zimanê hev fêm nekir, devjenî derket û wan zû dev ji avakirina bajêr berda û li ba hev neman.

Bi wî awayî Xwedê mirov li ser rûyê hemû erdê belav kirin. Ji ber vê yekê ji bajêr re "Babîl" hat gotin, çimkî Xudan zimanê hemû mirovan li wir tevlihev kir û bû "bil bila" wan.

Di sala 586'an berî hatina Mesîh de, padîşahê Babîlê Nebûxadnezar bi artêşa xwe ve hat û Orşelîm vegirt. Wî sûra bajêr û Perestgeha Xwedê ya ku Silêman padîşah ava kiribû, xera kir, şewitand û gelek mirov hatin kuştin.

Nebûxadnezar jî gelek cihû sirgûn kirin, anîn herêma Babîlê. Li wê derê 70 salî man. Di wê demê de, li Babîlê Zebûr 137 hat nivîsîn.

Çavkanî

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.