![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a6/Klaus_Schmidt_Monumento_2014.jpg/640px-Klaus_Schmidt_Monumento_2014.jpg&w=640&q=50)
Klaus Schmidt
From Wikipedia, the free encyclopedia
Klaus Schmidt (jdb. 11ê kanûna pêşîn a 1953an − m. 20ê tîrmeha 2014an) arkeolog û dîroknasekî alman bû ku ji 1996an heta 2014an li Girê Mirazan xebatên kolandinê meşandiye.
Klaus Schmidt | |
---|---|
![]() Klaus Schmidt di sala 2014an de li Salzburgê | |
Jidayikbûn | 11ê kanûna pêşîn a 1953an(1953-12-11) |
Mirin | 20ê tîrmeha 2014an (60 salî) Ückeritz, Almanya |
Sedema mirinê | Mirina masûlkeyên dil ![]() |
Esil | Almanî |
Hevwelatî | Almanya ![]() |
Perwerde | Zanîngeha Heidelbergê, Zanîngeha Erlangen |
Pîşe | |
Xebat | |
Meqam | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Klaus Schmidt li zanîngehên Erlangen û Heidelbergê pêş- û protodîrok, hem jî arkeolojiya klasîk û jeolojî xwendiye. Wî doktoraya xwe di 1983an de li Zanîngeha Heidelbergê di bin rêberiya Harald Hauptmann de qedandiye. Di sala 1995an de bû serokê kolandinên li Girê Mirazan li başûrê rojhilata Tirkiyeyê. Di sala 2007an de li Zanîngeha Erlangenê bû profesorê alîkar.
Schmidt ji destpêka 2001an ve bû referansê arkeolojiya pêşdîrokê ya beşa Rojhilata navîn ya Enstîtuya Arkeolojiyê ya Alman.[1]
Schmidt di sala 1995ande malekê li Rihayê kiriye û xebatên xwe li vir bi rê ve biriye.[2] Tîmê xwe yê arkeologan bi gelemperî di du mehên biharê û du mehên payizê de cihê Girê Mirazan kolandine. Di hevpeyivîneke 2011an de, Schmidt texmîn kir ku teqrîben ji sedî pêncî cihê kolandinê hatibû vedan.[3]
Klaus Schmidt bi arkeologa tirk Çiğdem Köksal-Schmidt re zewiciye.[4] Di 20ê tîrmeha 2014an de dema ku li Almanyayê avjenî dikir ji ber krîza dil miriye.[5][3]