Zengî yan jî xanedana zengiyan (bierebî: زنكيون, lat.zankiyūn) xanedaneke dîrokî ya misilman e.[1] Zengî binemaleke selcûqî ye desthilatdariya bakurê Rojavaye Kurdistan û Başurê Kurdistanê û pişt re jî desthilatdariya xwe fireh kirine û gihandine sînorê Misirê. Li Sûrî û Îraqê (1127-1174) û li Mûsilê berdewam bûn heta 1262 piştî zayînê. Paytexta wan berê Heleb bû û ji 1154an de bû Şam.
Bapîrê vê binemalê serleşkerekî memlûk ê bi navê Aq Sunqur bû. Ew bi alîkariya serdarê selcûqîTutuş bû desthilatdarê Helebê. Kurê wî Îmadedîn Zengî di navbera 1127 û 1146an de hikumdarê Mûsil û Helebê bû.[2][3]
Di navbera 1146 û 1174an de kurê wî Nûredîn cihê wî girt. Nûredîn di 1154an de Şam xist bin destê xwe. Piştî mirina birayê wî Seyfedîn (desthilatdarê Îraqê di navbera 1146 û 1149an de) Nûredîn Îraq jî teve milkê xwe kir û Mûsil kire paytext û desthilatiya wî li sere beşê Mûsilê heta 1262an ma.[4] Di dema Nûredînê Zengî de dewlet xurt bû û baş bi rê ve diçû, tevgera avakirinê geş bû û aboriya dewletê xurt bû û sinorên xwe fere kirin heta gihandine Misrê. Nûredîn leşkerê xwe bi serokatiya Silhedînê Eyûbî şande Misrê û dawî li dewleta Fatimî anî. Di 1174an de Silhedîn li zengiyan vegeriya û dawî li desthilatiya Îsmaylê kurê Nûredînê Zengî li Helebê anî. Desthilata zenkiyan li Şingalê (1170-1220) û li Cizîrê (1180-1250) hebû û ew jî li ser destê eyûbiyan bi dawî bû.[5]
Xanedana zengiyan a Mûsil û Helebê
Îmadedîn Zengî I kurê Qesimedewle Aq Sunqur – waliyê Mûsilê (1127-1146)
Seyfedîn Xazî I kurê Zengî I (1146-1149)
Qutbedîn Mewdûd kurê Zengî I (1149-1169)
Seyfedîn Xazî II kurê Mewdûd (1169-1177)
Izedîn Mesûd I kurê Mewdûd (1177-1193)
Ebûlharis Nûredîn Arslan Şah I kurê Mesûd (1193-1211)
Elmelik ElqahirIzedîn Mesûd II kurê Arslan Şah (1211-1218)
Nûreddîn Arslan Şah II kurê Mesûd II (1218-1219)
Elmelik Elqahir Nasiredîn Mehmûd kurê Mesûd II (1219-1234)
Bedredîn Lulu, (1234-1259)
Xanedana zengiyan a Şam û Helebê
Ebûlqasim Elmelik Eladil Nûredîn Mehmûd kurê Zengî (1146-1174)
Elmelik Esalih Nûredîn Îsmayl kurê Zengî (1174-1183)
Ebulfeth Elmelik Eladil Imadedîn Zengî II kurê Mewdûd li Şingalê (1181-1183)
Xanedana zengiyan a Şamê
Nûredîn Mehmûd kurê Zengî (1154-1174).
Xanedana zengiyan a Şingalê
Imadedîn Zengî II kurê Mewdûd (1171–1197)
Qutbedîn Mihemed kurê Zengî II (1197–1219)
Imadedîn Şahanşah kurê Mihemed (1219–1220) û Celaledîn Mehmûd kurê Mihemed (1219–1220) û Fethedîn Umar kurê Mihemed (1219–1220)
Xanedana zengiyan a Cizîrê
Muizedîn Sencer Şah kurê Xazî II yê kurê Mewdûd (1180–1208)
Elmelik Elmuezem Muizedîn Mehmûd kurê Sencer Şah (1208–1241)