![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/6a/Illu01_head_neck_ku.svg/langku-640px-Illu01_head_neck_ku.svg.png&w=640&q=50)
Gewriya mirov
Gewrî endamek hevbeş e ji boy heris û henaseyê. Têkiliya gewrî(gerû) bi valahiya poz, valahiya dev, sorsorik(soriçk) û qirikê heye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Gewrî[1] yan jî gerû (bi inglîzî: pharynx,[2]) endamek hevbeş e ji bo heris û henaseyê.[3]Têkiliya gewrî(gerû) bi valahiya poz (lûtekelên), valahiya dev, sorsorik(soriçk) û qirikê heye. Mirov ji poz û dev henase werdigre[4] hewa bi navbeynkariya gewriyê derbasê qirrikê dibe û bi navbeynkariya borrîhewa (trake) diçe pişikan. Herwiha xurek jî ji dev bi navbeynkariya gewrî derbasê sorsorikê dibe û diçe gedeyê. Xurek di devê mirov de bi cûtinê şil dibe, bi alîkariya diranan pêrçe dibe û tê hêrandin. Xurekê hêrandî wekî loq bi nav dibe. Ziman loqê arasteyê gewrî dike. Ango divê xurek ji gewriyê raste rast derbasî sorsorikê bibe û nekeve valahiya poz an jî qirikê. Gava mirov xurek dadiqurtîne, valahiya poz ji aliyê nermika azmanê dev û zimanok ve tê girtin bi vî awayê xwarin û vexwarin nakeve nav valahiya poz.,[4] Di qirrika mirov de Li ser devê borrîhewayê de pêkhateyek kirkirakî heye. Ev pêkhate wekî zimanê kirkirokê(epîglotîs) bi nav dibe.[5] Bi daqurtîna loqê, borrîhewa ber bi jor bilind dibe[5] zimanê kirkirokê jî ber bi jêr dilive bi vî awayê devê borrîhewayê ji aliyê zimanê kirkirokê ve tê girtin. Bi girtina devê valahiya poz û devê borrîhewayê, tenê yek rê ji bo loqê dimîne,ew jî sorsorik e.[3] Bi paldana ziman, loqê xurek ji dev derbasî gewrî dibe, ji gewrî jî derbasî sorsorikê dibe.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/6a/Illu01_head_neck_ku.svg/320px-Illu01_head_neck_ku.svg.png)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/e/ef/Illu_pharynx_ku.jpg)