Soricik
Boriya xurek a navbera gewrî û gedeyê de / From Wikipedia, the free encyclopedia
Soriçik, soricik, sorîçik [1], sorsorik[2], borrîxurek (bi înglîzî, oesophagous, food pipe)
Soriçik borriyek masûlkî ye, ji gewrî heta gedeyê dirêj dibe. Dirêjiya soriçikê bi qasî 25 cm ye. Firehiya soriçikê 1,5- 2 cm e. Soriçik li paş borîhewa û dil de li pêş birrbirreya piştê dirêj dibe[3][4]. Rûyê soriçikê bi çîna lînceperde dagirtî ye, rijênên lînceperdeyê madeya lînc der dide nav valahiya soriçikê, bî awayê xurek di nav soriçikê de bi hêsanî xiş dibin[3]. Gava xurek ji gewriyê derbasî soriçikê dibe, masûlkeyên soriçikê girj dibin û xurekê ber bi gedeyê pal didin. Mirov bi serserikî jî bisekine, wê xurek dîsa jî ji gewrî ber bi gedeyê biçe. Ango di nav soriçikê de, livîna xurek ne ji ber rakêşaniyê lê ji ber zora masûlkeyan e. Li gel masûlkeyên peyker, piraniya masûlkeyên soriçikê, ji lûsemasûlkeyan pêk tê[4]. Soriçik du cor lûsemasûlke lixwe digire, lûsemasûlkeyên dirêjkî (li aliyê derve) û lûsemasûlkeyên bazinî (li aliyê hundir)[5]. Girjbûna masûlkeyên soriçikê dor bi dor rû dide. Ango hemû masûlke bi carekî girj nabin. Masûlkeyên bazinî ji kotayiya gewrî dest bi girjbûnê dikin beş bi beş girj dibin. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê wekî perîstalsî bi nav dibe. Aresteya perîstalsiyê ji gewrî ber bi gedeyê ye[6]. Masûlkeyên soriçikê ji cora lûsemasûlkeyan e. masûlkeyên lûsê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser de kar dikin. Masûlkeyên soriçikê masûlkeyên xwenewîst in, ango girjbûn û xavbûna van masûlkeyan ne bi desthilatdariya (xwestek) mirov, lê bi awayek xweser rû dide[4]. Demarekoendama xweyî bi cûtin û daqurtina xurekê çalak dibe û masûlkeyên soriçikê pel bi pel girj dike û xav dike. Bi her girjbûnê ,xurek hinekî din ber bi gedeyê dilive. Guhêztina loqêk xurekê ji gewriyê heta gedeyê di nav 10 çîrkeyê de pêk tê[7] .