Portal:Dîrok
From Wikipedia, the free encyclopedia
Portala Dîrokê
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê yekî din nîşan bide
- Image 1Şerê Libnanê şerek bû ku di 6ê hezîrana sala 1982an de li başûrê Libnanê dest pê kir û di hezîrana 1985an de bi dawî hat.
Ev şer dualî bû, aliyek Dewleta Sûrî, Hizbullah, Rêxistina Rizgarkirina Filistînê (PLO) û beşin din bû, aliyê din jî Îsraêl û komên çekdar ên xiristiyanên marûnî bûn.[çavkanî hewce ye] (Gotarê bixwîne...) - Image 2
- Image 3Diocletianus (bi yewnaniya kevn: Διοκλητιανός, lat. Dioklētianós) navbera salên 284 û 305 de împeratorê Romê bû. (Gotarê bixwîne...)
- Image 4
Serhildana Qoçgiriyê an jî Şoreşa Qoçgîrê, yekemîn serhildana li hemberî hikûmeta Enqereyê ye û di tîrmeha 1920an de li Qoçgiriyê rû da. Berî serhildanê xebatên amade kirinê ji aliyê Elîşêrê Dêrsîmî û Baytar Nuriyê Dêrsîmî ve hate meşandin. Di tîrmeha 1920an de hin yekîneyên di bin fermana serok-eşîrê bi navê Misto, avêtin li ser qereqola Çulfa Alî ya Zarayê.
Piştî vê serdegirtinê navbêra Sêwas-Ezirgan û Qenxal-Qoçgîr û derûdora wê kete bin hikmê yekîneyên Kurdan. Serok-eşîrê Şedanê Paso, Gercanê dagir kir û bi kirar wî dest danî li ser rêvebiriyê û li avahiya hikûmetê ala kurdî hildan. (Gotarê bixwîne...) - Image 5
Komara Sovyet a Sosyalîst a Azerbaycanê ji 1922'an de heta 1991'ê yek ji komarên YKSS'ê bû.
Ew heta ku di 5'ê berfanbara 1936'an de belav bûbû yek ji parçeyên Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê bû. Di 1991'ê de Azerbaycanê serbixweyiya xwe da zanîn û ew dawî bû. (Gotarê bixwîne...) - Image 6
Lolo an Lollo gelek ji civakên Zagrosa mezin ku ji zûda li herêma Silêmaniyê jiyane u kalên Kurdan e. Di gelek çaxên dîrokê de dewlet saz kirin, xwediyê serxwebûn û azadiyê bûne. Di ilm û karbend û çand û pisporiye da gelek pêşta çûne. Ji bo parastina ax û welate xwe bi gelê Asur û Aqadra pir cara ceng û şerr kirine. Bi gora lewha entika kevnara, ya çaxê qirale Lolo´wan ku di 2800 sal beriya buyina Îsa pêxember de ku li herema Zehawê hitye ditin, ji herema Halman (Hilwan) ê heya herema Zehaweyê hemû di bine destê Lolo´wandan buwe. Sinoren dewlete wan, di xweda bajarê Silemaniye, Sexan, Zehawe, Şehrezûr û Kerkûke ji digirt. Paytexta wan bajare Zimriye buwe.
Li Dersîme nave yek eşire Lolan (Gotarê bixwîne...) - Image 7
Xalis Begê Sipkî (bi fermî Halis Öztürk), * 1899 li Dutax, bakurê Kurdistanê; m. 24ê îlona 1977an) yek ji pêşmergeyên sereke yên serhildana Agiriyê bû.
Dewleta Romê (Tirkiye) ji bo heqaretkirinê paşnava Öztürk (tirkê xas) dide malbata wî. Piştî şikestina serhildanê û komkujiya Geliyê Zîlanê, dikeve siyasetê. (Gotarê bixwîne...) - Image 8
Hesen Hişyar (1897 li Amed - 1985 Qamişlo) kurdperwer, nivîskar, helbestvan û dîroknasekî kurd bû. Di sala 1897an de li gundê Serdê 70 km bakurê rojhilatê bajarê Amedê di navbera Hênê û Liceyê de hatiye dinê.
Di nav salên 1920î de bi tevgera kurd re dikeve danûstendinê. Têkiliya Îhsan Nûrî Paşa bi navçeyên Hênê û Liceyê pêk tîne. Di liberxwedana neteweyî ya Şêx Seîdê Pîran a sala 1925an de bi şêweyekî kariger cih digire. Piştî şikestina liberxwedanê Hesen Hişyar birîndar tê girtin û di dadgehê de tê arihkirin. Ji ber biçûkiya temenê wî darvekirinê dikin 15 salan hebs. Lê piştî bûriya giştî ya 1928an ji girtîgehê derdikeve, diçe Amedê û dikeve karê dewletê, dibe kargêr û rêveberê cergeya tabûya Qulpê. (Gotarê bixwîne...) - Image 9
Keleha Cizîrê yek ji cihên dîrokî û kevnar ên Cizîrê ye.
Li bakûrê Cizîrê li ber ava Dicle ye. Ev kelha xwediyê şatoyeke mezin, di dema Gudîyan de hatiye avakirin, piştî wan di demê Aşûrîyan de ji nû ve hatiye tamîrkirin. Salên pêşî yê îslamiyetê de hindek tamîrat lê hatine kirin û di demê Ebasîyan de jî ciyên xirab boyîn ji aliyê Emerê kurê Ebdilezîz ve hatîne tamîr kirin. Hindek ji vê kehlê bi sê qetî, hindek jî bi du qetî hatiye ava kirin. Tevayê kelhê di demê tekûziya xwe de 365 ode bo. (Gotarê bixwîne...) - Image 11Balora Kûruş nivîskeke Kûruşê II li ser baloreke gil de nivisandî ye. Dûv Babîl vegirt şunda Kyros ew nivîska li ser serfiraziyên xwe û armancê xwe nivisandî bû. Ew di 1879an de ji aliyê Hormuzd Rassam de li mizgefta Marduka Babîl hat dîtin.
Hin kes bi wê re dê na "Danasîna Mafên Mirovan" herî pêş de . Ji bo di wê da tê gotin ku, azadî hat dane xulamên Babîl û azadiya olan pend dike bi wê re wiha tê gotin. (Gotarê bixwîne...) - Image 12
Mizgefta Mezin a Cizîrê li Cizîrê mizgefteke bi nav û deng e.
Wekî tê gotin Mizgefta Mezin ya Cizîrê berî îslamiyetê dêr bû. Di sala 639'an de wextê îslamiyet hat Cizîrê ev dêr hatiye guhertin, bûye mizgeft. Di demê Ebasîyan de Emerê kurê Ebdilezîz bûye waliyê Cizîrê û ev mizgeft ji binî xirakirîye û li ser eslê wê yê kevin ji nuve ava kirîye. Piştî wê di sala 1160'an de ji aliyê atabegê Zengî yê Cizîrê Ebûlqasim Mehmûd ve hatiye xirakirin û li gorî aslê wê yê kevin dîsa hatiye avakirin. Li ser deriyên navîn yê mizgeftê li aliyê çepê de ev tiştên he bi nivîsandin he ne. Ji bilî wê jî li ser vê mizgeftê di nivîseke dî de:hatiye nivîsandin. Wergera wê bi kurdî ev e: (Gotarê bixwîne...) - Image 13Li mezopotamya di deme sumeriyan de hin bajarên sereke û navdar ev bûn.Her şaşan pêşî ji, bi navê xanedanan têne xuyakirin. Di nav wan de hin ji wan cihê wan ji li ser nîqaş têne kirin. Lê hemû ji, yên ku jîn bûne û yên wê deme ne.Di serî de he şaş bajarên pêşî, û hê gelek ji van bajaran ji. Ji kêvalbarên û nivîsên wê demê yên sumeriyan mirov du tiştan têdigihê.Yek wan nivîsa pêşî bi pêş xistina, Ya dî ji ewê ku zimanê ku wan bi kar dianî, "Kurdiya kevne".Hîmê kurdi sumeri di xwe de di hawane.Bi vê yekê re, mirov karê vê yekê re bi rehetî bêje ku Kêvarbar(teblet)ên ku ji wê demê, yên hatin dîtin û kifş kirin, ji bo zimanê kurdi ji, hinek dokumentên girîngin. Lê ta naheka ev yek ji ber çavan dûr maya.Ev ji kîmesiyeke.Deme ku me lêkolîneke ku ne zêde fireh ji kir, me ev yek kir.Di berhama Samuel Noah Kramer ya bi navê "mîtolojiya sumeran" de ev yek pir bi firehî hatiya ser ziman. Weke kurdiya iro, di zimanê sumeriyan de ji "fonetîk" pir zêde hene.Gelek ji wan hîm û hebûn wek hevin.Bi vê yekê re, pêdivî heya ku lêkolîineke mazin li ser ziman bê kirin.
- Eridu
- Bad-tibira
- Larsa
- Saruppak
- Kîş
- Uruk
- Ur
- Nippur
- Lagaş
- Ngirsu
- Umma
- Hamazî
- Adab
- Marî
- Akşak 1
- Akkad 1
- Isin
- Kuara
- Zabala
- Kisurra
- Marad
- Dilbat
- Borsippa
- Kutha
- Der
- Eshnuna
- Nagar
- Image 14
Serdema Bihar û Payiz (çînî: 春秋时代, " Chūnqiū Shídài" , B.Z. 722- B.Z. 481 ), serdemeke dîrokî ya Çîn e. Dema navbera salên B.Z. 722- B.Z. 481an e. Ev serdem navê xwe ji pirtûka Konfusyus "Qeydên Bihar û Payizê" hil dide.
Di Serdema Bihar û Payizê de, Çîn li 170 dewletên piçûk hatibu parvekirin. Şer û erîş di navbera van dewletanda pêk dahat. (Gotarê bixwîne...) - Image 15Çerkez Ethem (jdb. sala 1885 li Bandirmayê, Împeratoriya Osmanî – m. 7ê çiriya pêşîn a 1949an, Emman, Urdun) gerîllayekî çerkez ê osmanî bû. Ji gundê Emreköya Bandirmayê ji pênc kuran kurê herî biçûk ê Alî Beg bû. Birayên wî yên mezin İlyas û Nurî, şerê bi rûman re hatine kuştin. Birayên wî yên din Reşet û Tevfîq jî di salên 1901ê û 1902an de, dibistana Herbiyê qedandin û bibûn serbaz. Birayê wî Reşîd, di gelek bereyan de tevlî gelek cengan bibû. Dûre weke parlementerê bajarê ku niha navê wê Manîsa ye bû û ji wir tevlî Meclîsa Mezin a Tirkan bû.
Çerkez Ethem, ji malê direve û dikeve Dibistana Suwarî ya Bakirkoyê ya Zabît a Piçûk. Di şerên Balkanê de, di bereya bulgar de birîndar bû. Zama qidemê û madalyon wergirt. Di şerê cîhanê yê yekem de, li jêr serkêşiya Eşref Kuşçubaşı bi Rêxistina "Teşkîlatı Mahsusa" tevlî êrişên li ser Îran, Efxanistan û Iraqê bû. Birîndar bû û piştî şer vegeriya gundê xwe. Di sala 1919an de Rêxistina gerîlla ‘Kuvayî Milliye’ ava kir. Ev rêxistin, weke hêza gerîla ya Anatoliyê, li hemberi hemû serhildanên li dijî komarê hate bikaranîn. Bi damezirandina Komara Tirkiyê re pêwistiya vê rêxistinê ji holê rabû, serok û fermandarên vê rêxistinê bi ‘xayîntiya welat’ ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk ve hate tawanbarkirin û sûrgûnkirin. Çerkez Ethem, ji aliyê Mustefa Kemal ve di Lîsteya sedûpênciyan de hate bicîhkirin. Di 9ê gulana 1921ê de Dadgeha serxwebûnê derheqê Çerkez Ethem, fermandarên wî û xizmên wî de hûkmê dardekirinê da. Lewma Çerkez Ethem, salên mayî yên jiyana xwe li xeribiyê berdewam kiriye. Pêşî çû Berlînê. Dûre demekê li Qahîreyê ma û di salên dawî de derbasî Ûrdûn û Libnanê bû. (Gotarê bixwîne...)
Wêneyên bijartî
- Image 1Şerê cîhanî yê yekem
- Image 2Îhsan Nûrî Paşa û jina wî Yaşar Xanim
- Image 3Wênenîgariyeke Pirtûkxaneya Îskenderiyê
- Dîmenekê çandinî ya xelkê Misirê.
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1874 – Norwêc ji Swêdê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir.
- 1996 – Nivîskar Yaşar Kemal li Spanyayê Xelata Navnetewî ya Katalonyayê wergirt.
- 1940 – Almanya bi pêşengiya dîktator Adolf Hitler, Fransa dagir kir.
- 1971 – Mahir Çayan û hevalên wî serkonsolosê Îsraîlê Efreîm Elrom revandin.
- 1976 – Li Ozbekistanê erdhej çêbû, hezar kes di encama vê karesatê de mirin.
- 1983 – Peymana aştiyê ya Îsraîl û Libnanê hate mohrkirin.
- 1994 – 19 balafirên artêşa tirk bi mahneya ku bargehên gerîlayên KADEKê hene, navçeya Qeladizê bombebaran kirin û di encama vê êrîşê de 58 kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dan.
Jidayîkbûn
- 1749 – Edward Jenner, bijîşkê brîtanî
- 1866 – Erik Satie, komponîst û piyanîstê fransî
Mirin
- 1966 – John Deere, çêkerê makîneyên çandiniyê yê amerîkî