Remove ads
siyasetmedarek kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Tuncer Bakırhan (jdb. 1970, Cilawûz, Qers, Bakurê Kurdistanê) aborînas û siyasetmedarekî kurde û serokê berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DEHAP) û şaredarê berê ya Sêrtê bû. Tuncer Bakirhan li gel Tülay Hatimoğulları Oruç re hevserokê îro yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) e.
Co-leader of the DEM Party | |
---|---|
dp. | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Siirt (en) | |
dp. | |
Mayor of Siirt (d) | |
- | |
Serok (en) Partiya Gel a Demokratîk | |
- | |
Mehmet Abbasoglu (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Uludağ ya Bursayê (en) |
Pîşe | |
Partiya siyasî |
Tuncer Bakırhan di sala 1970an de li gundê Gamira navçeya Cilawûz a bi ser parêzgeha Qersê ve hatiye dinyaye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Qersê xwendiye û li Zanîngeha Uludağê Beşa Aborî û Yekineyên Îdarî xwendiye. Di dema xwendekariya xwe yê zanîngehê de li Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Uludagê xebatên xwe yên siyasî di dema xwendina xwe yê zanîngehê didomîne. Di vê heyamê de bi hinceta propagandaya PKKê ji aliyê dadgeha tirk ve cezayê girtîgehê lê tê birîn û di girtîgehê de dimîne.[1]
Tuncer Bakırhan di sala 1989an de dest bi tevlîbûna nava baskê ciwanan ê Partiya Kedê ya Gel (HEP) dike û di hilbijartina herêmî ya 1999an de bûye namzetê Qersê lê di vê hilbijartinê de nayê hilbijartin. Paşê ji bo parêzgeha Qersê wek serokê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) hatiye hilbijartin. Piştî ku HADEP di sala 2003an de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin Bakırhan tevlî Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ê dibe.[2]
Di hezîrana sala 2003an de di duyemîn kongreya partiyê ya awarte de wekê serokê DEHAPê hatiye hilbijartin.[3] Di hilbijartinên parlameterî ya sala 2002an de partiya wî li herêma xwe ya hilbijartinê herî zêde deng wergirt lê ji ber ku partiyê benda hilbijartin a giştî derbas nabe parlamenterên partiyê nayên hilbijartin.[4][1] Di bin serokatiya wî de, partiyê kampanyayeke aştiyê ji bo nakokiyên di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de da destpêkirin û wî daxwaza efûyeke giştî ji bo endamên PKKê dike ku siyasetmedarên ku bi hinceta PKKê hatibûn girtin bi hêsanî beşdarî proseya siyasî bibin.[5] Piştî DEHAP di mijdara sala 2005an de xwe fesh dike û pişt re jî tevlî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) dibe Bakırhan dibe cîgirê serokê DTPê.[6][7] Di hilbijartinên herêmî yên 2009an de dibe namzetê DTPê yê navçeya Esenyurta Stembolê lê neyê hilbijartin.
Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014an de ji bo Şaredariya Sêrtê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatiye hilbijartin.[8] Di mijdara sala 2016an de ji aliyê wezareta karên hundira tirk ve wezîfeya wî jê tê sitandin û di heman rojê de tê binçavkirin.[9] Di 16ê kanûna 2016an de ji aliyê dadgeha tirk ve hat girtin û di tîrmeha sala 2018an de bi hinceta endamtiya PKKê û propagandaya PKKê 10 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.[10] Beriya ku bê berdan 2 sal û 11 meh di girtîgeha de dimîne.[11]
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di îlona sala 2021an de ji ber girtina Bakirhan 10 hezar euro cezayê diravî li dewleta tirk dibire.[12]
Di hilbijartinên parlamenê ya gulana sala 2023an de ji bo parlementerê Partiya Çep a Kesk (YSP) (DEM Partiya niha) ya Sêrtê wekî parlamenter hatiye hilbijartin.[13] Di 15ê cotmeha sala 2023an de ligel Tülay Hatimoğulları Oruç re wekê hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) hatiye hilbijartin.[14]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.