siyasetmedareke kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Kemal Kılıçdaroğlu (jdb. 17ê kanûna pêşîn 1948, Bolciye, Qisle, parêzgeha Dêrsimê),[1] aborînas, siyasetmedar, burokrat û serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya berê bû ku ji 22ê gulana sala 2010an heya 4ê çiriya pêşîn a sala 2023an serokatiya Partiya Gel a Komarî kiriye.[2] Di hilbijartinên giştî yên salên 2002-2015an de wekî parlamenterê herêma 2yem ê Stembolê hatiye hilbijartin. Di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015e, mijdara 2015e û di hilbijartina giştî ya sala 2018an de wekê parlamenterê herêma 2yem ê Îzmîrê hatiye hilbijartin. Li gorî hinek çavkaniyan ew kurdê zaza ye[3][4] lê heta niha rasterast bi xwe eslê neaniye ziman.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê İzmir (2nd electoral district) (en) | |
---|---|
- | |
Cîgirê serok (en) Enternasyonala Sosyalîst | |
- | |
Serok (en) Partiya Gel a Komarî | |
- | |
Leader of the Main Opposition of Turkey (en) | |
- | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê | |
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Kemal Karabulut |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Gaziyê (en) |
Pîşe |
Aborînas, siyasetmedar, bureaucrat |
Xwişk û bira |
Celal Kılıçdaroğlu (d) |
Hevjîn |
Selvi Kılıçdaroğlu (en) (dp. ) |
Zarok |
Kerem Kılıçdaroğlu (d) |
Qadên xebatê | |
Partiyên siyasî |
Partiya Gel a Komarî (dp. ) Democratic Left Party (en) (heta an) |
Xelat |
Honorary doctor of the Xinjiang University (d) () |
Kiliçdaroglu di sala 1971ê de dema ku ji Akademiya Aborî û Zanistên Bazirganî ya Enqereyê, Beşa Aborî û Maliyeyê (lîsans) xilas dike, beriya ku bikeve siyasetê, di navbera salên 1992-1996 û 1997-1999an de wekî rêveberê giştî yê Saziya Sîgorteya Civakî (SSK) kar dike.[5] Di sala 2002an de tevlî CHPê dibe û di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên sala 2002an de cara yekem wekî parlamenterê herêma 2yem a Stembolê tê hilbijartin.
Di sala 2010an de piştî ku Deniz Baykal ji serokatiya xwe îstifa kir, di 33yemîn kongreya asayî ya Partiya Gel a Komarî de bi 1189 dengan wek serokê giştî ya partiyê hate hilbijartin. Di despêka serokatiya wî de di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2011an de dengên partiya wî 5,11% zêde bû. Di sala 2014an de di 34em kongreya asayî ya Partiya Gel a Komarî ku di careke din weke serokê giştî yê Partiya Gel a Komarî hate hilbijartin.
Kemal Kılıçdaroğlu ji aliyê Hevpeymaniya milletê ku beşek ji komên mûxalefeta Tirkiyê ye di 6ê adara sala 2023an de wek berbijarê serokmariya hilbijartina sala 2023an ê Tirkiyê hate ragihandin.[6]
Malbata Kemal Kılıçdaroğlu ku ji navçeya Qisle ya bi ser parêzgeha Dêrsimê ve ye, ji eşîra Kureyşan e ku ji Xorasanê koç bûne û li Anatoliyayê bi cih bûne. Hatiye diyarkirin ku eşîra Kemal Kılıçdaroğlu dibe ku ji nesla Seyîd a ye ku digihêje Ehlê Beytê.[7]
Kılıçdaroğlu di axaftina xwe ya koma Partiya Gel a Komarî ya di 9ê cotmeha sala 2018an de diyar kiriye ku bav û kalên wan ji herêma Xorasana Îranê wek pîrozên Anatolya yên ku di serdema Selçûqiyan de tirkkirina Anatolyayê misoger kirine û wiha got; Daxuyani da û diyar kir ku kalikê wî Seyyid Mahmud Hayranî ye ku tirba qalikê wî li navçeya Akşehîrê ya bi ser Parêzgeha Qonyeyê ve ye.
Di vîdeoyên ku ji aliyê medyayê ve hatiye belavkirin dayika Kemal Kiliçdaroglu ku bi kurdî ya zazakî diaxive tê dîtin.
Kemal Kılıçdaroğlu di 17ê kanûna sala 1948an de li gundê Bolciyê ya navçeya Qisleya Dêrsimê wekê yek ji heft zarokên karmendê qeyda erdê Kamer Beg û jina malê ya Yemûş Xan wekê endamê malbateke elewî ya ji Dêrsimê ji dayik bûye.[8] Paşnavê berê yê malbatê 'Karabulut' bû û di salên 1950an de ji ber ku li gundê ku lê dijiyan herkesî bi heman paşnavê bû ji aliyê bavê wî ve bû paşnavê malbata wan 'Kılıçdaroglu' hatiye guhertin.[9] Kemal Kılıçdaroğlu xwendina xwe ya seretayî û navîn li gelek deverên Bakurê Kurdistanê yên wekê Erdîş, Dêrsim, Dêra Hênî û li Xarpêtê qedandiye.
Kemal Kılıçdaroğlu, di sala 1967an de Lîseya Bazirganiyê ya Xarpêtê bi pileya yekem qedandiye.[10] Kılıçdaroğlu ji bo ku xwendina xwe ya bilind biqedîne di sala 1971ê de Beşa Aborî û Maliyeyê ya Akademiya Zanistên Aborî û Bazirganî ya Enqereyê (Îro Fakûlteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê, Beşa Darayî) qedand.[11][12]
Piştî qedandina xwendina xwe ya lîsansê, di sala 1971ê de beşdarî îmtîhana pisporiya hesabê ya alîkar bû û li Wezareta Darayî ya Tirkiyeyê dest bi karmendiyê kir. Kemal Kılıçdaroğlu piştî ku dibe mihasebe, salekê li Fransayê dimîne. Heta sala 1983an pisporiya xwe ya mihasebeyê domand û di heman salê de ji bo Midûriyeta Giştî ya Dahatan hate wezîfedarkirin. Li vir di destpêkê de wekî serokê beşê kar kir û piştre jî dibe cîgirê (alîkar) rêvebirê giştî yê heman saziyê.[13]
Di sala 1991an de li Bağ-Kurê hat wezîfedarkirin û li vir wek rêveberê giştî wezîfe dike û di sala 1992an de derbasî Rêveberiya Giştî ya Bîmeya Civakî dibe.[14] Piştre li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî demeke kurt wekê alîkarê Musteşarê dixebite. Di sala 1994an de ji aliyê kovara Ekonomîk trend ve weke "Burokratê Salê" hatiye hilbijartin. Di sala 1999an de li ser daxwaza xwe ji Rêveberiya Giştî ya Saziya Sîgortaya Civakî teqawît dibe.[13]
Piştî Kemal Kılıçdaroğlu ku ji rêveberiya giştî ya SSKê teqawît bû, navê wî di nav "siyasetmedarên DSPyê" de hat binavkirin. Kılıçdaroğlu xwest ji Partiya Çep a Demokratîk (DSP) ku serokê giştî ya wî demê Bülent Ecevit bibe namzedê parlamenteriyê lê namzetiya wî di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 1999an de, ji aliyê Bülent Ecevit ve nehate pejirandin.
Demekê wek serokê giştî yê Komeleya Parastina Bacê ya Welatiyan dixebite. Li ser daxwaza Bülent Tanla yê CHPê ji bo Platforma Çanda Rêveberiya Zanistê ya CHPê "rapora gendeliyê" tê amadekirin. Ev raporta ku bala serokê wî demê CHPê Deniz Baykal dikişîne û Deniz Baykal deriyê CHPê ji Kemal Kılıçdaroğlu re vedike. Baykal Kılıçdaroğlu dawetê partiyê dike û di heman serdemê de ji lîsteya CHPê tevlî lijneya rêveberiyê ya Türkiye İş Bankası Banka kar ya Tirkiyeyê dibe.
Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2002an de ku tenê du partî dikarin bikevin parlamenê, Kemal Kılıçdaroğlu wekê parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya bajarê Stembolê tê hilbijartin.
Parlamenterê CHPê ya Stenbolê û cîgirê serokê koma CHPê ya Stembolê Kemal Kılıçdaroğlu wek berbijarê partiya xwe ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê beşdarî hilbijartinên 29ê adara sala 2009an dibe. Berbijêrê AK Partiyê Kadir Topbaş li hemberî Kemal Kılıçdaroğlu ji %44,7ê dengan bidest dixe û dibe şaredarê Şaredariya bajarê mezin ê Stembolê. Kiliçdaroglu bi rêjeyeke %36,80 dengan di vî hilbijartinê de bidest dixe û dengên partiya xwe ji %25, ji hilbijartina ku di sala 2004an ku pêk hatibû zêdetir dike.[15]
Kemal Kiliçdaroglu piştî îstifakirina serokê giştî yê CHPê Deniz Baykal di 10ê gulana 2010an de, di 17ê gulana 2010an de ji wezîfeya xwe ya Alîkariya Serokê Koma CHPê îstifa dibe berbijarê serokatiya giştî ya CHPê.[16]
Di 33emîn kongreya asayî ya CHPê de ku di 22ê gulana 2010an de hat lidarxistin, ji 1249 delegeyan dengê 1200 werdigire û bi 1189 dengên derbasdar dibe serokê 7em a CHPê. Di vî kongreyê de berbijêrek din li hemberî Kemal Kiliçdaroglu dernakeve û Kiliçdaroglu b tenê beşdarî hilbijartinê dibe.[17][18]
Slogana kampanyaya hilbijartinê ya ku CHPê ji bo hilbijartinên giştî ya hezîrana sala 2015an "Kemalê Anatolyayê" bû. Di sozên hilbijartinê de ji bo kesên teqawitbûyî di cejnên dînî de soza dayîna îkramiya 1500 lîreyê tirkî da. Di hilbijartina 7ê hezîrana sala 2015an de partiya wî dîsa bi rêjeyeke ji %24,95ê dengê giştî wergirtiye û hilbijartinê di rêza duyem de bû. Li gorî hilbijartinên giştî yên sala 2011an rêjeya dengên CHPê û hejmara parlamenterên CHPê daketin. Daxuyaniya wî ya der barê encamên hilbijartinê de wiha bû: "Yê ku di hilbijartinê de bi ser ket 'Demokrasî' ye û yê winda bike serokkomar Tayyip Erdoğan e."
Li gorî encamên hilbijartina sala 2015an ti partiyeke siyasî nekarî bigihîje 276 kursiyên pêwîst a ku bi serê xwe bibe desthilatdar, bidest nexistin. Piştî hilbijartina giştî ya 2002an û vir ve, AKPê cara yekemîn bû ku piraniya xwe ya li meclîsê jibo desthilatdariya bi serê xwe winda kir. AKPê di hilbijartinan de ji 40,8 deng wergirt, dengên HDPê derket rêjeya ji 13,1 û li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi 80 parlementeran çûne parlamena Tirkiyeyê.
Kiliçdaroglu di navbera 15ê hezîrana 2017an û 9ê tîrmeha 2017an de meşek bi navê "Meşa Edaletê" ya ku bi beşdariya gelek nav û komên cuda mezin bibû ji bo daxwaza edaletê meşek ji Enqereyê heta Stembolê lidarxistibû. Kılıçdaroğlu piştî parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enîs Berberoglu ku di 14ê hezîranê de ji ber dayîna wêneyên kamyonên Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MİT) ku ji DAÎŞê re çek dişandin Sûriyê ji rêveberê karên nivîsê yê berê ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dündar re dihat darizandin, biryara meşê dabû. Ji bo vî yekê bîst û pênc sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û biryara girtinê li Enis Berberoglu hatibû birîn. Di nav sedemên meşê de dirêjbûna biryarnameyên qanûnî yên piştî hewldana derbeyê ya ku ji aliyê komek leşkerên ku di navbera 15-16ê tîrmeha 2016an de ku xwe weke Konseya Aştiya Welat ya di nava Hêzên Çekdar ên Tirk de pênase dikirin, hatin derxistin ku biryarname ne tenê li dijî FETO tê bikaranîn, li dijî hemî komên mixalif jî tê bikaranîn, girtina parlementeran û ji kar avêtina mamosteyên zanîngehê (yên ku danezana aştiyê îmze kirine jî di nav de) hatin nîşandan. Meş ji Enqereyê di 15ê hezîrana sala 2017an de li Guvenparkê dest pê kir û di 9ê tîrmeha sala 2017an de li Maltepe ya Stembolê bi dawî bû. Kiliçdaroglu û beşdarvanên meşê di 25 rojan de rêyek bi dirêjahiya 420 kîlomêtre meşiyan û di dawiya meşê de li navçeya Maltepe ya Stembolê mîtîngek hate lidarxistin. Meş, ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan û ji Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk (MHP) ve hate rexnekirin û partiyeke din a muxalefetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî da meşê.
Di 13ê mijdara sala 2021an de Kemal Kılıçdaroğlu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî û hesabên medyaya civakî yên CHP'ê "banga helalkirinê" kiribû. Ji raya giştî re ragihand ku CHPê di demên borî de xeletiya kiriye û li ser vê yekê biryar daye ku dest bi rêwîtiya helal kirinê bike.[19]
Di 12ê sibata sala 2022an de bi beşdariya 6 serokên partiyên mixalefetê (Seroka Partiya Baş (İP) Meral Akşener, Serokê Partiya Pêşerojê (GP) Ahmet Davutoğlu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan, Serokê Partiya Demokrat (DP) Gültekin Uysal û Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu) bi navê "Hevpeymaniya milletê" ya hilbijartinê, li ser banga Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu li Ahlatlibela Enqereyê ku li ser metna peymana pergala parlementeriyê ya xurtkirî gotûbêj bikin hatin ba hev.
Peymana lihevtêgihiştina sîstema parlementeriyê ya bihêzkirî di 28ê sibata sala 2022an de ji raya giştî re hate ragihandin.[20]
Kemal Kılıçdaroğlu, di bernameya FOX TVyê 5ê îlona sala 2022an de, îradeya xwe ya ji bo namzediya hilbijartinên serokkomariyê cara ewil nîşan da û di axaftina xwe de anî ziman "Ku maseya şeşalî biryar bide, ez ji bo namzediya serokkomarê amade me."[21]
Di 6ê adara sala 2023an de namzediya wî ya serokkomariyê di cîvîna heman rojê de hate biryardayîn û namzediya wî yê serokkomariyê ji aliyê serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu ve di 6ê adara sala 2023an de hate ragihandin.[22]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.