Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Xûde[1] an kumzirx[2], serpoşekî zirxî, ku wek amûrek ji bo parastinê serê mirovan tê xwekirinê. Bi taybetî, xûdeyan ji bo parastinê kilox û mejî kardikin. Lêbelê, niha, ji bilî sporê (kumzirxên siwaran, çerxsiwaran, hokeyvanan), rewşê şer û polîsê (xûdeyên şervanî), ew amûrên zirxî wek sîmbolekî tê xwekirin. Li dema niha xûde û kumzirxan bi pirranî ji maden û plastîkên sivik çê dikin, lê li dema kevn ji meseleyan wisa req wek hestiyên heywanan, dar, hesin, polat an jî bronz hate çekirinê.
Peyvek “xûde” ji farsiya navîn — xwd (xōd, “xûde”), an jî ji pehlewanî — xwwd (*xōδ), bi xwe jî derbazî ji farsiya kevn û zimanê proto-hind-ewropî — *kadʰ- (“parastin, xwe kirin”) dikeve di nav kurmancî de. Peyvek pehlewanî ji bo kum - 𐎧𐎢𐎭𐎠 (xaudā-), avestayî 𐬑𐬀𐬊𐬜𐬀 (xaoδa, “xûde”), osetî — ходӕ (xodæ, “kum”), îngilîzî — hat (kum), hide (veşartin), hood (qube), hindî — ख़ुद (xûde), herwisa jî ji zimanê proto-hind-ewropî der tê. Ji farisî ev peyv dikeve di nav erebî de — خُوذَة (ḵūḏa).
Etîmolojiya “kumzirxê” jî peyvên kum û zirxê tê amade kirin. Zirx ji aliya xwe jî ji farsiya navîn (zlyh /zrēy an zrēh/)[3] dikeve kumnacî de. Mesele, bi avêstayî zirx 𐬰𐬭𐬁𐬜𐬀 (zrāδa-) ye. Ji zimanên îranî ev herwisa dikeve li ermenî — զրահ (zrah), gurcî — ზარადი (zaradi), sûriyanî — ܙܪܕܐ (zardā), aramiya cihûdî — זַרְדָּא (zardā), erebî — زَرَد (zarad).
Herwisa di kurdî de bi tesîra zimanê erebî “mîxfer” û bi tesîra fransî jî “qesq” (casque) tê karkirin.
Li dema pêşdîrokê kumên parastinê ji daran, hestû û postên heywanan, çermên mirovan, şiv û dihate çêkirinê. Paşê ku kalîteya çanda madenê bilind bû, û amûrên maden zêdebûne, mirov çekirina xûdeyan ji hesinê destpê kir. Lêbelê, êdî di nav 3emîn hezarsala berî zayînê de xûdeyên zêr û zîv ji bo mîr û sereşîrên wan deman çedikirin. Mînakên wisa di nav gora padşayên Sumerî de li bajarê Ûr (niha li Iraqê) dîtin[4]. Rast e, xûdeyan maden gelek buha bûn ji bo çêkirinê, lema jî li demên kevnar pirraniya şervanan wan kar ne dikirin. Mesele, şervanên Misirê Kevn ji bo parastina serên xwe kumên ji çermê û zegerekê resanî kardikirin. Li gorî sedema eynî xûdeyên nemaden di nav xelkên dinê de jî xwedirikin. Xûdeyan hesin ya herî kevn li welatên, ku li ser axên Kurdistanê hebûn, li Asûriyayê û Urartûyê li 8 — 7emîn ss. b. z. çêdikirin. Forma van xûdeyan glover bû bi kufikekî dirêj.
Wêneya xûdeya kevnartirîn ku hate dîtin ji Mezopotamyayê bû û li dema 3emîn hezarsaliya b.z. hate çekirin. Ev peykerekî bronzê bi xûdeyeke zîv bi forma hêkê li Efrînê a Rojavayê Kurdistanê hate dîtin[5]. Lêbelê, xûdeya rastî ya kevnartirîn ku hate dîtin ya demên 3emîn hezarsala berî zayînê ye, û di nav gora padşayên Sumerî de li bajarê Ûr (niha li Iraqê) hate dîtinê. Ev serpoşekî şaş bû, bi du qubeyên nîvgirover, û bi pirranî ji bronzê çê dikirin. Çend ji wan bi guhzirx û tacekî kin bûn. Li gorî van hûratyan, çêkirina xûdeyan li 3emîn hezarsaliyê b.z. êdî bifirehî berdewam dibû.
Li ser wêneyên ji Mezopotamyayê kevn kifş e, kû mirov êdî xûdeyan xwe dixemiland — wisa li ser çend wêneyan em xûdeyan bi strûyên ga û gakûviyan dibînin. Mînakek wisa li ser stelaya keyê Akadî Naram-Sînê heye.[6][7]
Li dema 2emîn hezarsaliya b. z. pirraniya xûdeyan li herêma Libnan û Filistinê hate çêkirinê. Li vir, li ser bingeha edeta xûdeyan ya Mezopotamiyatê 2 cureyan kumzirxên leşkerî saz bûn:
Li dema 1emîn hezarsala b. z. li ser axê Rojhilatê Navîn çend cureyên nû a xûdeyan hate xuliqandin. Li Kurdistanê li 10-7emîn sedsala b. z. xûdeyan bi formayê hêkan bi tacên pan û şehên pirtû çê dikirin. Caran guhzirxên van xûdeyan hebû, caran jî çeneya mirovan jî diparizand. Li 8emîn sedsala b. z. li Asûriyayê bi pirranî xûdeyan bi formayê dilopê bi vebirrînê teng ji bo serçavê. Li gorî wêneyên, xûdeyan ya leşkerên yahûdî li dema 8-7emîn sedsala b. z. wek kumzirxên asûrî jî bi formayê dilopê bûn.
Xûdeyan li Urartûyê li 9-8emîn sedsalan b. z. pir kin û nîvgirover bûn, bi vebirrîna girover ji bo serçav û zîperê. Li 8emîn sedsala b. z. ji ber bandora şêwaza asûrî, xûdeyan leşkerî a urartûyan hatine guhazitinê — xûde bûne bilind bi forma dilopî. Van xûdeyan xelk dixemiland bi wêneyên reliefî an lêdana nexşên eşîrî. Herwisa, li Urartûyê mirov êdî xûdeyan hesinê kar dike.
Bêguman, xûdeyan hesinî gelek hindik bûn, li vê demê bi pirranî xelk xûdeyan bronzê lêdixist. Xûdeyan asûrî li 1emîn hezarsala b. z. digîjne Îranê. Li wira kumên nîvgirover bi vebirrîna fireh kar dikirin. Derengtir, van xûdeyan eşîrên Skîtiyan xwe dikin, û ev cure dibe belavkirî li hemû Ewrasyayê. Xûdeyan eynî Skîtiyan anîne Çînê.
Li gorî Herodotê, siwarên Împeratoriya Hexamenişî xûdeyan hesinî û bronzê kardikirin. Ji 7emîn sedsala b. z. Skîtiyan xûdeyan sade bi rûberê pûlikî, ku li ser bingeha çermî dihatê dirûtinê.
Xûdeya hoplîtê, bi berg û galiskayê wî, destpêbûyî ji şerê Truvayê heta ketinê di nav destên Romê da, sembolê çanda Yewnanê Kevnarê bû. Xûdeyan hesinî hindik bûn, bi pirranî - ev kumzirx serpoşên keyan bûn, lê leşkerê giştî xûdeyan ji bronzê kardikir. Tac, ku li ser van xûdeyan ji bimbilên qazan an jî pirtê hespan dihate çêkirinê, sembola serfiraziya hoblîtê bû. Van tacan yewnanên kevn ji eşirên xelkê Kariyayê hildan.
Li gorî dîroknasên niha çend cureyên xûdeyan yewnanî hebûn:
Leşkerên Romayê kevn li demên komarê bi pirranî xûdeyan atîkî kardikirin, lêbelê ji dema 1emîn sedsala karkirina xûdeyan ya cureya kûlûs destpêkirin. Derengtir, ji ber bandora xelkê Galyayê, cureyan wisa çê bûn wek xûdeya galî, xûdeya împeratorî, xûdeya îtalî. Li 1-3emîn sedsala, ev kumzirx bûne sembola lêgyonerê.[16]
Xûdeyan Ewropî ji dema Serdama Navîn li ser bingeha xûdeyan ya rojhilatê hatin xulîqandin. Ji destpêke, xûde bi qerqodekî madenî çê dikirin. Li Serdana Vendêlê xûdeyan cureya vendêlî bifirehî dihatne çêkirinê. Ji 10emîn sedsalê êdî xûdeyan normanî çê dikirin, ku bê qerqodekî madenî bû, lê ji çend parçeyan dihate lêxistin. Deregntir, li 12emîn sedsalê xûdeyan bi tacên girover kar dikin, kû paşê di nav topfhelman[17] de guhartin, ku heta 14emîn sedsalê kar dikirin. Li 12-13emîn sedsalên li Ewropayê xûdeyeke herî hezkirî — şapêl hate xuliqandin. Keviyên vî bûn pir fireh, lê formaya vî nîvgirover.
Ji destpêka 16eуmîn sedsala li Ewropayê xûdeyan curaya basiyênt[18] têne xuliqandin. Balkêş e, ku rûpoşên madenî yên livbar li ser van basiyêntan bifirehî belav bû. Li sedsalên 15-16emîn cureyan wisa têne xuliqandin wek: armêt (xûdeyake tim dada), salet[19] (bi keviyên fire û tûj), barbyût[20] (wek kumzirxekî bi vebirrînên ji bo çav, poz û devê leşkeriyan), kabasêt[21] (kumek madenî bi formayê dilopî), moriyon[22] (xûde bi bilind û tacekî keviyên fireh), ştûrmak / burgonêt[23] (xûdeyekî bilind bi rûpoşên livbar), şîşek / şaşikî / kapela [19][24] (xûdeyan kurdî, farsî, polonî û mecarî[25], bi qûbeyek teng û bilind), û hwd.
Li gorî çavkaniyan, peşê 5emîn sedsala li Kurdistanê û Farsê xûdeyan bi forma dilopî (cureyan asûrî) kardikirin. Ji bilî van, fars herwisa xûdeyan nîvgirover kardikirin, bi perdeya zincirî. Xûdeyan, ku li Împeratoriya Sasanî ber 3emîn sedsalê hatine karkirin (van xudeyan li Neynewê dîtin), nîvgirover û bûn. Van serpoşan ji 4 sêgoşêyên madenî çê dikirin. Xûdeyan, ku li ser qerqodê madenî hatibûn çêkirin, bifirehî belav bûn. Li 7emîn sedsala êdî xûdeyan nîvgirover bi vebirrînên ji bo çavan hebûn, bi perdeya zincirî ji bo parastina serçav û sîngê leşkeriyan. Rast e, xûdeyan wisa tenê li 15emîn sedsala bûne belavkirin.
Li 15emîn sedsala eşkere ye, ku li Kurdistanê, Farsê û Împeratoriya Romî êdî xûdeyan kolosî bi kar tînin. Lêbelê, li gorî wêneyan dîrokî, ji 16-17emîn sedsalan, bi pirranî xûdeyan cureya top û kule-xûd[26][27] têne karkirin.
Êlên tirkan, ku ji Asyaya Navîn ketine Rojhilata Navînê û Qefqasyayê, xûdeyan wisa kardikirin, wek xelkên koçerên dinê. Ev xûdeyan bi formaya dilopî çekirî ji çend parçeyên başqe bûn, hervisa jî xûdeyan bi qerqodê hesinî hebûn. Derengtir, êlên tirk bin bandora farsan û kurdan, xûdeyan-kolosî saz kirin. Lêbelê, paşê sedsala 15emîn, li ser bingeha kule-xûdên farsî li Împeratoriya Osmanî cureya nû hate xuliqandin — xûdeya şaşikî . Ev cure di nav Memlikan û Eyûbiyan de jî tê bi kar.
Kifş e, ku li Hindistanê êdî li 1emîn hezarsalê ji bo parastina kiloxan xûdeyan şaşikî an jî serpoşên qumaxî kardikirin, ji ber ku çavkaniyên dîrokî ji derheqa hebûna kumzirxên madenî tune ye. Zirxên leşkerî li vê welatê tenê ber bi 13-14emîn sedsalan xuya bûn, û êdî paşê 15emîn sedsala xûdeyan hindî bi dirbeke farisî dihate çê kirinê. Li 16-17emîn sedsalan diyar e, ku leşkerên Hindistanê bifirehî van xûdeyan kar dikin.[28]
Xûdeyan çînî li sedana serweriya Han bi formaya serpoşekî bonnet çê dikirin.[29] Pirraniya ji van xûdeyan ji çermê heyvanan an jî madenê çê dikirin. Kumzirxên bi formaya qubeyan jî hebûn, wek xûdeyan Ewropî ev xûdeyan jî ji çend parçeyan pêk dianîn. Li gorî dîtinên arkeolojî (ku li herêma Tirkestanê derbas dibû), xûdeyan çînî ya 7-10emîn sedsalan bi formaya xwe nîvgirover bi keviyên pêlkirî bûn. Li 13emîn sedsala ji ber bandora mongolan, xûdeyan çînî hatin guhertinê - parçeyeke leşkeriyan xûdeyan kolosî û şaşikî kar dikirin, yên din jî xûdeyan nîvgirover bi vebirrînan ji bo çavan xwe dikirin.[30]
Xûdeyan koreyî wek çînî bûn. Li 14-17emîn sedsalan leşkeryên koreyî xûdeyan bi formaya dilopî, ku ji çar parçeyan çêkirî kar dikirin.
Li Japonê jî kumzirxên nîvgorver - kabûto kardikirin[31], wek xûdeyan koreyî û çînî li vir jî van ji çen parçeyan çê dikirin. Li 16 emîn sedsala japon xûdeyan pir ecêb xulîqandin - kavarî-kabûto[32].
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.