der
From Wiktionary, the free dictionary
From Wiktionary, the free dictionary
der
Ji proto-hindûewropî *dʰwer- (“derî, dergeh, der, derve”). Hevreha soranî دهر (der) û zazakî teber. Bide ber latînî foris (derî, dergeh) û forās (der, derve), herdu ji proto-hindûewropî *dʰwer-. در (der, “derî, dergeh”) ya farisî hevreha vê ye lê در (der) bi maneya "di ... de" ne ji eynî rehî ye lê hevreha "di (tê de) ya kurdî ye û herdu ji proto-hindûewropî *enter- in, binere hindir. Bo ketina "-er" ji kurdî hemberî farisî bide ber dot (farisî doxter), ma-k (farisî mader), bira (farisî birader), pis (farisî piser)...
der mê
Peyva "der/dir" bi maneya "cih" di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî yên ne cîranî ermenî de peyda nabe loma ihtimalen ew ji ermenî տեղ (teł) (xwandin: bi ermeniya rojava deł, ermeniya kevn teł, ermeniya rojhilat teġ). L/R di kurdî de dikarin bi hev diguherin. Balkêş e ku peyva tirkî yer (cih) û hevrehên wê yên zimanên din yên tûranî jî (devokên teterî cer û tur) jî nêzîkî der ya kurdî ne. Loma eger "der" ne ji ermenî be, ew dikare ji zimanekî tirkîkî be lê ihtimala ku ji ermenî be gelekî mezintir e. Herwiha di erebî de jî peyva دار (dar) bi maneya "war, welat, der, dever" heye lê ihtimala ku "der"a kurdî ji wê be ew jî kêm e.
Dibe ji der/derî be wek bi maneya derve, tiştê derveyî malê bibe. Derî bi zimanên din ên îranî der e, piştî der bûye derve, cîh loma bi paşgira -î derî cihê bûye.
der nêr
Binêre "der" (1)
der nêr
Binêre: derî (1).
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.