![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a6/Muscle_schematic_ku.svg/langku-640px-Muscle_schematic_ku.svg.png&w=640&q=50)
Peykeremasûlke
di laşê mirov de sê cure masûlke heye,peykere masûlke, lûsemasûlke, dilemasûlke / From Wikipedia, the free encyclopedia
Peykeremasûlke an jî masûlkeya peyker (bi înglîzî:skeletal muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a6/Muscle_schematic_ku.svg/640px-Muscle_schematic_ku.svg.png)
Di laşê mirov de sê cor masûlke heye; peykeremasûlke, lûsemasûlke û dilemasûlke. % 50yê laşê mirov ji masûlkeyan pêk tê[1]. Di laşê mirov de masûlkeya herî zêde ya peykeremasûlke ye[1]. Bi qasî 650 peykeremasûlke di laşê mirov de cih digirin[2]. Peykeremasûlke masûlkeya hêldar e (bi înglîzî: striated muscle). Di nav xaneyê de dezîyên barîk û stûr di bin mîkroskobê de wekî beşên tarî û ronî xuya dibin, ji van beşan re dibêjin hêl. peykeremasûlke bi awayekî xwewîst kar dikin. Ango çalakiya masûlkeyan li gor xwesteka mirov, di bin kontrola demarekoendama mirov de rû dide. Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne[3], hestî bi peykeremasûlkeyan ve dapoşrav e. Livîna hestiyên laş ji ber girjbûn û xavbûna (sistbûn) masûlkeyan rû dide.