Şablon:GH/2024/22
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zêdetir agahî < Hefte 21, Hefteya 22 ya Gotara hefteyê ...
< Hefte 21 | Hefteya 22 ya Gotara hefteyê | Hefte 23 > |
---|
Bigre
![Wêneyê gotarê](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d5/G%C3%B6bekli_Tepe%2C_Urfa.jpg/640px-G%C3%B6bekli_Tepe%2C_Urfa.jpg)
Girê Mirazan yan jî Xirabreşk / Xerabreşkê, cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be. Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 mêtre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê vedihewîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye. Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. (zêdetir...)