From Wikipedia, the free encyclopedia
Mirina kalekî rind duyemîn romana Mehmed Uzun e. Sala 1987an de ji weşanên Orfeusê derketiye. Mehmed Uzun vê pirtûkê ji bo bîranîna Cegerxwîn nivîsandiye.
Mirina kalekî rind | |
Nivîskar | Mehmed Uzun |
Welat | Swêd |
Ziman | Kurdî |
Dîrok | 1987 |
Weşanxane | Orfeus |
Rûpel | 135 |
ISBN | 91-87074-02 8 |
biguhêre |
Du mirov. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1990î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, dan û standinên wan bi hev rê û bi doralî re, dijwarî û berberiyên wan... Romam li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê.
Ronakbîrê nûjen Serdar Azad, penûs di desta de, li ber masê rûdine û rohakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa kalê ecêb û sirtijî dike û lî milekî jî, ew bi Kal re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe û zarotiya xwe dike.
Ango, roman, ne bi tenê, li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin.
Mirov dikare Kalo weke rûpeleke jibîrbûyî ji dîroka Kurdistanê bîbîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, weke mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî... Ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê herçend şexsî û taybetî bin, ew ewçend jî gelemper in.
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (gulan 2024) |
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.