Şablon:GH/2024/28
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zêdetir agahî < Hefte 27, Hefteya 28 ya Gotara hefteyê ...
< Hefte 27 | Hefteya 28 ya Gotara hefteyê | Hefte 29 > |
---|
Bigre
![Alayê UNESCOyê](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d0/Flag_of_UNESCO.svg/640px-Flag_of_UNESCO.svg.png)
UNESCO yan jî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî saziyekî Neteweyên Yekbûyî ye ku bi mebesta pêşvebirina aştî û ewlekariya cîhanê bi rêya hevkariya navneteweyî ve di warê perwerde, huner, zanist û çandê de xebatên xwe dimeşîne. 193 dewletên endam û 11 endamên hevparên UNESCOyê hene. Navenda saziya UNESCOyê li Navenda Mîrata Cîhanî ya li Parîsa Fransayê ye. 53 ofîsên qadên herêmî û 199 komîsyonên neteweyî hene ku li çar aliyê cîhanê alîkariya saziyê dikin. Destûrê bingehîn a UNESCOyê armanc dike ku "bihêztirkirina perwerde, zanist çand û bihêzkirina hevkariya di navbera neteweyan, ji bo dadmendiya gerdûnî, qanûn, mafên mirovan û azadiyên bingehîn ji bo her kesî û ji bo parastina aştî û ewlehiya mirovan ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo hemû gelan nas dike, bêyî cudahiya nijad, zayend, ziman û dîn, bibe alîkar." (zêdetir...)