Beşa saetê[1] , beşa demê[1], yan navçeya saetî,[çavkanî hewce ye] an jî bi kurtî UTC (bi îngîlîzî, Coordinated Universal Time) navçeyê ko li deman heman heye. Gorî we dinya bi toziya 15° niqira, qasî ko navberê de herî pir saetek bibe, hatiya par kirin e. Gorî wê dinya li 24 navçeya saeta par bûya. Li Cemseran 24 saet jî hêne, lê li Antarktîka tim UTC heye.
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Balyozbot (gotûbêj| beşdarî) ve berî 2 saniyan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Bi rast li derekê roj gîşte xala herî bilind, li wir saet 12 ne. Lê gorî navçeya saetî jî li ser nexşeke, an jî bi rast mirov aliya rojhilat de hara saet kêm dibe, ku rojava da hara jî saet pêş de dera. Ew saet kêm bûn, an jî pir bûn e sînoraka xwe he ye. Bi wê re Xêzedema Guhertinê tê gotin. Mirov aliya rojhilat de wê xêzê derbaz bike rojakî kar dika, aliya rojava de derbaz bike jî rojakî winda dike.
Dîrok
Beşa saetê ya herî pêşîn li Brîtanyayê, di 1ê kanûna pêşîn a 1847an de ji bo British Railways hat bikaranîn. Ya tevayî li cîhanê herî pêşîn jî Sandford Fleming endazeyarê rêhesinî li Kanada 1879an bi "saetê rêhesin" pêşniyarî kir. Di çiriya pêşîn a 1884an de Washingtonê di konferanseke li ser meridyenan (Konferansa li ser Meridyanên Navneteweyî) de hat pejirandin ku dinya bi 24 beşên saetê, her yek di 15 meridyenan hatî pê, parve bibe. Navbera her navçeyekê de jî bila saetek, 60 hûrdemin bibe. Disa di wê konferansê da hat biryardan ku bila dîdexaneyê Greenwich a li Londonê meridyena sifir be.
Îro
Li dinya niha gorî beşa saetê (UTC) hatiye parvekirin. Ji bo wê Greenwich Mean Time tê hilgirtina bal e. UTC gorî meridyena sifir li Greenwichê li Londonê tê mîhengkirin.
Her dewletek beşeke xwe ya saetê heye. Welatê li rojhelat û rojava dirêj dibin li yeka pitir beşa xwe ya saetê hene. Rûsya bi 11, DYA 6, Kanada 5, Brezîl 4, Awistralya û Meksîk jî bi 3 beşên saetê hatine parvekirin. Tevî ku Çîn jî li ser rojava û rojhilat welatekî gelek fireh jî be beşeke saetê ya tenê heye. Ji bo wê sînorên Efxanistan û Çin de sê saet cuda heye.
Saeta havînî
Li biharan gelek welat derbazî beşeke saetê ya din dibin, payîzan jî şûnde vedigerin. Minakî welatên ewropayî; zivistanan piraniya welatên ewropayî di beşa saetê ya UTC+1 de ne. Ji bo havînan roj hîn pir bibînin derbazî beşa saetê ya UTC+2 dibin. Li payîzê jî şûnde vedigerîne UTC+1.
Bibîne
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.