Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Mehmed Uzun (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1953[1] li Sêwreg (Riha) – m. 11ê çiriya pêşîn a 2007 li Amed, Bakurê Kurdistanê), nivîskarekî kurd bû.
Mehmed Uzun | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1953an Sêwereg, Riha |
Mirin | 11ê çiriya pêşîn a 2007an (54 salî) Amed (Tirkiye) |
Pîşe | Romannivîs, helbestvan |
Zimanê nivîsinê | Kurdî û tirkî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Roman, helbest |
Berhemên navdar | |
| |
Malper | mehmeduzun.org |
biguhêre |
Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.
Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ku ew ji wan kesan e ku berhemên wî herî zêde tên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên biyanî jî hatine wergerandin.
Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.
Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.
Ew li sala 2005ê vegeriya Tirkiyê û li Stembolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîriyê a hukmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra paytext hat xelatkirin.
Lê mixabin ko li 29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ko tûşî nexweşiya giran a şêrpenceyê bûye. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin. Ew ji bo çareserê ber bi Amerîkayê jî hat şandin.
Berî nexweşkevtinê, Mehmed Uzun mijûlî nivîsîna romaneke nû bi navê "Hêviya Auerbauch"î bû.
Mehmed Uzun di 11ê çiriya pêşîn a sala 2007an di saet dora 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.