![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/60/Jupiter_J1a.jpg/640px-Jupiter_J1a.jpg&w=640&q=50)
Zeus
di mîtolojîya yewnanî de keyê nemiran / From Wikipedia, the free encyclopedia
Zeûs, Zeus (bi yewnaniya kevn: Ζεύς, lat. Zeús) an jî Zews mezintirîn xwedayê çîvanokî yê Yewnanistana kevnare bû. Navê wê ji peyva Dyaus tê, xwedandekî hind û arî ye û heman demê de tête wateya "esman".[1] Ew şahê hemî xwedayan û desthilatdarê çiyayê Olîmpê û xwedayê esman û birûskê bû. Di Yewnanistana kevnare da dihat bawer kirin ku bûyerên hewayê pê fermana wê diqewimiya. Qanunên tu car neguher çêdikira. Nîzama erd û esmanê, şev û rojê û yên demsala wê çêkir bû. Karubarên xwedawendên din kontrol dikir.
Zeus Ζεύς | |
---|---|
![]() | |
Perestvan | mîtolojiya yewnanî, dînê Yewnanistana kevnare ![]() |
Sembol |
|
Tekst | Îlyada, Odîseya, Hades ![]() |
Zayend | Mêr ![]() |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok |
|
Xanedan | Mêtîs, Temîs, Hêra ![]() |
Wekhev | |
Jupîter, Perûn, Îdeos, Amon, Baal, Tor, Ahûra Mezda ![]() | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Di nav dewletên da çavkaniyên hêzên keyan jî wî dabû. Keyaniya û mirovan diparast. Ew xwe bavê mirovayetiyê dihesiband li gor wî qencî û xirabiyên mirovan temaşe dikir. Qenciyê bê diyarî nedihişt û xirabiyê jî bê ceza nedihişt. Ji mêvanperweriyê pir hez dikir, rik ji şahîdiyên derew digirt. [2]