Remove ads
partiyeke siyasî From Wikipedia, the free encyclopedia
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, (bi tirkî: Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi) bi kurtasî DEM Partî yan jî bi navê berê Partiya Çep a Kesk, Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep, (bi tirkî: Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi) bi kurtasî YSP, partiyeke siyasî ye ku di destpêkê de li ser esasê siyaseta kesk ku xwedî ramanên “lîberaliya çep” e ku di 29ê tîrmeha sala 2010an de li Enqereyê hatiye damezrandin.[1][2] Sembola DEM partiyê darek e ku koka darê binefşî şeklê mirovî çêdike, taca darê ji pelên kesk pêk tê û rojek zer di nîvê tacê de serê şiklê mirov çêdike.[3] Hevserokên partiyê ya îro Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan in.
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi | |
---|---|
Kurte | DEM Partî |
Serok | Tülay Hatimoğulları Oruç Tuncer Bakırhan |
Avakar | 604 kes |
Damezrandin | 29ê tîrmehê 2010 |
Sergeh | Enqere |
Endam (2023) | 3.052 kes |
Îdeolojî | Siyaseta kesk, Azadîxwaziya çep, Rasterast Demokrasî, Sekûlerîzm |
Alîgirên neteweyî | Partiya Demokratîk a Gelan |
Alîgirên herêmî | Partiya Demokratîk a Gelan Tifaqa Ked û Azadiyê Kongreya Demokratîk a Gelan |
Alîgirên ewropayê | Partiya Kesk a Ewropayê |
Alîgirên parzemînî | Partiya Kesk a Ewropayê |
Reng | Kesk, Mor, Pirteqalî |
Dirûşm | Rabe DEM Hat! |
Parlamen: | 57 / 600
|
Malper | |
demparti |
Li gorî tweetên Selahattin Demirtaş ku di beriya hilbijartina sala 2023an de hatiye parvekirin ku îhtîmal hebû PDG were girtin, siyasetmedarên PDGê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê dibin.[4] Piştî kongreya awarteya ku 15 cotmeha sala 2023an hatiye lidarxistin navê partiyê wekê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan hatiye guhertin (Bi kurtasî HEDEP). Piştî guhertina nav kurtasiya navê bi hinceta ku dişibe navê HADEP ku berî ji aliyê dadgeha tirk ve hatiye girtin navê kurtasî ya HEDEPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye pejandin. Piştre di 11 kanûna pêşîn a sala 2023an navê kurtasî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan wekê DEM Partî hatiye guhertin.[5]
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, di destpêkê de wekî Partiya Çep a Kesk di 29ê tîrmeha sala 2010an de bi yekbûna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê û Partiya Keskan û bi beşdariya kesên din ên serbixwe yên di nava tevgerê de li Enqereyê hatiye avakirin.[1][2] Partî yek ji beşdarên Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) ye ku di sala 2012an de bûye serkêşiya însiyatîva siyasî ya avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (PDG).
Di sala 2014an de, partiyê di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ya sala 2014an de wek berbijêrê serokomariya Tirkiyê piştgiriya Selahattin Demirtaş dike û di hilbijartina parlemanî ya hezîrana sala 2015an de jî piştgirî daye HDPê.[6]
Hevserokên partiyê ji ber parvekirinên medyaya civakî û pirtûkên di destê wan de hatin binçavkirin û di sibata sala 2018an de bi awayekî demkî hatibûn girtin û bi qedexeya derketina derveyê welat hatibûn berdan.[7]
Di Kongreya Duyem a Asayî ya Partiyê de di 2ê nîsana sala 2016an de partiyê navê xwe guhert û kir Yeşil Sol Partisi (YSP).[8] Logoya partiyê ya îro dikare bi biryara duyem Kongreya Awarte ya 16ê cotmeha 2022an ve were şopandin.[9] Piştre Selahattin Demirtaş pêşniyar kir ku ger HDP bê qedexekirin, dê hemû namzedên fraksiyonên HDPê li ser navê YSP di hilbijartinên giştî yên sala 2023 de bibin namzed.[10][11]
Bi biryara 24ê adara 2023an, HDPê, Partiya Tevgera Karkeran û Partiya Azadiya Civakî biryar dane ku ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamenê di nav lîsteyên YSPê de bibin yek. Ev yek dibe sedema xurtkirina tifaqa Tifaqa Netewe ya serokê mixalefetê Kemal Kilicdaroglu. Ji ber vê yekê YSPê ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2023an wekî partiyek diyarker hatiye dîtin.[12]
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan di 15e cotmeha sala 2023an di çarem kongreya xwe ya asayî de navê xwe ji Partiya Çep û Pêşerojê ya Keskan veguhêze Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan û di heman kongreyê de Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan wekê hevserokên partiyê hatine hilbijartin.[13]
Tevî ku YSPê ji Platforma Siyaseta Kesk veqetiya, wê weke pêkhateya HDPê xebatên xwe yên siyasî berdewam kir û di hilbijartinên vê serdemê de bi HDPê re tevgeriya. Îhtîmala ku HDP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê girtin derketibû pêş. Jiber vê yekê di kongreya ku di 16ê cotmeha sala 2022an de pêk hat logoya partiyê wek temayek logoya Partiya Demokratîk a Gelan hate guhertin.[14] Piştre di 14ê adara sala 2023an de Selahattin Demirtaş ragihand, eger HDPê bê girtin, dê di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de, berbijarê parlamenteriyê yên HDPê bikevin nav lîsteyên YSPê û bi vî awayê beşdarê hilbijartinê bibin.[15]
Li ser biryara di 24ê adara sala 2023an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Partiya Azadiya Civakî (TÖP) biryar dane ku ji lîsteyên YSPê bi navê Tifaqa Ked û Azadiyê bikevin hilbijartinên giştî yên sala 2023an. Piştre di 6ê nîsana 2023an de Partiya Kedê (EMEP) jî biryar da ku tevî lîsteyên YSPê bibin.[16]
YSPê bi rêjeya ji sedî 8,78 dengan werdigire û 62 parlementer distîne. TÎP a ku ji sedî 1,7ê dengan wergirtiye bi 4 parlamenteran li meclîsê cih girtiye. Bi vî awayî wê Tifaqa Ked û Azadiyê bigihêje 66 wekîlan.[17]
Di hilbijartinên herêmî yên ku di adarê 2024ê de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê hatin lidarxistin de DEM Partiyê li Bakurê Kurdistanê şaredariyên 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe, (di nav de şaredariya navçeya navandî ya Mêrsînê ya Akdenîz heye) û şaredariyên 7 bajarokan, bi giştî 75 şaredarî bidestxistiye.
Di rêziknameya partiyê de tê gotin ku Partiya DEMê ji bo jiyan û paşerojeke nû, ji bo avakirina civakeke demokratîk, azadîxwaz, wekhevîxwaz, dadperwer, ekolojîk, wekheviya zayendî û hevgirtinê berpirsyariya siyasî digire ser xwe. Partî têgihîştina têkoşînê ya piralî, bi beşdarbûn û nîqaşkirinê dixwazin. Her wiha ew mafên mirovan ên gerdûnî diparêzin, mafên xwezayê û hemû zindiyan diparêzin û li dijî mîlîtarîzmê têdikoşin. Partî xwe wekî ekolojîst, partiyek siyasî ya demokratîk a aştiyane ku ji bo ked û dadmendiya civakî kar dike, dibîne. Partî ji bo ji holê rakirina her cure zext, îstîsmar û cudakariyê têdikoşe. Lewma ji bo avakirina jiyaneke li gorî rûmeta mirovan, û ji bo rêveberiya demokratîk a gel têdikoşe.[18]
DEM Partî ji aliyê hinekan ve weke alternatîfeke muhtemel a HDPê tê dîtin, bi taybetî ji ber îxtîmala qedexekirina HDPê. Dewleta Tirk zextên xwe yên li ser HDPê zêde kiribû û gelek caran wek “partiyeke terorîst” bi nav kiribû. Ji ber vê yekê daxwaza qedexekirina partiyê jî hate kirin.[19]
# | Nav | Despêka kar | Bidawîbûna kar |
---|---|---|---|
1 | Sevil Turan - Arif Ali Cangı | 25ê Mijdar 2012 | 30ê Mijdar 2012 |
2 | Sevil Turan - Naci Sönmez | 30ê Mijdar 2012 | 2ê Nîsan 2016 |
3 | Eylem Tuncaelli - Naci Sönmez | 2ê Nîsan 2016 | 1ê Kanûna pêşîn 2018 |
4 | Eylem Tuncaelli - Sinan Tutal | 1ê Kanûna pêşîn 2018 | 22-23ê Gulan 2021 |
5 | Ayşe Erdem - İbrahim Akın | 22-23ê Gulan 2021 | 16ê Cotmeh 2022 |
6 | Çiğdem Kılıçgün Uçar - İbrahim Akın | 16ê Cotmeh 2022 | 15ê Cotmeh 2023 |
7 | Tülay Hatimoğulları - Tuncer Bakırhan | 15ê Cotmeh 2023 |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.