Stokholm

paytexta Swêdê From Wikipedia, the free encyclopedia

Stokholm

Stokholm (bi swêdî: Stockholm), paytext û bajarê herî mezin ê Swêdê ye û mezintirîn devera bajarî ya Skandînavyayê ye. Li herêma şaredariyê nêzîkî 980.000 kes, li devera bajarî 2,1 milyon û li devera metropolê 2,4 milyon kes li bajêr jiyan dikin.[1] Bajêr li çardeh giravên li Gola Mälarenê (Mälaren) ku diherike Deryaya Baltîk dirêj dibe. Li derveyî bajêr li aliyê rojhilat û li ser peravê, zincîra giravên Komgiravên Stokholmê heye. Navenda bajêr ji Serdema Kevirî ve, di hezarsala 6ê b.z. de hatiye cihwarkirin û di sala 1252an de ji hêla dewletmendê swêdî Birger Jarl ve wekî bajarek hatiye damezrandin. Di heman demê de bajêr navenda Parêzgeha Stokholmê ye. Stokholm çend sed salan wekê beşek ji Swêdê paytextiya Fînlendayê kiriye (bi fînî: Tukholma).[2]

Agahiyên Praktîk Stockholm, Parzemîn ...
Stokholm
Stockholm 
Bajarên paytext, Ewropa
Stockholm 
Thumb
Dîmenek ji deverên bajarê kevin ji Galama Stan
Thumb
Thumb
Stokholm li ser nexşeyê
Thumb
Thumb
Stokholm
Koordînat: 59°19′46″Bk 18°4′7″Rh
ParzemînEwropa 
DewletSwêd, Yekîtiya Kalmarê, Yekîtiya Swêd û Norwêcê 
Li beşa îdarî
  • Over-Governors office (16341862)
  • Stockholm City (18631970)
  • şaredariya Stokholmê (1971) 
Paytexta
  • Swêd (1436)
  • Yekîtiya Swêd û Norwêcê (18141905)
  • Stockholm (län) (1634)
  • şaredariya Stokholmê (1971)
  • Stockholm City (18631970) 
Dema avabûnê1187 
Îdarî
  ŞaredarKarin Wanngård (2022) 
Qada rûerdê
  Giştî187.16 km2 (7226 sq mi)
Nifûs
984.748 (2022) 
Dem
Koda postayê
100 00–200 00 
Koda telefonê08 
Malperstart.stockholm/ 
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre
Bigre

Stokholm navenda çandî, medyayî, siyasî û aborî ya Swêdê ye. Herêma Stokholmê bi serê xwe ji sêyeka dahata welat pêk tîne û ji aliyê dahata kesane ve bajêr di nav deh herêmên herî pêşîn ên Ewropayê de ye.[3] Stokholm wekî bajarekî alpha-global hatiye diyarkirin ku bajarê herî mezin ê Skandînavyayê ye û navenda sereke ya navendên pargîdaniyê yên li Skandînavyayê ye. Bajar cihê hinek zanîngehên payebilind ên Ewropayê ye ku zaningehên wek Enstîtuya Karolinska (Karolinska Institutet), Dibistana Aboriyê ya Stokholmê (Handelshögskolan i Stockholm), Enstîtuya Teknolojiyê ya KTH (Kungliga Tekniska högskolan) û Zanîngeha Stokholmê li bajêr in.[4] Merasîmên Xelata Nobelê ya salane û şahiyên li bajêr li Salona Konserê ya Stokholmê (Konserthuset) û li avahiya Şaredariya Stokholmê (Stadshuset) tê lidarxistin. Yek ji muzexaneyên herî bi qîmet ê bajêr, Muzexaneya Vasayê (Vasamuseet) ye ku li Skandînavyayê muzeya ne-hunerî ya herî zêde ye ku tê dîtin. Metroya Stokholmê ku di sala 1950an de hatiye vekirin, bi dekora rawestgehên xwe tê zanîn. Metroya Stokholmê wekê dirêjtirîn galeriya hunerî ya cîhanê hatiye binavkirin.[5]

Wêne

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.