Navçeyeke li Agiriyê, Bakurê Kurdistanê From Wikipedia, the free encyclopedia
Dutax (bi tirkî: Tutak) yek ji navçeyên Agiriyê ye. Li başûr-rojavayê Agiriyê dikeve. Rûber 1.562 km², bilindahî ji rûyê avê 1.565 m ye. Di qeydên dîrokî yên Osmaniyan de hin caran navê Dûtaxê wekî Dûrtax, Entab jî derbas dibe. Êzidî li vê herêmê re dibêjin Êzdîxan an jî Êzdîxane, berê li vê derê Êzdî pir bûne. her wuha tê gotin ku Kurdên vê derê hemû êzdî bûne. ev herêm herêma êla Sîpkî ya ye û Sîpkî vê dawiyê de bûne Misilman. Axa herêmê pirranî çiyayî ye. Deşta Dutaxê (Entabê) berbiçav e. Robara Miradê û şaxên wê Sêvik, Dadikan, Kêrsing, Çemik di axa navçeyê de derbas dibin. Gola Zer ciheke xweşik ê herêmê ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.
Navçeya Dutaxê | |
---|---|
Tutak | |
Koordînat: 39°32′23″Bk 42°46′22″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Agirî (parêzgeh) |
Serbajar | Dutax |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 80 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.562 km2 (603 sq mi) |
Bilindahî | 1.565 m (5135 ft) |
Nifûs (2020) | 30.832[1] |
• Berbelavî | 21,7/km2 (56/sq mi) |
• Serbajar (2020) | 6.980 |
Koda postayê | 04700 |
Koda telefonê | (+90) 472 |
biguhêre |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.