bahîv

From Wiktionary, the free dictionary

Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
behîv  / bahîv

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...
Tewandina bahîv  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bahîv bahîv
Îzafe bahîva bahîvên
Çemandî bahîvê bahîvan
Nîşandera çemandî bahîvê wan bahîvan
Bangkirin bahîvê bahîvino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bahîvek bahîvin
Îzafe bahîveke bahîvine
Çemandî bahîvekê bahîvinan
Bigre

bahîv

  1. (dar) Dareke hûrik e û kakilêndişibin gûzan yan fisteqandirêjok in.
  2. (fêkî) Tov û berhemên xwerbar yên wê darê.

Bi alfabeyên din

Herwiha

Hevmane

  • Prunus dulcis
  • Prunus amygdalus
  • Amygdalus communis

Etîmolojî

herwiha behîv, be'îv, hevreha soranî () (bi metatezê ji *ba-îw, tenê di devoka Hewlêrê de), farisî (), () û (), pehlewî watam, zazakî vame, sanskrîtî () ji zimanên îranî.

Dengê "d" ji kurmancî dikeve (wek farisî "bad" lê kurdî "ba") û "m" dibe "v" (wek farisî "nam" lê kurdî "nav") û A carinan dibe Î (wek kurmancî hêlîn lê soranî hêlane / lane û farisî lane/lanê) loma "badem" bûye "ba-îv".

Paşî H li peyva kurmancî lê zêde bûye daku du herfên dengdar nekevin pey hev. Ji ber ku bi rastî ew deng di peyva resen de nîne, tenê "ba-îv" e, her devokekê li gor xwe "h", "y" yan "eyn" lê zêde kiriye. Herwiha hin devokan "a" ya dirêj kurt kiriye û kiriye "e" yan "i".

"peyam/payam" ya Kobaniyê û hin deverên din bi rêya tirkiya devokî/kevnbûyî payam ji forma farisî ya devokî (payam) e.

Formên di soranî de tên bikaranîn () û () ji farisî hatine wergirtin. Eger na ew ê di soranî de *bayêw bûya lê ne wisa ye.

Ev peyv ji zimanên îranî - bi taybetî ji farisî - ketiye piraniya zimanên Başûrê Asyayê, Navenda Asyayê, Kafkasyayê û Tirkiyê û Balkanan: azerî badam / ‎, osmanî ‎ (badam) û ‎ (badem), tirkî badem, ermenî բադամ (badam), ûrdûyî () (bādām), hindî बादाम (bādām), bengalî বাদাম (badam), gujaratî બદામ (badām), endonezyayî/malezî badam, ozbekî bodom, kirgîzî/qazaxî бадам (badam), tîbetî བ་དམ (ba dam), འབའ་དམ ('ba' dam), çînî 巴旦 (bādàn), bulgarî бадѐм (badѐm), makedonî/sirbî бадем (badem), kroatî badem, albanî bajame...

Bi zaravayên din

Werger

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.