Girê Mirazan
şûnewarê neolîtîkê li Rihayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Girê Mirazan[1][2][3] an Xirabreşk[4] / Xerabreşkê[5] (bi tirkî: Göbeklitepe "Girê navikê / Girê navokê") cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye[6] û dibe ku cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be.[7]
Cih | Xirabreşk, Parêzgeha Rihayê, Tirkiye |
---|---|
Koordînat | 37°13′23″Bk 38°55′21″Rh |
Cure | Peristgeh |
Dîrok | |
Avakirin | Hezarsala 10em b.z. |
Terikandin | Hezarsala 8em b.z. |
Heyam | Neolîtîka A heta B |
Agahiyên cihê | |
Vedîtin | 1963 |
Roja kolandinê | 1995–heta îro |
Arkeolog |
|
Rewş | Baş parastî |
Navê fermî | Göbekli Tepe |
Cure | Çandî |
Krîter | (i), (ii), (iv) |
Destnîşankirin | 2018 (kombûna 42em) |
Hejmara referansê | 1572 |
Terefa dewletê | Tirkiye |
Herêm | Rojhilata navîn |
Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye,[8] û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê vedihewîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû[9] û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.[10]
Qonaxa yekem di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye. Di vê qonaxê de stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin. Ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne.[11] Bi qasî ku hatiye diyarkirin tarîxa van megalîtan digihîje sala 9.500 b.z.. Ev megalît 5.500 sal ji bajarên pêşîn ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in.[12] Qonaxa duyem di dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B) de pêk hatiye. Di vê qonaxê de stûnên çikandî biçûktir in û li odeyên çargoşeyî yên bi zemînekî kirêc de radiwestin.
Bi riya lêkolînên jeofîzîkî nêzîkî di 20 çemberan de ji 200î zêdetir stûn hatine kişfkirin (heta gulana 2020an). Dirêjiya her stûnan nêzîkî 6 metre ye û giraniya wan digihîje 10 tonan. Li erdî, qulên taybet hatine kolandin û her stûn li wan qulan hatine rûniştandin.[9]
Girê Mirazan piştî dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê hatiye terikandin. Detayên armanca avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996an ve kolandin ji aliyê Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanî ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin.
Girê Mirazan di 2018an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye destnîşankirin.[13]