Fermandar û payêke bilind ê PKKê From Wikipedia, the free encyclopedia
Duran Kalkan (jdb. 14ê tebaxa 1954an, Güzelim, Tufanbeyli, parêzgeha Edeneyê, Tirkiye), wekî Selahattin Abbas[1] an jî Selahattin Erdem[2] tê zanîn, fermandar û yek ji payên bilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Allégeance | |
Pîşe | |
Şerê tevlêbûyî |
Kalkan wekî endamê malbateke tirkên ku bi eslê ji Erzîromê ne jidayîkbûye.[3] Li dibistana mamostetiyê ya li Düziçiyê perwerdeyê dibîne û li wir perwerdehiya zwe ya mamostetiyê di nîvî de dihêle. Dûv re li Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina fakûlteya fen û wêjeyê dike lê xeendina xwe li vir jî bidawî dike.
Di nava komeke li derdora Abdullah Öcalan, Alî Haydar Kaytan û Cemîl Bayik jî di nav de bû ku ji sala 1973an û vir ve bi rêkûpêk hevdîtin pêk anîn û piştre weke Şoreşgerên Kurdistanê hatin naskirin. Di kanûna paşîna 1974an de ji ber ku rayedarên tirk ADYÖDê girtin, demeke kurt bi Öcalan û Haydar Kaytan re hat binçavkirin.[4] Komê di meha mijdarê de Partiya Karkerên Kurdistanê ava kir û di destpêkê de di nava PKKê de fermandariya gerîlayan kir. Di dawiya salên 1980an de li şûna Riza Altun bû gerînendeyê darayî yê navneteweyî yê PKKë û heta dawiya salên 1980an li Almanyayê fînansên rêxistinê bi rê ve bir. Ew di sala 1988an de hate girtin û di dema dadgehkirina kurdan de li Düsseldorf, Almanya, hate dadgeh kirin.[5] Li Hamburgê di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kir ku 40 roj dom kir.[6] Ew bi Hasan Güler re ku rêbertiya rêxistina ewropî ya PKKê kiriye û bi fermana kuştina Ramazan Adigüzel hatiye sûcdarkirin.[7] Dozgerê dewletê cezayê muebbetê xwest lê ji ber ku di nava rêxistinê de pêşeng e 6 sal ceza lê hat birîn û ji ber binçavkirina wî serbest hatiye berdan.[8] Piştî ku ew çû Başûrê Kurdistanê, ji bo ku ji biryara girtinê dûr bixe.[9] Li wir wek fermandarê Arteşen Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) û endamê Konseya Serokatiyê ya PKKê kar kiriye û di dawiyê de bûye endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).[10]
Di rojnameya Özgür Gündemê de bi navê Adil Bayram nivîsan diweşîne.[11]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.