ap

From Wiktionary, the free dictionary

Kurmancî

Bilêvkirin

Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda nêr a binavkirî ...
Tewandina ap  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ap ap
Îzafe apê apên
Çemandî apî apan
Nîşandera çemandî apî wan apan
Bangkirin apo apino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî apek apin
Îzafe apekî apine
Çemandî apekî apinan
Bigre

ap nêr, p-ya req

  1. (malbat) mam, birayê babê kesekî

Herwiha

Bi alfabeyên din

Hevmane

Bide ber

Etîmolojî

Ji kurtkirina peyva tirkî , ji (birayê mezin) yan jî hevreha amca ("mam, ap" bi tirkiya nû) ji tirkiya navîn abıca / abuca (mam, ap, birayê babê kesekî) ji tirkiya kevn apa (bab, bav) + eçe (kek, birayê mezin). Bi heman awayî am (di hin devokên kurmancî de bi maneya "mam, ap") jî ji tirkî amca (mam, ap) e yan jî ji erebî ('emm: mam) e. Bo hin nimûneyên din jî ku 'e ya erebî li destpêka peyvê di kurdî de dibe "a" binere "alif" û "aqil. Ihtimala ku "ap" ji tirkî ye dîsa ji ber wê jî mezin e ku ew di zaravayên din başûrî yên kurdî (soranî, feylî, hewramî....) de û di zimanên din yên îranî de nîne. Bo guherîna "M > B" bide ber "misilman > bisirman" û bo "B > P" jî bide ber "belg > pelg > pel".

Bi zaravayên din

Werger

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Zazakî

Mane

  1. ap, dat

Jehaiyî

  1. piling, bebir (Panthera tigris)

Çavkanî

Ev peyv ji wergerên piling hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Minriqî

  1. piling, bebir (Panthera tigris)

Çavkanî

Ev peyv ji wergerên piling hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.