karîn
From Wiktionary, the free dictionary
From Wiktionary, the free dictionary
karîn lêkera xwerû, gerguhêz, k-ya nerm
Lêkerên "karîn/kanîn" (anku "şiyan", "hêz hebûn") û "zanîn" bi hin awayan ji lêkerên din yên kurmancî cuda ditewin. Bo nimûne di dema niha de di hin devokan de pêşqertafa "di-" nakeve pêşiya wan. Loma "ez di-kim, tu di-bêjî, ew di-xwe" lê "ez karim, tu zanî, ew kane" (li cihê "ez dikarim, tu dizanî, ew dikane").
Herwiha neyînîkirina wan ne bi "na-" ya giştî lê bi "ni-" ye: Loma "ez na-kim, tu na-çî, ew na-bêje" lê "ez ni-zanim, tu ni-karî, ew nikane".
Herwiha di rewşên din de jî hin cudahî hene. Ji hemû lêkerên din re di raweya şertî de (kondîsyonal yan subjunktîv) bi giştî lêker bi formûlaya "bi- + rehê dema niha + qertafa kesandinê ne": "ez bi-ç-im, tu bi-k-î, ew bi-bêj-e". Ev qaydeya giştî di hin devokan de dîsa li gel lêkerên "karîn/kanîn" û "zanîn" jî li kar e: "ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e". Lê di hin devokan de jî ew bi formûlaya "rehê dema niha + -i- + -b- + qertafa kesandinê" tê çêkirin: "ez kar-i-b-im, tu zan-i-bî, ew kan-i-b-e". Di hin devokan de jî îcar ev herdu qayde di heman demê de tên bikaranîn: "ez bi-zan-i-b-im, tu bi-kar-i-bî".
Lê ji van awarteyiyan tenê "ni-" ya neyînîkirinê di kurmancî de di hemû devokan de awrte ye. Lê awarteyiyên din tenê di hin devokan de hene. Devokên din qeydeyên giştî bi kar tînin. Loma divê em di mesela "di-" de li gor qaydeya giştî biçin: "ez dikarim" ne "ez karim". Herwiha ji ber ku "ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e" li gor qaydeya giştî ne û formên wek "ez zan-i-bim, tu kar-i-bî, ew kan-i-be" yan jî "ez bi-zan-i-bim, tu bi-kar-i-bî, ew bi-kar-i-be" awarte ne, divê em wek "bizanim, bikarî, bikane" tercih bikin.
Herwiha ev karibû bi teşeya raboriya dûr karîbû hemanî nayê lêvandin.
Ji ermenî[çavkanî hewce ye] , bi ermeniya rojava կարնալ (karnal), ermeniya rojhilat կարողանալ (karoġanal), têkilî ermeniya kevn կարող (karoł, “xurt, bihêz”) ji կար (kar, “hêz, îmkan”). Di lêkera ermenî de di nava peyvê de hem "r" û hem jî "n" heye loma di hin devokên kurmancî de "karîn" û di hinan de jî "kanîn" e. Di devokên kurmancî yên dûrî ermenî de û di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyda nabe loma ihtimala ku ji ermenî be gelekî mezin e. Bi hin devokên kurmancî şiyan e ku hevreha şiyan (mimkin bûn) ya soranî, şayed ya ji farisî û şikayene, eşkayene, şayene ya zazakî ye. Di soranî de tiwanîn (rehê dema niha "-tiwan-") e ku hevreha توانستن (tevanesten) ya farisî ye ku rehê wê yê dema niha "-tevan-" e. Ne têkilî can (bixwîne: ken yan kan) ya îngilîzî û hevrehên wê yên zimanên cermenî ye ji ber ku eger ew hevreh bûna, "k" ya proto-hindûewropî divê di kurdî de bûbûya "s" û di zimanên cermenî de jî "h". Idiaya Beghyani, ku dibêje ji kirin e, bi ti belgeyan nehatiye peyitandin. Hesendost bi xeletî li ber peyva "tevanisten" ya farisî nivîsiye: "kirmaşanî: twanîn, karîn, û: karîn, kan, kanî". Di rastiyê de li ber "karîn, -kan-, kanî" diviyabû ku "kurmancî" hatibûya nivîsîn. Bi Kirmaşanî û lekî tüenîn / tüenisin e.
Peyva ermenî jî ji zimanekî gurcî-zanî wergirtiye[1], ji proto-gurcî-zanî *ḳar- (“bestin”), ji proto-kartvelî *ḳar- ku bûye lazî ო-კორ-უ (o-ḳor-u, “bestin”), mingrelî კჷრ-უ-ა (ḳər-u-a, “bestin”), gurcî კრვა (ḳrva)[2][3]... Ev dikare bê maneya ku ew peyveke substrat a hevpar e ku ketiye ermenî û hin zaravayên kurdî ji zimanên Qefqazî, lê ew nevebirî ye.
Herwiha bi zimanê pehlewanî hatiye qeydkirin ku lêkera kirin bo diyarkirina pêkaniya tiştek jî li kar bûye.[4]mînak: "framereg kird keran" = (ku min wê) bikariya bîroke bikim (framereg: bîroke - ji reha fremûşten/ji bîr kirin / kird: kir - dema bihûrî a sade / keran: bikim - kesê yekjimar ê 1. dema niha a bilanî). Di soranî de jî rrewşa pasîf a lêkera "کردن (kirdin)" wek hevwateya شیان (şyan, “mimkin bûn”) tê bikaranîn (wek "dekirêt rû bidat" = "tê kirin ku rû de" anku pêkan e ku rû de) an jî "deyekat" = ew wî dike/ew dikare... lê ne wek hevmaneya tiwanîn (“karîn”). Anku ne ku di zimanên îranî ên din de peyda nabe, nexasma di zimanên kurdî de.
karîn mê
karîn lêkera xwerû, negerguhêz
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.