Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Heleb (bi erebî: حلب, Halab, bi ermenî: Հալէպ, Haleb; aramî: Hadad yan jî Halab) yek ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye û yek ji bajarên herî kevnar e li herêmê ye û navenda parêzgeha Helebê ye. Bajar li herêma bakurê rojavayê Sûriyeyê ye û bi qasî 360 kîlometre ji bajarê paytext a Şamê dûr e.
Heleb
| |
---|---|
حلب | |
Heleb li ser nexşeyê | |
Koordînat: 36°12′0″Bk 37°9′36″Rh | |
Dewlet | Sûrî, Împeratoriya Osmanî |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 5 millennium b.z. |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 190 km2 (70 sq mi) |
Bilindahî | 379 m (1243 ft) |
Nifûs | 2.003.671 (2021) |
Dem | |
Koda telefonê | 021 |
Malper | aleppo |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajar di sala 2008an de bi 1.7 mîlyon niştecîh di nav sînorên bajêr de û di 2010an de jî 2.5 mîlyon niştecîh li derûdora bajêr bû. Piştî Şamê duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyê bû. Her wiha Heleb yek ji bajarên herî kevn ên herêmê ye û di navbera Deryaya Navîn û Firatê de cîhekî stratejîk a îro û dîrokî de bû.
Di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, şerê bajarê Helebê ji havîna 2012an heta Kanûna 2016an bû. Ji 22ê Kanûna 2016ê ve bajar ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê de dîsa hat kontrolkirin.
Ji xeynî navê Heleb, bi zimanê erebî, wek Leqeb û Heleb eş-Şehbe, ango "Heleba gewr" jê re tê gotin. Akkadiyan jî jê re digotin Halab an Halap (û wisa jî Hallaba, Halba, Halbi, Halpa hatî nivîsandin.[çavkanî hewce ye] Di jêderên kevne-misriyan de, bajar bi navê hlp dihat nasîn. Bi ûgarîtî û aramî jî wek hlb dihat nasîn.[çavkanî hewce ye]
Yek ji cihên dîrokî, ku li Helebê herî zêde tê naskirin Kelheya Helebê ye. Ev kele ji aliya hikumdarên Eyûbiyan ve hatiye ava kirin.
Piraniya helebiyan erebên sunî ne, lê hejmareke mezin ji niştîvanên bajarê Helebê û navçeyên wê kurd in. Her wekî din, ermenî, turkmen, sûryanî, çerkez, çeçen û alban jî li wir bi cî dibin. Dor 15-20% ji helebiyan mesihî ne.
Vaye demek dirêj e (ji sedsala 7'an de) ku li Helebê sabûn tê çêkirin û firotan. Sabûna Helebê, ê ku ji zeytê zeytûnan û zeytê xarê tê kelandin, netenê li rojhilatê, lê belê li seranserî cîhanê deng vedayî. Piraniya zeytê ji navçeya Kurdaxê (Efrîn), a ku dor 40 km li bakur-rojavayê Helebê dikeve, tê anîn. Îro, li Helebê nêzîka 60 sabûn-karxane yên biçûk hene û piraniya wan bi dest malbetan de ne.
Heleb, bi hiyeroglîfan | |||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|
Chalba ẖrb3 Heleb |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.