Atênê
Di Mitolojiya Yewnanî de Xwedawendek / From Wikipedia, the free encyclopedia
Atênê yan jî Esîna[1] (bi yewnanî Athena; yewnaniya atîkî: Ἀθηνᾶ, Athēnā yan Ἀθηναία, Athēnaia; yewnaniya epîkî: Ἀθηναίη, Athēnaiē; yewnaniya yonî: Ἀθήνη, Athēnē; yewnaniya dorî: Ἀθάνα, Athānā) yek ji giringtirîn xwedawendên jin ên çîvanokî yên Yewnanistana kevnare e. Li gorî Mîtolojiya yewnanî, ew zaroka Zeus ya herî hezkirî bû. Atênê xwedawenda bajêran, hunerî, pîşesaziyê û şerî bû. Di çîvanokên derengtir ên yewnanî da, ew xwedawenda jîrî û aqilmendiyê ye û gelek carn bi mirxekê, nemaze bi bum an kundekê dihêt nîşandan. Di Mîtolojiya romayî da ew bi navê Mînêrvayê dihat naskirin. Ew lî ser destana Odîseyayê da bi navê Xwedawenda çav asîman an go Atênêyê çav asîman dihate ji wê ra gotin.[2]
Ev gotar li ser xwedawenda yewnanî ye. Ji bo bajarê Yewnanistanê, binêre Atîna.
Agahiyên Praktîk Atênê Ἀθηνᾶ / Ἀθήνη, Perestvan ...
Atênê Ἀθηνᾶ / Ἀθήνη | |
---|---|
Perestvan | dînê Yewnanistana kevnare |
Sembol | |
Tekst | Odîseya, Îlyada, The Suppliants, Hades |
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Jidayikbûn | |
Dê û bav | |
Zarok | |
Wekhev | |
Mînêrva, Pallas | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre