bajar

From Wiktionary, the free dictionary

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda nêr a binavkirî ...
Tewandina bajar  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bajar bajar
Îzafe bajarê bajarên
Çemandî bajarî, bajêr bajaran
Nîşandera çemandî bajarî wan bajaran
Bangkirin bajaro bajarino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bajarek bajarin
Îzafe bajarekî bajarine
Çemandî bajarekî bajarinan
Bigre

bajar nêr, r-ya req

  1. Cihê ku gelek avahî û kuçe lê hene û gelek xelk lê dijîn û dixebitin.
    Hevmane: şar, şehr, sûk, medîne
    Amed bajarekî kevnar e.
    Dihok wek turîstîktirîn bajarê Başûrê Kurdistanê tê hesibandin.
    • Barîna berfê şênayiyek bû. Kuçe û kolanên bajêr ji zarokan tijî dibûn.  (Mehmed Uzun, Tu, 1984)
  2. Navenda bajarî, cihê firoşgehan.
    Hevmane: sûk, bazar
    Ez li taxekê dijîm lê li bajarî kar dikim.
  3. Cih kirîn û firotinê, cihê firoşgehan.
    Ez ê biçim bajarî / bajêr.

Bi alfabeyên din

Herwiha

Têkilî

Etîmolojî

Hevreha farisî (), pehlewî (), hexamenişî () ji proto-îranî (bazarkirin, firotin, danûstandin, hatinûçûn) ji proto-hindûewropî (firotin, nirx, biha, qîmet) + (livandin, çerixandin, wergerandin). Hevreha biha ya kurmancî, ya zazakî, vasná- ("biha, nirx") ya sanskrîtî, gin ("biha, nirx") ya ermenî, (firotin) ya latînî > ya fransî. Peyva bajar kurmancî û ya bazar jî farisî ye lê kurdî peyva bazar bo mebestek hinekî ji ya bajar cuda ji farisî deyn kiriye. Hêjayî gotinê ye ku ji bilî kurmancî, di zaravayên din yên kurdî de gotina bajar kêm tê bikaranîn. Ji bo cihê kirîn û firotinê bi giştî bazar ya ji farisî û bi merema jîngehên mezin jî gotina (di soranî de) yan jî (di zazakî de) li kar e.

Ev peyv bi maneya "bazar, sûk, çarsû" ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî: ermenî () û (), gurcî (), erebî (), osmanî () û (), tirkî , azerî / , ûrdûyî (), hindî (), bengalî (), nepalî (), endonezyayî , çînî () û (), rusî (), yûnanî (), mecarî/hungarî vásár, sirbokroatî ва́шар / vašar, fransî/îtalî/spanî , îngilîzî , almanî , danmarkî/norwecî/swêdî , fînlandî basaari...

Bi zaravayên din

Anagram

Werger

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.