pê
From Wiktionary, the free dictionary
Remove ads
From Wiktionary, the free dictionary
pê nêr, p-ya nerm
Herwiha pî, hevreha soranî پێ (pê), kelhûrî pa, zazakî pay, farisiya niha پا (pa) û farisiya kevntir پای (pay), tacikî пой (poy), belûçî پاد (pad), farisiya navîn 𐫛𐫀𐫅 (pʾd, /pay/), pertî 𐫛𐫀𐫅 (pʾd /pāδ/), avestayî 𐬞𐬀𐬜𐬀 (paδa) û 𐬞𐬁𐬜𐬀 (pāδa), hexamenişî 𐎱𐎠𐎭 (p-a-d /pādaʰ/), sanskrîtî पद् (pád), ûrdûyî پاؤں (pā̃v), hindî पांव (pā̃v), hîtîtî 𒉺𒋫 (pa-ta; bi sûmerografî 𒄊𒀸), toxarî A pe, toxarî B paiyye, yûnaniya kevn πούς (poús), latviyayî pēda, lîtwanî pėda, latînî pēs, îtalî piede, fransî pied, spanî pie, portugalî pé, oksîtanî pè, îngilîzî foot (pirhejmar: feet), norwecî/swêdî fot, danmarkî fod, almanî Fuß, holendî voet... hemû ji proto-hindûewropî *póds (pê) ji *ped- (meşîn, bi rê ve çûn, gav avêtin) + *-s (paşgireke navdêrsaz)
pê, p-ya nerm
Lêkerên ku piştî lê/jê/tê/pê tên, di dema niha a bilanî(subjunctive) de bi- nastînin. Anku "pê bixe" na "pê xe". Heman tişt herwisa gava bireser "xwe" dibe jî dibe ("xwe bigê!" na lê "xwe gê!"). Lê ev tenê bi lêkerên qalibreq (stereotypical/kalıplaşmış) li kar e û ew jî dever bi dever diguhere, mesela hin kes dibêjin "lê binêre!, lê bigere!" hin kes jî "lê nêre!, lê gere!", bi taybetî ên hevedudanî û kurt û ên ku tim tim bi lêkerên ku tim tim wek lêkerên alîkar tên bikaranîn (wek tê xistin, pê xistin, li xwe kirin, jê kirin) "bi-"a rewşa bilanî dikeve.
Bi kurmanciya îro têkildarî bi + wê, lê di esla xwe de ji îranîkiya navîn pey- (bo ku maneya hev bide lêkeran li kar bû, zazakî pê hê wisan e) û epay (farisî با (ba) soranî پێ (pê)) di kurdiyên din de form û wateya xwe a resen a pê parastiye ji ber ku bo ku bibêjin bi wê/wî, ew dibêjin be'w (be ew).
pê
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.