Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê yan jî Komara Sosyalîst a Sovyet a Piştqefqaza Federatîv (bi rûsî: Закавказская Социалистическая Федеративная Советская Республика, bi kurtî: ЗСФСР) komareka YKSS'ê ko di sala 12'ê adara 1922'an li Tîflîsê hatibû îlankirin bû. Tîflîs jî paytexta wê bû.
Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê Закавказская Социалистическая Федеративная Советская Республика | ||||||
| ||||||
| ||||||
![]() |
Di 30'ê berfanbara 1922'an de jî Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (UYKSS) ji aliya dewletên Komara Federatîfa Rûsyayê Sovyêt ên Sosyalîst, Komara Sovyet a Sosyalîst a Ûkraynayê, Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê û Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê hat sazkirin.[1][2]
Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê yekîtiyeka ji Komara Sovyet a Sosyalîst a Ermenistanê, Komara Sovyet a Sosyalîst a Azerbaycanê û Komara Sovyet a Sosyalîst a Gurcistanê de pêk dihatbû. Ji bo mihelafetên ji hêla komûnîstên gurcî û azerbeycanî ve ew federasyona di 5'ê berfanbara 1936'an de ji aliyê Lawrenti Beria ve hat belavkirin û Komarên sosyalîst ên ko belav bûn teva YKSS bûn.
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.