Remove ads
Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Roşan Lezgîn çîroknivîs, helbestvan û wergêrekî kurd e ku zêdetir bi kirmanckî (zazakî) û kurmancî dinivîse û hinek gotarên wî yê bi zimanê tirkî jî hatine weşandin.
Roşan Lezgîn | |
---|---|
Jidayikbûn | 1964 Dingilhewa (mezreke Zoxsalanê (Kıpçak), Licê) |
Zimanê nivîsinê | Kirmanckî, kurmancî û tirkî |
Netewe | Kird |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licêya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Di tevayî jiyana xwe de tenê 4 sal çûye xwendegehê, lê paşê dibistana navîn, lîse û zanîngehê (beşa ziman û edebiyatê) ji derve xwendiye.[1] Ji sala 1996an û vir de li gelek kovar û rojnameyan bi kurdî (kirmanckî û kurmancî) û tirkî nivîsên wî hatine weşandin. Roşan Lezgînî bi kitêba xwe ya çîrokan (Binê Dara Valêre de) xelata edebiyatê ya Apec Förlag AB-2002 girtîye. Her wiha, bi çîrokekê jî (Serketina Kewan) di Pêşbaziya Çîrokên bona Zarokan a Yekem ku Şarevaniya Sûrê ya Diyarbekirê organîze kiribû de xelata duyemîniyê girtîye. Berhemên wî di pirraniya kovar û rojnameyên kurmancî û kirmanckî (zazakî) de derketine.
Yekem kitêba wî ya çîrokan "Binê Dara Valêre de" (Weşanxaneya Apecê, Stockholm) bi kirmanckî û wergera wê "Li Bin Dara Biyê" (Weşanxaneya Elma, Stembol) bi kurmancî weşiyabû.
Roşan Lezgînî kitêba Suzan Samanciyê "Siya Bêdengiyê" û kitêba Malmîsanijî, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û Neteweperweriya Kurdî ji tirkî, kitêba Sadiqê Hîdayetî "Sê Dilop Xwîn" jî ji farisî bo kurmancî wergerandine. Ew niha li Amedê dijî.
Roşan Lezgîn pirziman e. Ew ji bilî zaravaya xwe ya kurdiya zazakî, herwiha kurdiya kurmancî baş dizane û soranî jî fêm dike. Wî çendîn lêkolînên girîng ji soranî kirine kurmancî. Ew bi kêmî tirkî û farisî jî dizane. Wî hin çîrokên Sadiq Hîdayet ji farisî bo kurmancî wergerandine.
Edîtorî û redaktoriya yekem rojnameya kirdkî Newepel, kovara edebî û hunerî Şewçila, Weşanxaneya Roşnayê û malpera Zazaki.net-ê dike.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.