Portal:Dîrok
From Wikipedia, the free encyclopedia
Portala Dîrokê
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê yekî din nîşan bide
- Image 1Topal Osman an jî Yarbay Topal Osman Ağa (jdb. sala 1883 li Giresunê, Împeratoriya Osmanî - m. 2'ê avrêlê 1923, Enqere, Rêvebirina Enqere) yek ji xwînrêjên mezin ên di dawiya osmanî û damezrandina Komara Tirkiyê de xwedî erkên mezin e.
Têkiliya wî bi serokê tevgera netewî ya Tirk Mustafa Kemal Atatürk re çêdibe û heya dawiya jiyana xwe di bin fermandariya Atatürk de dixebite. Beriya ku bi Atatürk re bixebite, di bin fermandariya Talat Paşa de di Komkujiya Ermeniyan de cihdigire. Herwekî fermandariya Komkujiya Pontûs û Grekan ên ku li Anatoliya mane dike. Bi hezaran Pontûsan dikuje. (Gotarê bixwîne...) - Image 2
Çemên Dîcle û Firat
Mezopotamya (bi yewnaniya kevn: Μεσοποταμία, lat. Mesopotamía), welatekî dîrokî ye ku rûerda wî di nav beşên Asyaya Rojavayî û Rojhilata Navîn a îro de û di nav pergala çemên Dîcle û Firatê de, li beşa bakurê Heyva Biadan e. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateyê nav du çeman. Navê Mezopotamya bi zimanê farisî Miyanrudan û bi zimanê aramî (suryanî) Beth Nahrin e. Kurdistan jî li bakûrê Mezopotamyayê ye.
Di dîrokê de li Mezopotamyayê ya kevn împeratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûran û Îranan hebûn. Mezopotamya çavkaniya olên herî mezin di cîhanê de ye. (Gotarê bixwîne...) - Image 3
Yîn û Yang semboleke dualîzmê ye ku tê wateya qencî û xerabiyê.
Dualîzm, (bi kurdî; "duî", "duîtî", "dualî", "dualîtî") xateka bi pergal e felsefî e tîgihiştînî ku bandûra wê li felsefe û fîlosofên ku piştre derketiya bûya ya. Koka gotinê "du" û yan jî "do" ya. Du, di kurdî de wateya didu tiştan a. Di temenê pirraniya hizrên ku li mesobotamîk de heya. Zerdeşt, ew bi felsefe kir û di deme xwe de hanî ser ziman. Bi têgihiştina afirandina "Ahûra Mazda" û "Ehrîman" hanî ser ziman. Ahrîmen xirabiyê û ne başiyê nimînêr dike. Ahûra mazda qancî û başiyê nimînêr dike. Qancî û xirabî timî li ber hevdû di şer de bûna. Bi vê yekê re, aliyekî têgihiştina dûalîsmê tê ser ziman. Piştî Zerdeşt re, çend Felsefe û Filosof hatin û çûn bandûra wê têgihiştinê bi têgihiştin û felsefeye ku wî afirand re lê bû. Bi teybetî di ola Êzîdîtîyê de, divêt ku mirov bahse wê bike. Li temenê qancbûnê bi li dijî xirabiyê re felsefe êdîtiyê, ev têgihiştin di demên wê yên berê de rûniştiya. Piştî êdîtiyê re olên yek-xwûdayî ên weke Cihûtiyê, Filehiyê û Misilmantiyê bixwe jî, di wan de bicihbûya. Minaq, têgihiştina "Bihûşt û Dojeh"ê ku mirov hildê li dest, mirov wê di hemû olan de bibînê. Ev têgihiştin, bi xwe re, wê di olan de bicih dike. Dîroka wê xata felsefik, dem bi dem bûya xwediyê pêşketinê bi demê re. Di têgihiştina Manî de jî heya û Manî hinekî felsefe wê haniya ser ziman. (Gotarê bixwîne...) - Image 4
"Devşîrme" li palasa Topkapiyê.
Devşîrme, berhevkirî, ji sazûmaniya Osmanîyan a bo berhevkirina zarokên tevkujî û komkujiyan û tirkkirin/îslamkirina wan re tê gotin. (Gotarê bixwîne...) - Image 5
- Image 6Lahamu, Zaroya pêşî ya Tîamat û Apsu bû. Bi Birayê xwe Lahmu re bû. Lahmu û Lahamu jî, bûna dayik ji Anşar û Kîşar re. Di kêvalbarên ji wê demê mana de, Lahamu( ye "mê" ya), carna weke Mar tê xûyakirin. Carna jî, weke Jin tê xûyakirin. Ku weke sembola wê jî tê ser ziman, li ser wê kemberaka sor ku girêdayî ya tê dîtin. Lahmu û lahamu, ti carî jec cuda nabin. Ev jî, weke xosletekî wan tê ser ziman. (Gotarê bixwîne...)
- Image 7Nîbhaz (bi îbranî: Barker), Weke xwûdayekî tê ser ziman di Mitolojiya sumerîyan de. Di şeklê Sayekî de hatîya dîtin. (Gotarê bixwîne...)
- Image 8Hendursaga, xwûdayê dadê ê dema Sumer, babil û Akad a. wekî din jî, li Lagaş û Gudea, jê re hat gotin "peyamnêrê ardê" jî. (Gotarê bixwîne...)
- Image 9
Ji hêlek din Pireya Dehderî û Deriyê Mêrdîn
Pira Dehderî an jî Pira Belek navên pira kevn û dîrokî ya Amedê ye ku li ser çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Ji bo deh çaviyên wê yên avê hene, jê re gotine Pira Dehderî. Pira Dehderî, li dervî bajêr, li aliyê başûr, ji Deriyê Mêrdînê 3 km ji bajêr dûr e. Dirêjahiya pirê 180 metre û firehiya wê jî 7-8 metre ye. Pire ji kevirên bazalt ên birî hatiye çêkirin. Bi kevirên sêgoşe li hev hatine siwarkirin. Di lengerên pirê de dîwarên taybetî hatine çêkirin. Pire du beş e. Beşa aliyê rojhilat û beşa aliyê rojava. Di nav van herdu beşan de stûneke bi taybetî heye û ev stûn herdu beşan bi hev girê dide. Ji bo şîpa avê bi hêz li aliyê rojavayê pirê dixe, dîwarê vî alî stûr û çaviyên wê firehtir hatine çêkirin. Gelek dîroknas û bi taybetî ji wan dîroknasan Carsten Niebuhr dinivîse ku pira Amedê bi qasî dîroka bajêr kevn e. Lêbelê ev pira Dehderî ya ku niha hîn jî heye ne ya yekem e; ev di dema dewleta kurd a merwaniyan de hatiye çêkirin an jî hatiye tamîrkirin.
Dîroknas M. van Berchem û Albert Gabriel dinivîsin ku di serdema antîk de ev pir hebûye lê her cara ku hêzên ku dor li bajarê Amedê pêçane û xwestine bajar bigrin, pira hebûye xerab kirine.[çavkanî hewce ye] Piştre dema ku bi paş ve vekişiyane pir ji nû ve hatiye çekirin an jî hatiye tamîrkirin. Yanî di her şerê ser Amedê de, pira Amedê ji dijmin re bûye hedefa yekem. Wek tê zanîn di sala 974an de çaxa ku împeratorê bîzansî Yûhena I Tzîmîskes dor li Amedê pêçabû, pir hilweşandibû. Nivîsara ku di sala 1065an de li ser dîwarê pirê hatiye kolandin û heta îro jî hîn heye û destnîşan dike ku pir ji aliyê padîşahê Merwaniyan Nîzamuldewle ve hatiye çêkirin, weha ye: (Gotarê bixwîne...) - Image 10
Eyaleta Kurdistanê (bi osmanî ايالت كردستان, Eyâlet-i Kurdistân) yek ji eyaletên dewleta osmanî bû ji sala 1847an heta 1867an. Yekeya îdarî ya pêşîn a dewleta osmanî ya ku bi navê "Kurdistan" hatibû navlêdanîn.
Hinek lêkolîner jî eyaleta Şehrezûr bi Kurdistanê ve tevlihev dikin, zen dikin ku eyaleta Şehrezûr eyaleta Kurdistan e. Li sala 1847ê Bedirxan Beg serî hildaye. Di rojnameya osmanî li 14 kanûna pêşîn 1847ê da - Rojnameya Takvim-i Vekayi - parêzgehekî bi navê "Eyaleta Kurdistan" bi fermî hatiye damezirandin. Di vê eyaletê de misilmanên kurdîaxiv dijiyan. Li gorî salnameya wê heynê Hakkâri, Dêrsîm û Diyâr-ı Bekr li sala 1849ê daxilî vê eyaletê kirin. Herêm ji ber damezirandina xwa paşînga hatiye guhartin û li sala 1867ê hatiye belavkirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 11
Theodosius I li ser perikakê
Theodosius I an Theodosiusê Mezin (bi yewnaniya kevn: Θεοδόσιος, lat. Theodósios; wekî Teodosiyo I an Teodosiyoyê Yekem jî tê nivîsandin) bi navê tam bi latînî: Flauius Theodosius (11ê kanûna paşîn 347, Hispania-17ê kanûna paşîn 395 Mîlano), yek ji împeratorên Împeratoriya Romê bû. Ew di navbera 379an û 394an de împerator bû û hikûmdarê împeratoriya Romê ya dawî bû. Li wî şûnda êdî împeratorî bi tunî û bi dawî bû du paran.
Di dema hikûmdariya Theodosius I de xiristiyanî li împeratoriyê bû olê fermî. (Gotarê bixwîne...) - Image 12Seyahatname (osmanî: سياحت نامه) an jî Seyahatnameya Ewliya Çelebî pirtûka Ewliya Çelebî ye a geriyê ye ku di sedsala 17an de hatiye nivîsandin û berhema wî a girîng e. Ji deh cîldan pêk tê.
Di pirtûkê de behsa Kurdistanê, zimanê kurdî, çanda kurdî jî dike. (Gotarê bixwîne...) - Image 13Cahş an jî Cehş ji bo kesên kû bi dewletê re kar dikin û li dijî serhildêran şer dikin, tê gotin. Herwekî ji kerên çêlik re jî Cahş anjî kurrîk tê gotin. Di dîroka Kurdistanê de gelek caran dewletên serdest ji nava civaka kurd kesên ku li dijî tevgerên azadîxwaz şer kirine ji xwe re bi kar anîne û ew bi serhildêren kurd dana şerkirin. Di van şeran de bi hezaran kurd bi destê hevûdû dane kuştin. Armaca wan dewletên ku Cahş û Cerdewanan bi kar tînin ewe ku civakê bikin çend beş û berxwedana şervanan bişkînin. Îro bi taybetî li bakurê Kurdistanê sistema Cahşîtiyê tê bi kar anîn û li derdora 60.000 kes weke Cahşê ( bi tirkî: Köykorucu) dewlêtê kar dikin. Serokeşîr û axayên kurd yên ku tenê li berjewendiyên xwe yên şeqsî dinêrin, ji vê sistemê re dibin alîkar. (Gotarê bixwîne...)
- Image 14
Kuştina Tupac Amaru
Túpac Amaru II (José Gabriel Túpac Amaru jdb. 19ê adara 1742an - Cuzco, Perû – m. 18ê gulana 1781ê Cuzco) serokê serhildana 1780yî ya li Perûyê ye, ku ew serhildan ji aliyê niştecihên perûyî ve li dijî spaniyan derketibû. Ew şoreşgerekî ji malbata hikûmdarê dawî yê înkayan Túpac Amaru bû. Navê wî yê rastî José Gabriel Condorcanqui bû. Wî rêbertiya tevgera gundiyên perûyî kir. Lewma navê Túpac Amaru lê hate kirin.
Túpac Amaru li herêma Tungasucayê ya parêzgeha Cuzcoyê ji dayik bû. Herçiqas ku li dibistana civata Îsewiyan perwerde dîtibe jî, eslê xwe winda nekiriye. Di sala 1780yî de ji ber ku dadrêsê bajêr yê bi navê Antonio de Arriaga li dijî gel zordarî dikir, ji aliyê Túpac Amaru ve hate girtin û kuştin.
Serhildana Amaru li Amerîkaya başûr belav bû. Herçiqas ku têkoşîna wî li Bolîvya, Arjentîn û Perûyê belav bûbê jî, di dawiyê de têk çû û ji aliyê spaniyan ve dîl hate girtin. Tê texmînkirin ku di serhildana wî de nêzîkê 80.000 niştecihî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Tupac Amaru bi malbata xwe re hate girtin, li ber çavên wî jina wî Micaela Bastidas Puyucahua û her sê zarokên wî (Hipólito, Mariano û Fernando) hatin kuştin. Piştre îşkence li wî kirin û ser û lingên wî jî hatin jê kirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 15
Nexşeya Desthilata Şêx Ubeydelayê Nehrî li derûdora 1880
Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî li sala 1880ê de bi rêberiya Şêx Ubeydullahê Nehrî hatiye dest pê kirin. Gundê Nehrî dikeve başûrê Şemzînanê ku 16 km yan jê dûr e. Ev gund piştî salên 1850ê bû navenda terîqeta neqşîbendî. Malbata Şêx Ubeydela ji layê dînî ve rêberiya gelê herêmê dikir. Li sala 1820ê Mewlana Xalidê Kurdî şêxê Nehriyê wek xelifeyê ye tayîn kir. Piştî vê rûdanê gundê Nehrî bû yek ji navendên girîngtirîn ya terîqeta Neqşîbendî li Kurdistanê. Gelek ekolên Kurdistanê wek Şêxên Menzîlê, Şêxên Norşînê îcazetên xwe ji şêxên Nehrî wergirtî ne. (Gotarê bixwîne...)
Wêneyên bijartî
- Image 1Îhsan Nûrî Paşa û jina wî Yaşar Xanim
- Image 2Şerê cîhanî yê yekem
- Image 3Wênenîgariyeke Pirtûkxaneya Îskenderiyê
- Dîmenekê çandinî ya xelkê Misirê.
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1933 – Wiley Post, bû kesê yekem ê ku derdora dinyayê bi tenê geriya. Rêwîtiya xwe ya ku 15.596 mîl girt, di 7 roj, 18 saet, 45 deqeyê de temam kir.
- 1944 – Fona Navneteweyî ya Diravê (bi îngilîzî: IMF, Internationale Monetary Fund) saziyeke taybet a NY (Neteweyên Yekbûyî) ji bo pêşxistina aboriya dinyayê hate damezrandin.
- 1946 – Li Qudsê ôtela bi navê King Davidê hate bombekirin, 90 kes mirin. Ev hotel ji alî îngilîzan ve wek qerargehê dihate bi kar anîn.
- 1974 – Operasyona Kîprosê: Firqeya tirkan yê 39em derketin girava Kîprosê û li wir bi yên ku ji hewayê peya bûn re bûne yek. Di saet 17.00'an de agirbest hate îlan kirin. Hêzên tirkan li benda Hevdîtinên Cinêvê sekinîn.
- 1977 – Serokê çînî Deng Xiaoping vegeriya îqtîdarê.
- 2003 – Li Fransayê di Barûya Eyfelê de agir derket.
- 2003 – Di bombebarana ku hêzên taybet yên Amerîkayê li bajarê Mûsilê li dar xistin de, kurên dîktatorê Iraqê Sedam Huseyn; Uday Huseyn, Kusay Huseyn, kurê Kusay Huseyn û muhafizek hate kuştin.
- 2007 – Li Tirkiyeyê hilbijartina giştî hate kirin. Partiya Dadwerî û Pêşvebirinê bi serokatiya Recep Tayyip Erdoğan, %46,66 ray girt, 341 parlementer derxist û bi tenê bû îqtîdar. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di vê hilbijartinê de tevî partiyên çepgir, ji bo ku benda hilbijartinê derbas bibe Bloka Hezar Hêviyê ava kir. Ev blok, 22 mebûs derxist.
Jidayîkbûn
- 1887 – Gustav Hertz, fizîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1964 – John Leguizamo, aktorê amerîkî-kolombiyayî
- 1992 – Selena Gomez, stranbêj û aktrîsa amerîkan
Mirin
- 1908 – William Randall Cremer, polîtîkerekî brîtanyayî, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
- 1999 – Hozan Serhad, hunermendê kurd