Remove ads
Rêxistina siyasî û leşkerî ya kurdî From Wikipedia, the free encyclopedia
Partiya Karkerên Kurdistanê, bi kurtasî PKK, partî û rêxistineke siyasî yê kurd e ku xwedî baskê gerîlayî ye. Partiya Karkerên Kurdistanê di 27ê çiriya paşîn 1978an de li gundê Fîs, Lîce, Amedê bi beşdarbûna 23 kesan bi yekem kongreya xwe damezrandina xwe ragihandiye. Partiya Karkerên Kurdistanê partiyeke sîyasî û tevgereke gerîlayî ye ku wekê bertekek li hemberê êrîş û qedexekirina ziman, çand û hebûna kurdan ku di salên 1970î de ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatine, hatiye damezrandin. Partiya Karkerên Kurdistanê hewl dide ku li dijî asîmîlasyona ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye[26] û êrîşên li dijî sivîlên kurd ku ji aliyê artêşa tirk ve pêk tên[27][28] asteng bike an jî li hemberê êrîşan biparêze. Gerîlayên PKKê an jî bi navê hêza gerîlayî Hêzên Parastina Gel bi vê mebestê ji sala 1984an vir ve bi awayeke bê navber li hember artêşa dewleta tirk têkoşîna xwe ya çekdarî dimeşîne.
Partiya Karkerên Kurdistanê | |
---|---|
Kurte | PKK |
Rêber | Abdullah Öcalan (rêveberê fikrî) Murat Karayılan (birêvebirê niha) |
Serok | Cemîl Bayik |
Rêvebir | Murat Karayilan |
Axaftvan | Bahoz Erdal |
Avakar | Abdullah Öcalan |
Damezrandin | 27ê çiriya paşîn 1978 |
Sergeh | Çiyayê Qendîlê |
Baskê jinan | Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) |
Baskê Leşkerî | Hêzên Parastina Gel (HPG) |
Îdeolojî | Kurdayetî[1][2][3][4] Sosyalîzma azadîxwaz[5][6][7][8][9][10] Şaredartiya azadîxwaz[11][12] Konfederalîzma demokratîk[12][13][14][15][16] Komûnîzm[17] Femînîzm[18][19] |
Helwesta siyasî | Dûrçepe |
Alîgirên neteweyî | Tevgera Yekbûyî yên Şoreşger ên Gel[20] |
Alîgirên navneteweyî | Koma Civakên Kurdistanê (KCK) |
Reng | Kesk, sor, zer |
Dirûşm | Çerxa Şoreşê |
Malper | |
|
Hêzên Parastina Gel | |
---|---|
Îdeolojî | Sosyalîzm Konfederalîzma Demokratîk Komunalîzm |
Serok | |
Qada operasyonê | |
Mezinahî | 32,800 şervanên çalak[25] |
Di destpêkê de Partiya Karkerên Kurdistanê wekê partiyeke marksîst-lenînîst hatibû damezrandin ku navê Partiya Karkerên (PKK) ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKKê Abdullah Öcalan e.
PKK ji dema despêka têkoşîna xwe yê çekdarî ve hewl dide ku bandor û zextên dewleta tirk û polîtîkayên asîmîlasyonê ya dewleta tirk ku bi mebesta tune kirina ziman û çanda kurdî ku li Bakurê Kurdistanê berdewam dike[29], kêm bike an jî bi temamî asteng bike. Gelek ciwanên kurd ji ber van sedemên zextên dewletê û gelek caran jî ji ber nêrînên xwe yên siyasî ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin an jî hatine îşkence kirin beşdarî refê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê dibin.
Hêzên gerîlayên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ji sala 1979ê ve bi leşkerên tirk re tevlî şerên çekdarî bûye lê serhildana berfireh heta 15ê tebaxa sala 1984an destpênekiribû.[30] Şerê berfireh li dijî dewleta tirk di 15ê tebaxa sala 1984an hatiye destpêkirin ku şer ji aliyê yekem fermandarê hêzên gerîlayan Mahsun Korkmaz (Egît) hatiye destpêkirin.[31]
Partiya Karkerên Kurdistanê heta sala 1990an xwedî îdeolojiya Marksîzm-Lenînîzm bû. Piştê sala 1990an îdeolojiya Konfederalîzma Demokratik ku ji aliyê Abdullah Öcalan ve hatiye damezrandin ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve hatiye qebûl kirin. Gerîlayê girêdayê Partiya Karkerên Kurdistanê yan jî bi navê nû Hêzên Parastina Gel (HPG) ji sala 1984an vir ve li hemberê dewleta tirk bi awayeke bê navber şerê xwe yê çekdarî berdewam dike.
Bi derbeya leşkerî ya 1971ê gelek aktivîstên çepên şoreşger ji derketina hemberê raya giştî bêpar hatine hiştin ku di nav de tevgerên wek Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyê (THKO) an Partiya Komunîst a Tirkiyê/Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) hebûn hatine çewisandin û hatine qedexe kirin.[32] Piştî vê yekê çend aktorên siyasî yên çepên tirk ên ku demekê dirêj e ji siyasetê dûr in li dûrî raya giştî li wargehên zanîngehan an jî di civînên li avahiyên hevpar de xwe birêxistin dikin.[32] Di salên 1972 û 1973an de koma bingehîn a îdeolojîk a Partiya Karkerên Kurdistanê ku bi giranî ji xwendekarên bi pêşengiya Abdullah Öcalan pêk dihatin li Enqereyê ku xwe wekê Şoreşgerên Kurdistanê bi nav dikirin.[32]
Ev koma nû di cîhana kapîtalîst de bal dikişîne ser nifûsa kurdên bindest ên li Bakurê Kurdistanê. Di sala 1973an de gelek xwendekarên ku piştre dê bibin damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê rêxistina xwendekaran a Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê ava dikin.[33] Komeleya ku ji aliyê vê koma xwendekarên kurd ve hatiye damezrandin piştê çend mehan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qedexekirin. Piştre komekê li derdora Öcalan ji çepên tirk veqetiyan û nîqaşên berfireh li ser kolonîzekirina Kurdistanê ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye dikin.[34] Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an de zimanê kurdî di jiyana giştî û taybet de bi awayekî fermî ji aliyê dewleta tirk hate qedexekirin.[35]
Gelek kurdên ku bi zimanê kurdî diaxivîn, kesên ku weşanên bi kurdî dikirin, stranên kurdî digotin hatin girtin û hatine zîndanî kirin.[35] Di vê demê de li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê çanda kurdî, bikaranîna zimanê kurdî, cil û berg, folklor û navên bi zimanê kurdî ji aliyê dewleta tirk hatin qedexe kirin.[36] Di pêvajoya înkarkirina hebûna kurdan de, heta sala 1991ê hebûna kurdan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye înkarkirin û kurdan wekê “tirkên çiyayî” bi nav kirine.[36][37][38] Piştre re ji bo ji nû ve avakirina mafên zimanî, çandî û siyasî ya ji bo kurdan Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye damezrandin.[39]
Di 26 û 27ê çiriya paşîn a sala 1978an de li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê Partiya Karkerên Kurdistanê piştî amadekariyên çend salan di kongreya bingehîn de hatiye damezrandin. Di 27ê mijdara sala 1978an de komîteyek navendî ku ji 7 kesan pêk dihat, bi serokatiya Abdullah Öcalan hatiye hilbijartin. Şahin Dönmez, Mazlum Doğan, Baki Karer, Mehmet Hayri Durmuş, Mehmet Karasungur û Cemîl Bayik endamên din ên Partiya Karkerên Kurdistanê bûn.[40][41]
Rêxistina despêka Partiya Karkerên Kurdistanê di destpêka salên 1970î de ji çepên radîkal derkedikeve holê û endamên xwe ji komên çep ên heyî, bi taybetî Ciwanên Şoreşger (bi kurtasî ya bi tirkî Dev-Genç) werdigire. Di salên 1980î de tevgera despêkê ya Partiya Karkerên Kurdistanê bi komên etnîkî yên din ku komên etnîkî yên tirk jî di nav de bûn li pey çepên radîkal bûn ku bi van koman re xebatên siyasî dimeşandin. Rêxistin di destpêkê de xwe wekî beşek ji şoreşa komunîst a cîhanê nîşan daye. Armanc û mebestên Partiya Karkerên Kurdistanê bi demê re ber bi armancên xweseriya neteweyî federasyoneke mîna federasyona Swîsre, Almanya an jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û piştre jî wekê konfederalîzma demokratîk hatiye guhertin.[42][43][44]
Tevî ku Partiya Karkerên Kurdistanê li gelek welatên wekê Iraq, Îran, Sûriye, Rûsya û welatên Ewropayê xwedî gelek nûnerên bi navdar e lê damezrênerê partiyê Abdullah Öcalan wekê rêberê bê nîqaş a rêxistinê maye.[45] Öcalan her çiqas îro girtî be jî dîsa wek rêberê rûmetê û serokê rêxistinê tê dîtin.[46]
Murat Karayilan di navbera salên 1999 û 2013an de rêxistinê bi rê ve biriye. Di sala 2013an de Cemîl Bayik û Besê Hozat bûne rêveberê hevpar a yekemîn ku ji jin û ji mêrekî pêk tên.[47] Partiya Karkerên Kurdistanê "Doktor Bahoz", bi navê Fehman Huseyîn ku kurdê Rojavayê Kurdistanê ye wekê berpirsê operasyonên leşkerî yên tevgerê destnîşan kiriye.[48]
Di sala 1985an de Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve wekê baskê partiyê ya gelerî hatiye damezrandin ku ev rêxistin hem ji bo propagandakirina Partiya Karkerên Kurdistanê û hem jî wekê rêxistineke sîwanê ji bo çînên cuda yên gelê kurd ku di nav de gundî, karker, ciwan û jin hebûn, hatiye damezrandin. Ev rêxistin piştî dîlgirtina rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Öcalan ku di sala 1999an dîl dikeve hatiye girtin.[49][50]
Di sala 1983an de li Almanyayê bi pêşengiya koma muzîkê ya kurd Koma Berxwedan de Komeleya Hunermendan (Hunerkom) hatiye damezrandin. Çalakî xebatên komeleyê li navendên civaka Kurd ên li Fransa, Almanya û Holendayê belav bûye. Di sala 1994an de Hunerkom xebatên xwe di bin navê Akademiya Çand û Hunera Kurdî berdewam dike. Stranên Koma Berxwedan ku gelek caran li ser berxwedana gerîlayên gêrêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistanê hatiye qedexekirin û albûmên Koma Berxwadan di ser sînor re bi awayeke nepenî derbasê Bakurê Kurdistanê bûye.
Partiya Karkerên Kurdistanê xwedî hêza gerîlayî yan jî hêza çekdarî ye ku bi koka xwe di sala 1984an de bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) hatiye avakirin.[51] Navê hêza gerîlayî di sala 1986an de wekê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) û herî dawî di sala 1999an de navê hêza gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê wekê Hêzên Parastina Gel (HPG) hatiye guhertin.[52]
Ji damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê vir ve şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê her çiqas bi giranî ji Bakurê Kurdistanê be jî lê ji her perçeyên Kurdistanê ciwanên kurd beşdarî gerîlayên PKKê bûne. Ji xeynî ciwanên kurd, ciwanên enternasyonalîstên ereb, alman, û tirk jî beşdarî refên gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê bûne. Bi despêka têkoşîna çekdarî ve hejmareke kêm ji şervanên jin pêk hatiye lê bi demê re hêjmar pir zêde bûye ku tê texmînkirin di destpêka salên 1990î de, ji 17.000 şervanên PKKê, ji sedî 30 ji şervanên jin pêk tên.[53]
Heya niha gelek ciwanên kurd ji ber sedemên îşkence, kuştina xizmên wan ê ku ji aliyê artêşa tirk ve hatine kuştin û ji ber zextên li ser wan beşdarî refê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê bûne.[53]
Bi navê kurt YJA-STAR yan jî Yekîneyên Jinên Azad ên Star yek ji hêza gerîlayên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ye ku ji gerîlayên jin pêk tên.[54] YJA-STAR di sala 2004an de wekê baskê çekdarî yê jinan ya Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye avakirin ku bi giranî azadiya jinan ji xwe re esas girtiye.[55]
Yekem car fikrê avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê bi komcivîneke ku di sala 1973an de li Enqereyê li qiraxa Bendava Çûbûkê pêk hatiye derketiye holê. Xwendekarên ku beşdarê vê komcivînê bûne ji Civanên Şoreşger (Dev-Genç) ku rêxistineke çepa tirk û ji pêşengên ên çepa radîkal a tirk ku piraniya wan di bihara 1972an de winda bûne, îlham wergirtibûn.
Lê di nav beşdarên komcivîna Enqereyê de xuya ye ku tenê Abdullah Öcalan berê bi awayekî çalak kampanyaya xwe berdewam kiriye. Di vê komcivînê de koma ku ji çend xwendekarên tirk ên wek Kemal Pîr, Hakî Karer û Duran Kalkan tê de bûn sê fikrên sereke derdikevin holê. Fikra yekem û fikra bingehîn ev bû ku Kurdistan ji dewleta tirk ve hatiye kolonî kirin. Fikra duyem jî ev bû ku ji bo Kurdistanê şerekî rizgarîxwazî yê netewî pêwîst e. Fikra sêyem jî ev bû ku pêvajoya rizgariya Kurdistanê wek şert û merc pêwîstî bi du veqetenînên radîkal heye: ya yekem bi çepên tirk re ku wekê “sosyal-şovenîst” hatibûn binavkirin; ya duyem bi kom û rêxistinên din ên kurd re ku wekê "neteweperestên seretayî" hatibûn binavkirin.[56][57] Piştî vê civîna yekemê li peravê Bendava Çûbûkê di 1ê kanûna paşîn sala 1977an de li Dîkmen û Tûzlûçayir 2 civînên din hatine lidarxistin û biryara vegera welêt (Bakurê Kurdistanê) hatiye dayin.
Di sala 1974an de Abdullah Öcalan bû serokê Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYÖD) ya li Zanîngeha Enqereyê. Di adara sala 1975an de, Peymana Cezayîrê ku di navbera Iraq û Îranê de hatibû îmzekirin dibe sedema têkbirina serhildana gelê kurdên li Başûrê Kurdistanê ku bi serokatiya Mistefa Barzanî dihate birevebirin. Piştê vê peymanê Abdullah Öcalan diyar kiriye ku rizgariya temamiya Kurdistanê êdî li ser milê ciwanên kurd ên Bakurê Kurdistanê ye û diyar dike divê bi armanca rizgarkirina tevahî ya Kurdistanê hewceye ku berxwedaneke nû were rêxistin kirin.[56]
Abdullah Öcalan di destpêkê de hevalên xwe yên ewil ên ku bi tezên wî qanih bibûn li Enqereyê, li navçeya Tuzluçayirê li du malên biçûk komcivîneke lidarxistiye. Koma Abdullah Öcalan ku hêj ne fermî ye, di nav civatê de dijî û li ser dîroka Kurdistanê û her weha li ser tevgerên rizgarîxwaz ên neteweyî yên li çaraliyê cîhanê lêkolînan dikin.[58]
Ya duyem Öcalan ji bo lêkolînkirina rastiya civakî û danîna têkiliyan bi gel re aligirên xwe şandiye herêmên Bakurê Kurdistanê. Aktîvîstên hevalên Abdullah Öcalan hêj rêxistineke birêkûpêk ava nekirine û bi tenê xwe wekê “şoreşgerên Kurdistanê” pênase dikirin. Aktivîstan di dema gera xwe ya li bajar û gundên Bakurê Kurdistanê bi xelkên herêmê re, ji kîjan koka civakî be, dicivin û civînên nefermî lidar dixin. Di vê serdemê de bi lez û bez koma Şoreşgerên Kurdistanê rastî êrîşên dewleta tirk hatine. Beriya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê sê civîn bi serokatiya Öcalan hatiye lidarxistin. Civîna yekem di sala 1976an de li Enqerê, civîna duyem di sala 1977an de li Amedê û civîna sêyem jî li Xarpêtê di destpêka sala 1978an de hatiye lidarxistin.[58]
Komê bi navê Artêşa Rizgariya Neteweyî belavokên xwe yên yekem li herêmên Bakurê Kurdistanê belav dikin. Lê çalakvan bi awayeke bilez bi nasnavê apoyî (Alîgirê Apo) hatine naskirin.[59]
Di 26 û 27ê çiriya paşîn a sala 1978an de li gundê Fîsê yê biçûk (navçeya Licê, parêzgeha Amedê) yekem kongreya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye lidarxistin.[60] Di vê kongreyê de yekem bernameya PKKê hatiye qebûlkirin. Di vê kongreya yekem de endamên komîteya navendî ku 7 kesan pêk dihat Abdullah Öcalan, Cemîl Bayik, Şahîn Dönmez, Mehmet Karasungur, Bakî Karer, Mazlum Dogan û Mehmet Xeyrî Durmuş wekê endamên komîteya navendî hatin hilbijartin. Mehmet Xeyrî Durmuş, Şahîn Dönmez û Baki Karer ji bo xebatên rêxistinî wekê sekreterên xebatên rêxistinî hatine erkdarkirin. Mazlum Dogan wekê sekreterê propagandayê û sernivîserê kovara fermî ya teorîk a partiyê ya Serxwebûnê hatiye hilbijartin. Mehmet Karasungur ji bo sekreterê rêxistina hêzên çekdar, Cemîl Bayik jî ji bo cîgirê sekreterê giştî û Abdullah Öcalan jî wekê sekreterê giştî yê partiyê hatiye hilbijartin.[61]
Endamên din ên damezrîner ên Partiya Karkerên Kurdistanê ku hinek ji wan endamên komîteya navendî bûn ev in: Mehmet Cahit Şener, Mehmet Resûl Altınok, Çetin Gungör, Ferhat Kurtay, Abdullah Kumral, Yıldırım Merkit, Duran Kalkan, Ali Gündüz, Ali Haydar Kaytan Hüseyin Topgüder, Ali Çetiner, Kesire Yıldırım, Mehmet Turan, Abbas Goktaş, Enver Ata, Sakine Cansız, Ali Topgüder û Ferzende Tagaç hebûn. Di nav bîst û heşt endamên damezrîner de du jin Kesire Yıldırım û Sakine Cansız hebûn.[62]
PKK di navbera salên 1977 û 1979an de li Curnê Reş û Sêwrekê li dijî pêkhateyên feodalên hevkarên dewletê (mîna Bûcak û Sulêmaniyan) şerê çekdarî meşandiye. Di tekoşîna Curnê Reş û Sêwrekê de gellek kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê Cûma Tak, Salîh Kandal, Halîl Çavgûn, Mehmet Sevgat jiyana xwe ji dest didin.
Berî Darbeya leşkerî ya 12ê îlonê PKKê biryara derketina derveyê welêt dide û li Libnanê li Geliyê Beqayê bi cih dibe. Li Geliyê Beqayê kampeke leşkerî û siyasî ava dike û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê li vir perwerdeyên siyasî û leşkerî werdigirin.
Piştî ku Mahsum Korkmaz di 28 adara sala 1986an li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest daye, navê vê kampa Geliyê Beqayê wekê Akademiya Mahsum Korkmaz hatiye guhertin.
PKK di kongreya xwe ya 2em de (1982) biryara vegera welat û şerê çekdarî da. Di 15ê tebaxa sala 1984ê de bi çalakiyên Dih û Şemzînanê PKKê dest bi têkoşîna çekdarî kir. Û bi van çalakiyan îlana rêxistina xwe ya çekdarî, Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) kir. Fermandarê giştî ê HRKê Mahsum Korkmaz bû. Rêxistina PKKê a eniyê û siyasî Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan, ERNK di Newroza sala 1985an de hat avakirin.
Di sala 1986an di 3emîn kongreya PKKê de li dewsa HRKê ARGK-Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan hat ava kirin. Armanca PKKê avakirina artêşek ji gerîlla bû.
Di sala 2001an de di konferansa 1emîn a HPGê de, dewsa ARGK de HPG hate ava kirin. Vêga fermandarê giştî yê HPGê Dr. Bahoz Erdal e.
Di navbera salên 1984 û 1994an de bi hezaran ciwanên kurd tevlî refên PKKê Û ARGKê bûn. Di destpêka salên 90î de êdî li her deverê bakurê Kurdistanê serhildanên gel dest pê kirin.
PKKê di kongreya xwe ya pêncem de (1995) ala xwe guhert.
PKKê di sala 1993an de cara yekem agirbesta yekalî îlan kir. Ji vê demê û pê de PKKê xwest pirsgirêka kurd bi awayekî siyasî û aşitiyê çareser bike. Bi vê armancê gellek caran agirbest îlan kirin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan di sala 1998an de ji Sûriyê derket. 12 çiriya paşîn 1998an de hate Romayê û 15 sibat 1999an de jî bi komployek navnetewî hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin. PKKê di kongreya xwe ya 8em de xwe fesih kir (4 nîsan 2002). Di vê kongreyê de KADEK Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, hat ava kirin. KADEK li çiriya pêşîn a 2003an hate feshkirin û di dewsa wê de KONGRA-GEL hate damezirandin.
Piştre Koma Komalên Kurdistan an KKK di 20ê adara 2005an de wekî sîstemeke konferderalîst hate îlankirin. Li 4 nîsana sala 2004an de ji nû ve damezirandina PKKê hate îlankirin.
Partiya Karkerên Kurdistan bi qasî derve, li zindanan jî tekoşînek mezin meşandiye û li ber xwe daye. Di van berxwedanan de gellek kadroyên grîng û endamên komîteya navendî jiyana xwe ji dest dane.
Agirbesta yekem a PKKê a yekalî di sala 1993an de hate îlan kirin. Ji wê rojê û pêve hetanî sala 2007an 5 cara agirbest hate îlankirin.
Di 19ê adara sala 1993an de serokê giştî ê PKKê li Bekaa civînek çapemeniyê li dar xist. Bi beşdarbûna Serokê YNKê Celal Talabanî, PKKê di dîroka xwe de ji bona cara yekemîn agirbestek yek alî îlan kir. Li ser daxwazên sergirtî ên rayedarên dewleta tirk PKKê biryarek wisa stend. Agirbest wê hetanî 15 nîsana 1993an dewam bikira. Piştre gorî hin daxuyanî û nûçeyên rojnameyan, li ser daxwaza kevneserokkomarê Tirkiyê Turgut Özal, Celal Talabanî ji bona vê agirbestê navbertiyê kiriye.
Roja 15 nîsana 2003an PKKê agirbestê ji bona meheke din drêj kir. Lê hê agirbest xilas nebûbû, Turgut Özal bi awakî nezelal jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê PKKê jî êrîşek çêbû û di encamê de 33 leşker jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşê agirbesta yekem a yekalî bidawî bû.
Di sala 1995an de hate îlankirin. Lê belê ji ber operasyonên leşkerî û sûîkasta ku di dema Tansu Çiller, Dogan Gureş û Mehmet Agar li dijî serokê PKKê Abdullah Ocalan hate kirin, ev agirbest bi dawî bû.
Di sala 1998an de hate îlankirin. Ev agirbest jî mîna yên berê bê encam ma. Li gorî daxuyaniyên PKKê daxwaza vê agirbestê ji aliyê serokwezîrê wê demê ê Tirkiyê Necmettin Erbekan hatiye kirin. Lê belê piştî ku li 1ê îlona 1998an agirbest hat îlankirin Tirkiyê û DYA'yê gef li Sûriyê xwarin û mecbûr kirin ku serokê giştiyê PKKê ji Sûriyê derkeve. Piştî vê bûyerê jî agirbest demekê dewam kir. Bi radestkirina Serokê PKKê a Tirkiyê ev agirbest bidawî bû.
Di sala 1999an de hate îlankirin. li 2 tebax 1999an de PKKê biryara derxistina hêzên xwe yên çekdarî a ji sînorên bakurê Kurdistanê (Tirkiye) da. Li 1ê meha îlonê jî cara çarem agirbesta yekalî îlan kir. Ev agirbest 5 sala ajot. Lê ji ber ku ji aliyê dewleta irk ve ti gavên erênî nehatin avêtin û operasyon hatin domandin, ev agirbest li 1 hezîran sala 2004an bi dawî bû.
Agirbesta 5em li ser daxwaza rewşenbîrên kurd û tirk ên Tirkiyê, DTP, DYE, YE, ji aliyê KKKê hate îlankirin. Agirbest li 1ê çiriya pêşîn a 2006an dest pê kir. Li gorî daxuyaniyên rêvebirên PKKê û KKKê heger ti gavên erênî neyên avêtin ev agirbest li gulana 2007an bidawî bû.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.