![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/2f/L%25C3%25BBsemas%25C3%25BBlke_ku.png/640px-L%25C3%25BBsemas%25C3%25BBlke_ku.png&w=640&q=50)
Lûsemasûlke
From Wikipedia, the free encyclopedia
Lûsemasûlke an jî masûlkeya lûs (bi înglîzî: smooth muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/2f/L%C3%BBsemas%C3%BBlke_ku.png/640px-L%C3%BBsemas%C3%BBlke_ku.png)
Xaneyên lûsemasûlkeyê hêldar nîn in. Ango di bin mîkroskobê de deziyên masûlkerîşalan wekî beşên ronî û tarî xuya nabin, loma navê lûsemasûlke lê kirine[1]. Rengê lûsemasûlkeyan bi qasî yên peykeremasûlkeyan sor nîn e. Lûsemasûlke ji xaneyên şeweyê teşiyî pêk tê, navenda xaneyê stûr e, herdu serikên xaneyê tûj e[2]. Her xaneyek de yek navik heye, navik di navenda xaneyê de cih digire[3]. Lûsemasûlke masûlkeya xwênewîst e. Ango ne li gor xwestaka mirov, lê li gor ragihandinên demarekoendama xweyî tê kontrolkirin[4]. Xaneyên lûsemasûlke jî ji rîşalan pêk tê, loma xaneyên wê jî wekî masûlkerîşal tên navkirin. Masûlkerîşalên lûsemasûlkeyê ji rîşalên hûrik pêk tên. Tîreya rîşlên lûsemasûleyan bi qasê 1 heta 5 mîkrometre, dirêjiya wan jî bi qasî 20 heta 500 mîkrometre ye[5]. Xaneyên lûsemasûlkeyê jî deziyên aktîn û miyozînê li xwe digirin, lê rêzbûna deziyan ne mîna yên peykeremasûlkeyê ne. Leza girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyan ji ya peykeremasûlkeyan hêdîtir e[6]. Ji ber ko ji xeynî dil, hema hemû endamên hinavê lûsemasûlke li xwe digirin, hin caran lûsemasûlke wekî masûlkeyê hinav (bi înglîzî: viceral muscle) jî tê navkirin[7]. Pirraniya endamên laş lûsemasûlke li xwe digirin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/e1/Blausen_0055_ArteryWallStructure_ku.png/640px-Blausen_0055_ArteryWallStructure_ku.png)
Hinek beşen laş ko lûsemasûlke li xwe digirin[8];
- Dîwarên endamên wekî soriçik, gede û rûviyan.
- Cogên rijênên herisê.
- Borrîhewa, liqeborriheva, borrîkêhewa û sikildanokên hewayê.
- Borrîmîz, mîzdank, mîzerê.
- Dîwarên lûleyên xwînê.
- Di çerm de masûlkeyên repkirina mûyan
- Rijênên şîr, di koendama zawzê de beşên wekî rijênê prostat, mindaldan (malzarok), kîsikê gunan (tûrikê gun)
- Di çav de rengîne û tenê kûlkdar