Serhildêrên kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Ferzende Beg, Bavê Elfesya, Siwarê Eznawir, Ferzendê Emer (jdb sala. 1889/1892 Milazgir - m. sala 1933 di zindanê qasrê qacarî li Tehran, Îran) leşker, fermandar û şoreşvanekî kurd e.
Ferzende Beg kurê Silêmanê Ehmed e. Navê diya wî Asya Xanim e. Ji êla Hesenan e. Di dema Osmanîyan de qeymeqamiya Milazgir a Mûşê dikir.[1] Bi damezrandina Komara Romê (Komara Tirkiyeyê) û dest pê kirina siyaseta qir kirina kurdan ve, dest ji qeymeqamiyê vedikişîne û tevlî serhildanên gelê xwe dibe. Ew yek ji pêşawayên Serhildana Agiriyê ye.
Li Dûtaxê, Panos, Çiyayê Kurtik, Xinûs, Kop, Milazgir û Çewlîgê bi hêza pêşmergeyên xwe ve derbeyên mezin li artêşa Tirkan dixe. Di Serhildana Şêx Seîdê Pîranê de bi tevî eşîra xwe cih digire.
Miroveke nûjen, ciwanmerd û zana bûye. Li yekîtiya eşîran geriyaye, xwestiye tevayiya êlên kurd li dijî zordariya Komara Romê bi rêxistin bike. Piştgiririya xizanan dike, piraniya erd û milkên malbata xwe di nava xizanan de parve dike. Diya wî Asya Xanim ji êla Sipkan, keça Hecî Yûsif Paşa ye.[2]
Di serhildana Agiriyê de piştî Îhsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskî Têlî (Brahîm Paşa), ew tê. Ew bi lehengên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Huseyîn Paşa), Keremê Qolaxasî, Reşoyê Silo, Seyîdxan, Elîcan û Zahir Axa re hevaltiyê dike, bi wan re li artêşên Romê (Tirk) û Farisan dixe.
Pistî şikestina hêza Serhildana Şêx Seîd bi tevî pêşmergeyên xwe yên siwarî tevlî Serhildana Agiriyê dibe. Di bin fermandariya Îhsan Nûrî Paşa de, li Tirkan dixin. Heya Ezirganê seferan dikin û li baregehên didin. Şerê gerîlla dimeşînin.
Bi têkçûna Serhildana Agiriyê ve îcar jî derbasî Îranê dibin ku bi tevî Kurdên Îranê xwe ji nû ve birêxistin bikin. Lê, artêşa Îranê jî, li ser daxwaza Tirkan li benda wê ne. Wekî her carê, dewletên dagirker dîsa alîkariya hevûdu dikirin. Dewleta Îranê jê daxwaza teslîmbûnê dikin ku rûmeta wan bişkîne. Pêşmergeyên Kurd bi tundî viya red dikin.
Di nava hêzên Farisan û pêşmergeyên Kurd de, şerên dijwarî û têr xwînî pêk tên. Bi texmînî hêza artêşa Îranê 6-7 hezar leşker e. Fermandarê wan jî Kelb Elîxan Nexşîwan bûye.
Hejmara peşmergeyan ku Biroyê Heskî Têlî û Keremê Qolaxasî jî di nava wan de ne, li dora 800 kesî ye ku ji wan jî qismekê ne biçek in, sîvîl û birîndar in. Gorî hin çavkaniyan bes 150-200 şervan in, ên din jin-zarokên ji ber komkujiya Tirkan direvin in.
Ji pêşmergeyan bavê Ferzende Beg Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî, Ebdilbaqî, Şemsedînê Xalid û li dora 150 sîvîl û pêşmergeyên temenciwan şehîd dikevin. Ferzende Beg jî birîndar dibe.
Pêşmergeyên sax dimînin li dijî farisan taktîkên nûjen ên şer diceribînin û ziyanên mezin didin artêşa farisan. Xwe digihînin Simko Axayê Şikakî. Bi texmînî heya ku xwe dispêrin Simko, 700-800 eskerên farisan, gelek sîvîl û 50-60 jî pêşmerge jiyana xwe jidest didin.
Ferzende Beg bi du yan sê guleyan birîndar e. Bi şikestina Simko jî tê dîlgirtin. Dewleta Îranê wî davêje zîndanê. Ew li zîndanê jî ji Kurdan re dibe pişt. Bi fermana Şah bi jehrê tê kujtin. Dixwazin bêjin "Ferzende Beg ji qelsiyan jehr xwariye, xwe kujtiye".
Hevjîna wî Besra Xanim çend caran tê dîtina Ferzende Beg lê wê jî qedexe dikin. Bi fermanekê nahêlin Besra Xanim vegere Kurdistana Bakur, nav xizmên xwe. Li Îranê bê pere û bê kes dimîne. Parsê dike û pere ji Ferzende Beg re dişîne zîndanê. Piştre hişê xwe winda dike û tenê gotina "Ferzende tu li kû yî?!" dide ser zimanê xwe.
Aqûbeta Besra Xanimê nayê zanîn. Derbareyê wê û sîvîlên ku xwe ji komkujiyên Tirkan difilitînin û dispêrin Kurdên Îranê de hemî agahî di arşîvên Dewleta Îranê de ne. Mixabin ew jî wekî Dewleta Tirk an wan îmha dikin, an jî dernaxin ronahiyê.
Agahiyên di destên me de hene ji gotin û şahîdiyan, ji nivîsên Îhsan Nûrî Paşa, ji Simko, ji helbestvan Osman Sebrî û stranên dengbêjan in.
Nivîskar: Êlxan Penaber
Asyayê bi sê denga bang dikir, digot: Lê lê Besrayê, rebenê, sibe ye |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.