Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Navçeya Curnê Reş (1928: حلوان [2] (Ḧilvan), bi tirkî: Hilvan, bi osmanî قره جورون Karacurun) yek ji navçeyên parêzgeha Rihayê ye û li bakurê parêzgehê disekine. Rûbera wê 1.111 km2 ye[3], nifûsa wê jî 42.218 e (2022)[4]. Ji Rihayê 55 km dûr e û li bakur-rojavayê sînora xwe bi parêzgeha Adiyemanê re heye.
Navçeya Curnê Reşê | |
---|---|
Hilvan | |
Koordînat: 37°35′11″Bk 38°57′18″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha (parêzgeh) |
Serbajar | Curnê Reş |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 61 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.278 km2 (493 sq mi) |
Bilindahî | 590 m (1940 ft) |
Nifûs (2009) | 40.083[1] |
• Berbelavî | 31,4/km2 (81/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 20.855 |
Koda postayê | 63900 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
biguhêre |
Curnê Reş di sala 1926an de bû navçe û bi Rihayê ve hat girêdan. Bilindahiya navçê ji rûyê avê 600 m ye. Aborî bi giranî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. 2 nehiye, 62 gund û 33 mezre girêdayî navçeyê ne. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin.[çavkanî hewce ye]
Dîroka navçeya ya Curnê Reş ne diyar e, lê şopên şaristaniyên kevnar yên ji serdemên cûda hatine dîtin. Lêkolînên dîrokî nîşan didin ku yekemîn niştecihbûna herêmê li ser girekî ku ji Serdema Bronz derdora 4000 BZ hatiye avakirin. Ev wargeha sereke di nav xelkê de wek Pala Gir tê zanîn. Li wê derê hawanên ji bazaltê hatine dîtin, yên ku ji bo hilberîna genim hatine bikaranîn.[5]
Di sedsala 19an de eşîrên kurd yên koçer li vir bi cih bûne û ji ber rengê reş ê bazaltê navê Curnê Reş dane wargehê.
Newala Çorî, Newala Çorê, Newala Çolê (bi tirkî: Nevali Çoli) wekî yek ji şûnewarên neolîtîk ên herî kevn ên mirovatiyê tê hesibandin û ji Göbekli Tepe 50 km dûr e. Di navbera salên 1983-1991ê de vedanên arkeolojîk ji hêla profesor Harald Hauptmann ve hatine kirin. Di çarçoveya projeya GAPê de bendav hatin lêkirin û ev wargeha arkeolojîk kete bin ava bendava Ataturkê.
Li rojhilatê Curnê Reşê Qoser, li rojava navçeyên Akçakale û Harranê, li başûr Sûriyê û li bakur jî navçeya Wêranşarê hene.
Aboriya navçeyê li ser çandinî û sewalkariyê ye. Berhemên çandiniyê yên sereke yên ku tên çandin pembû, ceh, genim, hênik, nîsk, ceh, nîsk, bîber, bexçe, pîvaz û sîr in. Digel vê yekê, hêşînahiyên pîşesaziyê, fistiq, zeytûn, zebeş, mêwe, tirî, mêwe û sebze tên çandin. Piştî ku li Curnê Reşê ava avdanê hat dayîn, hilberîna pembû gelekî zêde bû. Çandinîya Curnê Reşê wekî li tevahiya parêzgeha Rihayê ji aliyê cotkarên xwediyê erdên mezin ve tê serdest kirin. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve, penaberên sûrî wek karker tên xebitandin
Ajaldarî çavkaniyeke din a dahata xelkê navçeyê ye û dewar, pez û bizin jî li deverên çiyayî û zirav tên xwedîkirin. Rûn, penêr, hirî, çerm, şîr û goşt tê hilberandin. Li navçeyê wek dezgeheke pîşesazî, siloyên Ofîsa Berhemên Axê, kargeheke xwarinê û fabrîqeya pakkirina nîskê hene.
Bi însiyatîfa hevpar a TUBITAK-Wezareta Enerjiyê û TÎGEMê, xebatên ji bo avakirina Santrala Tavê ya Pîlot a bi kapasîteya 10 MW li Kargeha Curnê Reşê hat destpêkirin. Bi vî havî projeya MÎLGESê (Santraliya Enerjiya Rojê ya Neteweyî) hat nirxandin û qebûlkirin.
Curnê Reş wek yekemîn şaredariya tevgera kurdan a li bakurê Kurdistanê tê zanîn, lewma xwedî girîngiyeke taybet e ji bo bidestxistina mafên kurdan li Tirkiyê. [6][7]
Tovên yekem ên hevşaredariyê di hilbijartinên 6ê gulana 1979an de li Curnê Reşê hatin çandin. Di hilbijartinên şaredariyê de namzetê kurd Nadir Temel bi wergirtina piraniya dengan bû şaredar. Saadet Yavuz, Emîne Haciyusufoglû û Durre Kaya ji bo endamên meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin û bi Nadîr Temel re hevşaredarî kirin. Bi vî havî cara ewil hevşaredarî li tevahiya Tirkiyê hate kirin.
Bi serketina şaredariyê re deriyê şaredariyê cara ewil ji jinên kurd re hat vekirin. Durre Kaya ku bi Saadet Yavuz û Emîne Haciyusufoğlu re ket meclisa Şaredariyê, bi Nadîr Temel re şaredarî kir û ev yek ji aliyê her kesî ve hat qebûl kirin.
Di dîroka kurdan de jinên kurd cara yekem bi awayekî aktîf li Curnê Reşê tevlî siyasetê bûn. Ji ber ku şaredarî ji aliyê çend kesan ve dihat birêvebirin, hevşaredarên jin nûnertiya berjewendiyên jinên Kurd dikirin û ev bû mînakek bêhempa ji bo Tirkiyê û bakurê Kurdistanê.
Nadir Temelê ku di demeke kurt de destkeftiyên mezin bi dest xist, di 12ê Îlonê de hat girtin û îşkence lê hat kirin. Temel û hemû endamên meclîsê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeymeqam Taykan Ataman weke qeyûm hat tayînkirin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê 2024an de partiyek kurd bi serkeftina DEM Partiyê piştî 44 salan ji nû ve şaredariyê bidest xist. Lê ji ber şewitandina dengan ji aliyê hevgritiyên berendamê Ak Partiyê ve, hilbijartin hat îptal kirin. Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de hat dîtin, ku çenteyên dengan şewitîne. Hat îdiakirin ku kesên deng şewitandine xizmên namzetê AK Partiyê ne.[8]
Hilbijartin di 2ê hezîrana 2024an de hatin dubarekirin û namzedên kurd ên DEM Partiyê bi ferqeke mezin şaredarî bi dest xistin.[9]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.