From Wikipedia, the free encyclopedia
Farisî an jî farsî (parsî) zimanekî ji koma zimanên îndo-ewropî ye. Zimannas farisî dixin beşa îndo-îranî û dibêjin ku farisî yek ji zimanên beşa başûrî rojavayê Îranê ye. Farisî bi Kurdî re di warê ziman de ji nêz ve cîran e.
Farisî | ||
---|---|---|
فارسی | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran Efxanistan Tacîkistan Pakistan Ûzbêkistan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 70 milyon[1] | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Awayên kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên erebî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | fa | |
ISO 639-2 | per (B) | fas (T) |
ISO 639-3 | fas – Macrolanguage individual codes: pes – Farisiya rojava prs – Farisiya rojhilat tgk – Tacîkî aiq – Aimaq bhh – Bukharic haz – Hezaregî jpr – Dzhidi phv – Pahlavani deh – Dehwari jdt – Juhuri ttt – Tatî | |
Cihê ku farisî zimanê zikmake ye |
Farisî zimane gelê faris e. Hin Efxan û Tacîkistan jî bi farisî wek zimanê duyem diaxivin. Li Îranê 70 milyon,[2] li Efxanistane 30 milyon,[3] li Tacîkistanê 9 milyon[2] û li Ûzbêkistanê 7 milyon[4][5] kes bi farisî diaxvin. Yanî li cîhanê de 110 milyon kes farisî dizanin.[1]
Zimanê farsî çend Dewran û merheleyê dîrokê pişt serê xwe xistine ta gihîştiye vir. Ev ziman yekem car di serdema Hexanenişiyan de hat nivîsîn ku belgeyên wê bi navê farsiya kevn tê nas kirin. Piştî farsiya kevn farsiya navîn e, û piştî wê jî farsiya derî an jî farsiya nû û di dawiyê de jî farsiya modern peyda bû.[6]
Dîroka wêjeya farisî dikare ji heta serdema kevnare ve were şopandin. Nimûneyên yekem ên helbestvaniya îranî, ya ku berê modela rewanbêjiya kevneşopî ye, dide nîşandin di Gathayan (stranan), perçeyên kevn ên Avestayê, nivîsara ola Zerdeştî de (binêre jî Zerdeşt). Ji aliyekî din ve, helbestvaniya Farisî behsa tevahî çanda helbesta klasîk a li cihen bilind yên Îranê dike ku bi zimanê nivîskî farisî hate çêkirin. Ew bi jêdera xwe ji devera ku niha Îran, Efxanistan, Tacîkistan û Ûzbêkistanê pêk tê, bû. Wekî din, zimanê Farisî ji bo serdemek pir dirêj zimanê çandî û fermî yên Iraqê, Pakistan û bakurê Hindistanê bû. Li vir, di heman demê de, hin helbestvanên herî navdar ên faris jî dijiyan.
Helbestvanî li qada çandî û zimanî ya farisî de pir bi qîmet e, da ku cihê çanda Farisî hejmarek helbestên navdar û serfiraz hilberandiye. Helbestvanên farisî bi sedsalan bandor li çand û zimanên din kirine, di nav de helbestvanê alman Goethe, ku berhema wî West-östlicher Diwan li ser bingeha helbestvaniya klasîk a farisî ye.
Rêzimana farisî (bi farisî: دستور زبان فارسی-Destûrê zebanê farsî) rêzimana zimanê farisî ye.
Cînav bi farisî wek ضمیر(zemîr) tê zanîn.
Yekjimar | Pirjimar | |
Şexsê yekem | من (men) ez, min | ما (ma) em, me |
Şexsê duyem | تو (to) tu, te | شما (şoma) hûn, we |
Şexsê sêyem | او (û) ew, wê, wî | آنها (anha) ew, wan |
Bi farisî wek زمان حال اخباری (zemanî halê exbarî) tê nivîsîn. Di kurmancî de miqabilê dema niha û fereh e.
Bi farisî wek زمان گذشتهی ساده(zemanî halî exbarî) tê nivîsîn. Bi kurmancî em dibêjin dema sade ya borî
Bi farisî wek زمان گذشتهی استمراری(zemanî gozeşteyî estemrarî) tê nivîsîn.
Bi farisî wek حال التزامی(halê eltezamî) û حال امر(halê emr) tê nivîsîn.
Daçekên serek di zimanê farisî de ev in;
Zimanê farisî
"Heme merdom azad be donya miyayend o ez lehaze heysiyet o hoquq ba hem beraberend. Heme darayê hûş o vêcdan hestend o bayed be yekdiger ba ruhê beraderî reftar konend."
Zimanê kurdî
"Hemû mirov azad tên dinyayê û di weqar û mafan de wekhevin. Hemû xwedî hiş û vîcdan in û divê li hember hev bi ruhê bratiyê bilivin."
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.