Tbîlîsî

From Wikipedia, the free encyclopedia

Tbîlîsî

Tbîlîsî,[1] Tilbîs[1] yan jî Tiflîs (bi gurcî: თბილისი), paytext û bajarê herî mezin ê Gurcistanê ye ku li peravên Çemê Kurayê hatiye avakirin û nifûsa bajarê bi qasî 1.5 milyon kes e. Tiblîsî di sedsala pêncan ê zayînê de ji aliyê Vakhtang I ê îberî ve hatiye avakirin û ji wê demê vir ve bajar bûye paytexta gelek qral û komarên Gurcistanê. Di navbera salên 1801 û 1917an de ku di vê demê beşek ji Împeratoriya Rûsî bû, Tiblîsî navenda Cîgirparêziya Kafkasyayê bû ku hem li bakurê û hem jî li başûrê Qafkasyayê serwerî dikir.

Agahiyên Praktîk თბილისი, Parzemîn ...
Tbîlîsî
თბილისი 
  • Bajarên paytext
თბილისი 
Thumb
Thumb
Thumb
Thumb
Tbîlîsî li ser nexşeyê
Thumb
Thumb
Tbîlîsî
Koordînat: 41°43′21″Bk 44°47′33″Rh
ParzemînEwropa, Asya 
DewletGurcistan, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê, Democratic Republic of Georgia, Transcaucasian Democratic Federative Republic, Transcaucasian Commissariat, Komara rûsî, Împeratoriya Rûsî, Kingdom of Kartli-Kakheti, Kingdom of Kartli, Keyaniya Gurcistanê 
Paytexta
Dema avabûnêc. 455 
Îdarî
  ŞaredarKakha Kaladze (2017) 
Qada rûerdê
  Giştî720 km2 (280 sq mi)
Bilindahî
575 m (1886 ft)
Nifûs
1.118.035 (2014) 
Dem
Koda postayê
0100–0199 
Koda telefonê32 
Malperwww.tbilisi.gov.ge/ 
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre
Bigre

Ji ber ku cihê bajêr li ser xaçerêya di navbera Ewropa û Asyayê ye û ji ber nêzîkbûna bajêr a Rêya Îpekê, bi dîrokek demdirêj, Tiblîs di navbera hêzên cihêrengên cîhanê de bûye cihê nakokiyan. Heta roja îro cihê bajêr pozîsyona xwe wekî rêyek girîng a derbasbûnê ji bo projeyên enerjî û bazirganiyê misoger dike. Dîroka Tiflîsê di mîmariya bajêr de tê diyarkirin ku tevliheviyek ji avahiyên serdema navîn, neoklasîk, Hunerên Beaux, Art Nouveau û mîmariyên Stalînîst heye.

Her çend bajêr bi gelemperî xiristiyanên Ortodoks ên Rojhilatî jiyan kirine, ji hêla dîrokî ve Tbîlîsî bûye wargeha mirovên ji gelek çand, etnîkî û dînî. Di avahiyên geştyariyên girîng ê bajêr, Katedralên Sameba û Sioni, Qada Azadî, Kolana Rustavelî û Avenue Agmashenebeli, Keleha Narîkala ya Navîn, Şanoya Operaya pseudo-Moorish û Muzexaneya Neteweyî ya Gurcistanê hene. Avhewaya Tiblîsê di demsalên havînan germahî bi piranî ji 20 °C heta 32 °C û di zivistanê de -1 °C heta 7 °C (santîgrat) diguhere.

Wêne

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.