Şablon:GH/2024/29
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zêdetir agahî < Hefte 28, Hefteya 29 ya Gotara hefteyê ...
< Hefte 28 | Hefteya 29 ya Gotara hefteyê | Hefte 30 > |
---|
Bigre
![Xerîteya sumeran](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a1/Sumer_map.jpg/640px-Sumer_map.jpg)
Dîroka sumeran, dîrokekî mirovahiyê ye ku di hezarsala 5 û 3ê b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê qewimiye û serdemên Ubeîd û Urûkê ya pêşdîrokî vedigire. Şaristaniya sumeriyan, şaristaniya herî kevn ê herêmê ye ku bi hilweşîna Xanedaniya Sêyemîn a Ûrê re li dora sala 2004ê b.z. de bi dawî bûye. Piştî heyama sumeriyan, heyamek veguhêz a dewletên Amorî yên beriya geşedaniya Babîlê, di sedsala 18an b.z. de derketine holê. Li Başûrê Mezopotamyayê rûniştgeha herî kevn a naskirî Tell el-'Oueili ye. Sumeriyan îdia kirine ku şaristaniya wan ji aliyê xwedawendê wan Ea yan jî şêwirmendê wî (an Abgallu ji ab=av, gal=mezin, lu=mirov) Adapa U-an (Oannes a Berossus) ve hatiye avakirin. Kesên pêşî yên li Erîdûyê çanda Samarrayê ji Bakurê Mezopotamyayê bi xwe re anîne û bi serdema Ûbeîd re têne naskirin lê nayê zanîn ka ev Sumerî ne (paşê bi serdema Urûkê ve hatine girêdan) yan na. (zêdetir...)