![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/cb/Y%25C3%25BBsuv_Bey_of_K%25C3%25B6shk.jpg/640px-Y%25C3%25BBsuv_Bey_of_K%25C3%25B6shk.jpg&w=640&q=50)
Sipkî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Sipkî yan jî sipkan, yek ji konfederasyona eşîrên kurdan e û yek ji eşîrên mezin ên Kurdistanê ye. Sipkî bi baweriya xwên berê êzîdî bûn û di sedsala 18em de ji ber komkujiyê ji herêma Şingalê belavê cihên xwe yên niha bûne. Bi taybetî li Dutax, Panos, Dîxor, Erdîş, Agirî, Milazgir, Elcewaz, Xinûs, û li Qers, Erzirom, Wan, Îdir, Erdêxan, Bedlîs û Mûş Şirnex Sêrt Êlih Amed Mêrdîn dijîn. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Zaxo û Dihokê dijîn, bi navê Silêvanî tên naskirin. Di nava Kurdên Anatolyê de jî gelek sipkî hene. Ên ku li van deran dijîn bûne misilman. Hinek jî li Ermenistan û Gurcistanê dijîn û êzdî ne. Helbet li Kurdistan, Qefqasya, Tirkiye û Ewropayê jî belav bûne.
Agahiyên Praktîk
Eşîra Sipkî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Xelesinî Birîmî Masekî Torûnî Şemsîkan Manikî Sturkî Rojkî Isedizî Mîxayîlî Ûtî Kilêrî Kasorî Mamzêdî Hesiniyan Derecekî Belî Çilî Kaşaxa Kareyî Pîvazî Recevî Sahanîya Şanezera Bilkî |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî(serhedî) soranî |
Herêmên dîrokî | Serhed Behdînan |
Belavbûn | Agirî Qers Îdir Wan Mûş Xinûs Bedlîs Zaxo Dihok Êrîvan Tbîlîsî |
Demografî | |
Gelhe | ~ 500.000 |
Bawerî | |
Dîn | Îslam Êzidîtî(Şerfedin) |
biguhêre ![]() |
Bigre
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/cb/Y%C3%BBsuv_Bey_of_K%C3%B6shk.jpg/320px-Y%C3%BBsuv_Bey_of_K%C3%B6shk.jpg)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/57/Halis-Ihsan_Nuri-Ferzende.jpg/320px-Halis-Ihsan_Nuri-Ferzende.jpg)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/da/Sipkiy%C3%AAn_siwar%C3%AE.jpg/640px-Sipkiy%C3%AAn_siwar%C3%AE.jpg)