di mîtolojiya yewnanî de xwedawenda zewacê From Wikipedia, the free encyclopedia
Hêra (bi yewnaniya kevn: Ἥρα, lat. Hḗrā; bi latînî: Hera) an Hêrê (bi yewnaniya kevn: Ἥρη, lat. Hḗrē) di mîtolojiya yewnanî de şahbanûya xwedayan bû. Li gorî mîtolojîyê xwedawenda zewacê û jinên zewicî ye. Ew jin û xwişka Zeus e. Sembolên wî tac, gopal û teyrê tawus e. [1]
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a farisî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Dilsozî li ber wê pir girîng e. Bi taybetî jî dilsoziya malbat û yên navbera jin û mêran li ba wê pir bi qiymet e. Çaxê ku ne dilsoziyek navbeyna jin û mêran bidîta hêrs dibe. Ev hêrs bûn jî karaktera wê kirye karakterekî gelek dijwar. Mirovan jî di derheqê ne dilsoziya da her tim ceza dikir. Bûyina şahbanûya xwedawenda û bedew bûnê bedena wê, wê dikir xwedawendeke gelek qurre.
Li Samosê ango Argosê hatiye dinyayê. Ew jî wek xwişk û birayên xwe wextê hatiye dinyayê aliye bavê xwe, hatiye xwarin. Zeus wê ji bavê wê xilas kir. Destê Okeanos û yên Têtîsê tê xwedîkirin û mezinkirin. Paşî Zeus ra zewicî. Di nav nemiran de jina Zeus ya esil û ya dawî ew bû.
Sê zarokê Zeus û Herayê çêbû. Ew Arês, Îlîtiya, Hêbê ne. Zarokekî din ya Herayê çebû, ew ne ji Zeûsê ne ji kesî bû. Hera bi xwe bê tekilî çêkir kurê xwe Hêfestosê. Ew bû xwedawenda hesinkar.[2]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.