Sêwreg, Sêwereg, Siwêreg an jî Sêrek[çavkanî hewce ye] (tirkî: Siverek) navçeya Rihayê ye. Siwêreg navçeyeke kurdan e. Di navbera Amed û Rihayê de cih digre, li Bakurê Kurdistanê ye. Nifûsa bajarê di sala 2008an de 105.475, yê hemû navcê jî 204.638 ye. Sêwerek her çend girêdayî Rihayê be jî, ji aliyê dîrokî û erdnîgarî ve zêdetir bi Amedê re girêdayî ye, ya ku ku bi qasî 83 km dûr disekine. Di dema Împeratoriya Osmanî de Sêwreg weke qeza (navçeyek) girêdayî Wîlayeta Diyarbekirê bû û tê zanîn ku niştecihên Sêwregê îro jî xwe ji Amedê re nêziktir hîs dikin.

Agahiyên Praktîk Siwêreg, Welat ...
Sêwreg
Siwêreg
Siverek
Sêwreg
Nexşeya bajarê
Sêwreg li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sêwreg
Sêwreg
Koordînat: 37°45′19″Bk 39°19′1″Rh
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarSêwreg
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan121 gund
Qada rûerdê
  Giştî4.314 km2 (1666 sq mi)
Bilindahî
780 m (2560 ft)
Nifûs
 (2009)
210.400[1]
  Berbelavî48,8/km2 (126/sq mi)
  Serbajar
 (2009)
107.634
Koda postayê
63600
Koda telefonê(+90) 414
biguhêreBelge
Bigre

Dîrok

Siwêreg her çiqas girêdayî Rihayê be jî, di hêla dîrokî û erdnigarî de zêdetir girêdayê Amedê ye ku 83 km jê dûrtir e, ye. Di Împeratoriya Osmaniyan de Siwêreg di parêzgeha Amedê cih digirt. Lewmane merivên Sêweregê xwe zêdetir weke xelkê Amedê dibînin. Diroka Siweregê pir kevnare ye. Li navçeyê qela, mizgeft, dêr, kanî, bermahiyên dîrokî, sîstema av û kanalîzasyonê hwd gelek in. Li navçeyê gelek ermenî û cihû jî hebûne, lê belê piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê, cihû ji vir çûne. Hinek ji filehan (ermenî) ola Îslamê pejirandine û hêj jî dijîn. Ên ku nebûne Îslam di Komkujiya Ermeniyan de hatine tunekirin.

Di dîroka Sêweregê de navê bajêr û navcê gelek caran hate guhertin.

  • Di cavkaniyên bizantînî û ermenî de navê xwe weke Sevaverek derbas dibe. Ev nav tê maneya Xirbeya Reş û kevira herême mebest dike.
  • Sasanîdan bajarê weke Surk bi nav dikirin (Surk navê erda sor a herêmê ye).
  • Farisan navê Serrek lê kirin.
  • Ereban ji bajêr re navê as-Suwaidāʾ bikardianîn. Ev nav tê maneya Reşê û Evînê.
  • Naveke tirkîKankalesi (Kela Xwînê) ye.[çavkanî hewce ye]

Gelhenasî

Hejmara rûniştvanên Siwêregê 127.000 e. Siwêreg ji Amedê 83 km û ji Rihayê 97 km dûr e. Li vê derê zêdetir Dimilî û Kurmancî tên axavtin. Li navçeyê hinek tirkmen û ereb jî (di Qerecedaxê de) hene. Cotkarî li Sêweregê gelek girîng e.

Bandora eşîran

Dema ku ji salên 1980yî û pê de gelek herêmên kurdan ji aliyê civakî û siyasî ve vejînek derbas kirin, bandora eşîran li Sêwregê xurt ma. Lewma bazirganî û siyaset li Sêwregê her tim di bin bandora Bucakê de ma, ku eşîreke bi hêz a herêmê ye. Siwêrek herwiha mala Sedat Edîp Bucak e, yê ku parlementerê berê yê DYPê bû û ji qezaya trafîkê ya li Susurlukê sax derket. Ew îro serokê eşîra Bucak e, ku ji damezrandina Tirkiyê heta niha ve li ser navê Sêwregê di parlamenê de cih girtiye. Sedat Edip Bucak hîn jî hevalê serokê berê yê DYPê Mehmet Ağar e.[2]

Endamên eşîra Bucak zaza ne, yên ku di sedsala 19an de ji Amedê ve hatine Siwêregê. Bi taybetî di salên 1920an de di Serhildana Şêx Seîdê Pîranî de her tim dilsozê dewletê bûne. Ew alîgirên Partiya Demokrat a Adnan Menderes bûn, lê ji derbeya leşkerî ya 1960an sax derketin. Di salên 1970î de eşîra Bucakê bû hedefa PKKê. Di vê demê de li Sêwreg û Curnê Reşê bi sedan endamên eşîrê ji aliyê dewletê ve wek cerdevan hatin tayînkirin. Bi vî havî herêm bû qada êrîşan li dijî siyasetmedarên ji her alî ve.[3][4]

Jimara gel

Zêdetir agahî Sal, Hejmara bajêr ...
Sal Hejmara bajêr Hejmara gundan Kom
2008[5]105.475 (%52)99.163 (%48)204.638
2007[6]108.094 (%54)93.674 (%46)201.768
2000[7]126.820 (%57)97.282 (%43)224.102
1990[8]63.049 (%47)70.783 (%53)133.832
1980[9]29.464 (%36)52.558 (%64)82.022
1975[10]40.990 (%42)56.075 (%58)97.065
1970[11]34.146 (%38)55.881 (%62)90.027
Bigre
  • Faruk İremet, nivîskarekî zazakî
  • Mehmed Uzun, nivîskarekî kurd
  • Rûmet Riha Ronakbîr, nivîskar û zimannasê kurd
  • Güler Isik, stranbêjeke kurd
  • Selami Ağaçhanlı. lîstikvana kurd
  • Ruşen Fırat Ağaçhanlı, lîstikvana kurd
  • Cuma Yolaçan,stranbejeke kurd
  • Abdo Dasdan, stranbêjeke kurd
  • Serkan Suluağaç, stranbêjeke kurd
  • Necmettin Büyükkaya şoreşgerê navdar
  • Şevket Hamidanoğlu, stranbêjeke kurd

Gundên Sêweregê

 Gotara bingehîn: Lîsteya gundên Sêweregê

Gelek gund bi vê navçeyê girêdayî ne:

Teyşt bi tirkî(yaygılı) Mizar (bi tirkî: Karakeçi), Xirbê Hestiyan, Bab hwd gundên heri mezin ên Siwêregê ne. Wekî din bi sedan gundên Siweregê hene.

Çavkanî

Girêdanên derve

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.