Soranî
Zaravayê kurdî From Wikipedia, the free encyclopedia
Soranî an Kurdiya Navendî an jî Kurmanciya Jêrîn, zaravayekî zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Iraq) ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmanîyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê Soranî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.
Soranî | ||
---|---|---|
کوردی، سۆرانی | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran Îraq | |
Axiverên zimanê zikmakî | 10.000.000 - 12.750.000 kes[1] | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên erebî | |
Rewşa fermî | ||
Welatên lê zimanê fermî ye | Îraq | |
Sazkerên zimên | − | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | ckb |
Alfabe
Alfabeya Soranî bi tîpên Erebî tê nivîsandin.
Devokên soranî
- Soranî an Hewlêrî (li bajarên Hewlêr, Rewandiz, Kerkûk û li erdê mîrgeha dîrokî ya Soran, tê axavtin.
- Mukriyanî an Mukrî (li bajarên Mehabad, Bokan, Pîranşar, hwd.)
- Xoşnawî
- Babanî (li bajarên Silêmanî, Pênciwên, Ranye, hwd.)
- Erdelanî (li bajarên Sine, Kamyaran, Ciwanro, hwd.)
- Cafî an Germiyanî (li bajarên Kelar, Kifrî, Xaneqîn, hwd)
- Pişderî
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.